Ji bo bûrsa Îsmet Þerîf Wanli dema serîlêdanê dest pê kir
Diyarname
Weqfa Îsmaîl Beþîkçî (WÎB) bi piþtgiriya Komeleya Îsmet Þerîf Wanlî (AFKÎV) dê bursê bide hin xwendekaran. Yên bixwazin divê heta 10’ê tîrmehê serîlêdana xwe bikin.
AFKÎV bi þertê ku WÎB wekî bûrs bide xwendekarên serkeftî û desteng pereyekî bexþ dike. WÎB jî vê pereyî wekî bûrs dide 6 xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê. Kesên ku dixwazin serî li bûrsê bidin divê perwerdehiya xwe ya sereke ya 4 salan temam kiribin û temenê wan di navbera 12-18 salî de be.
Yên bixwazin heta 10’ê tîrmehê saet 18’an divê serîlêdana xwe bikin. Kesên heq bi dest xistine roja 3’yê gelawêjê bêne eþkerekirin û piþtî 15’ê gelawêjê dê burs bêne dayîn.
Agahiyên ji bo serîlêdanê di malpera WÎB’ê de hene û yên bixwazin ji ser wir re serîlêdana xwe dikin û belgeyên xwe diþînin.
Ji bo agahiyên zêdetir û serîlêdanê:
https://ismailbesikcivakfi.org/