Weþanger û nivîskar Azad Zal hat girtin
Diyarname
Çend roj berê 45 kes ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibûn binçavkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de weþanger Azad Zal jî heye.
Di nav 45 kesên hatibûn binçavkirin de endamên Dayikên Aþtiyê, nivÎskar, weþanger, siyasetmedar hebûn. Piþtî 4 rojên binçavkirinê duh ew derxistin pêþberî dadger. Dadger ev 14 kes bi gotina "Endamtiya rêxistinê" tewqîf kirin: Dayika Aþtiyê Makbule Ozbek, weþanger Mehmet Gungormuþ (Azad Zal), Fesih Balbey, Mehmet Cahit Ay, Emrullah Zumrut, Adil Ercan, Mustafa Alimterin, Tevfik Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelik, Erdal Bayram, Fedai Akar, Jiyan Taþ, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahit Þik
Di dema serdegirtina mal û saziyan de bi ser Weþanxaneya J&J de jî girtibûn û polîsan dest danîbû ser hin pirtûkên J&J'yê jî. Piþtî lêgerînê weþanger û niviskar Azad Zal jî hatibû binçavkirin.
Azad Zal kî ye?
Weþanên J&J yek ji weþanxaneya naskirî ya kurdan e. Heta niha bi sedan pirtûk weþandine ku tenê di sala 2019'an de 66 pirtûk gihandibûn ber destên xwendevanan. Azad Zal bi navê xwe yê di nasnameyê de Mehmet Gungormuþ xwedî û edîtorê weþanxaneyê ye Zal, ligel weþangerî ew bi xwe jî dinivîse û heta niha çend pirtûkên wî derketine.
Zal di sala 1972'yan de li Sûra Amedê hatiye dinê. Di nav Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê de cih girtiye. Herî dawî di nav Tora Ziman û Çanda Kurdî de jî cih girtibû. Bi navê "Teþî", "Rêwî", "Zimanê Kurdî" û "Sûzê û Hirç" çar pirtûkên wî heta niha derketine. Zal di heman demê de edîtoriya kovara Psychology Kurdî jî dikir.