“Bi hêrsê çû Kêrsê!”
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ev gotina li ser H. Yadînê ji gundê Baskan hatiye gotin. Ew keça birayê xwe ji kurê xwe re dixwaze, lê ji ber helwesta birayê wî nabe, ew jî hêrs dikeve, berê xwe dide Kêrsê û keçeke Kêrsê ji kurê xwe re dixwaze. Ew roj e, ev roj e, ev gotina: “Bi hêrsê çû Kêrsê!” di rewþên hêrsketinê de wekî biwêj tê bikaranîn. Lê ez bi hêrsê naçim Kêrsê, tenê ji bo danasîna keleha li Kêrsê min di nava lêkolînan de berê xwe da Kêrsê. Vê carê jî em bi hev re Keleha Kêrsê binasin.
Di dema Ûrartuyan, yan jî berê wê ji vir re çi hatiye gotin, nayê zanîn. Bes di dema Persan de û hetanî hatiye gihîþtiye dema Osmaniyan ji vê kelehê re keleha “Mesê” hatiye gotin. Di belgeyên Osmaniyan de jî peyva “Kêrs” hatiye nivîsandin. Li Kurdistanê çar gundên navê wan “Kêrs” e, heye. 1- Gundekî Kaxizmanê, 2 – Gundekî Xelatê, 3 – gundekî Gevaþê û yê çaran jî ev gundê Gimgimê ye. Têkiliya vê peyvê çiqas bi peyva “kert /kêrt” wekî Mazkert /girt, Malazkert/girt, yanê bi lêkera “kerden” re heye, nizanim, pediviya lêkolînê heye. Ji ber ku peyva “kert” di dema Ûrartuyan de jî hatiye bikaranîn, dibe ku têkiliya vê peyvê bi “kert” re hebe.
Ji bo ku agahiyên zanistî bi destxistinê, min hemû belgeyên li ser kelehên Mûþê, Agahiyên saziyên parêzgeha Mûþê û Gimgimê ser û bin kir, min got dibe, di nav çavkaniyên Xinûsê de hebe, lê mixabin ku tu agahî tu lêkolînên zanistî yên li ser vê kelehê, yan jî Çarþîkeltayê bi dest min neketin. Mîna ku ev keleh di navbera çiyayê Bîngol, Kurê û Xamirpêtê de winda bûbe û çavên lêkolîneran nedîtibe! Yan jî dagirkeran nexwestibin vê kelehê bibînin. Neçar min tenê kanî bi agahiyên dostên ji gunde Kêrsê (Ronî Dere, Abidîn û yên din) her wiha wêneyên ji min re hatine þandin, bi agahiyên wêne û azmûnê xwe re birûberînim. Wisa bigîhîjim agahiyên rast.
Keleha Kêrsê li ser girê þaxeke çiya Kure ye. Li Bakurrojhilatê Kêrsê bilind dibe. Keleh li ser baxirekî (zinarên kewke) li dor 200 m bilind hatiye avakirin. Ev ji kelehekê bêtir wekî “Çarþîkelta” (Bajarê nav kelahê) ye. Berbi Bakurrojhilat bi qasî 500 m, ji baþûrrojhilat ber bi bakurrojava jî 300 metre ye. Zinarên di dîwarê kelehê de hatine bikaranîn, girêdana wan û teraþtina keviran, nîþanê me dide, da em bikanin bêjin, dibe ku di dema serwerê Ûrartuyan Rûþa de hatibe lêkirin. Di hundirê kelehê de dîwarên gelek avahiyên cûda hene. Di zinarê li Rojhilatê kelehê de bilind dibe du odeyên li dora 10- 15 mêtrekare bi destan hatine kolan, hene. Di zinarê binya kelehê de jî du þikeftên pir mezin hene, di her yekî de mirov dikane du bir (300,500) pez bi cîh bike. Di baxirê li baþûrê Newala Hirçê de jî þikefta Mûrê heye. Mixabin ku li ser van þikeftan jî tu lêkolînên zanistî tune.
Dema di binya girê keleh li ser e, xanî tê çêkirin dîwarên bi zinarên mezin hatine lêkirin derdikevin. Hinan di xaniyên xwe de ew dîwar wisa bikranîne. Dîsa li Rojhilatê kelehê jî li ser wan zinaran ku herî kêm bi qasê cihê kelehê fireh e, bingehê gelek xirbeyan hene. Ev tê wê wateyê ev dever di dema Rûþa de bajareke gelek þên bûye. Piþtî Çarþîkeltaya Xinzora Jêrîn ev der cigeha herî girîng yê herêmê ye. Di dema Ûrartuyan de li vê herêmê çar pênc bajarên girîng hebûne. Yek “Kaniya Teht” ya li Baskan, du Xinzora jêr, yê sisiyan ev der e. Dibe ku yên din jî li herêma Ustûkuran be. Mirov ji dîharê keleha Kêrsê li Rojava hetanî Keleha Seyidbegê, çarehêlê herêmê dikane bibîne. Li dîharê Kurê ku ji kelehê çend sed metre dûr e, dikane hetanî Mûþê û Agiriye her derî bibîne, ku li dîharê Kurê jî kavîlên kozikên wê demê hê jî hene.
Di hundire kelehê de çaleke kûr wek sarincê heye. Ji wê çala nava kelehê hetanî tê digîhîje nava gund kezin /kizin (boriyê yan jî kungên ji axe hatine çêkirin) di bin erdê de bi cih kirine. Hin gundî di wê baweriyê de ne ku di çala kelehê de rez henciqandine, ava wê anîne, hin dibêjin, av û hin jî dibêjin þîr di wir re anîne jêr. Kezin (kizin) di rengê gewrê ser qehweyî de ne. Ev awa kezin û kûzên bi vî rengî di piraniya kelehên Ûrartûyan de tê dîtin. Di bin kelehê de di forma þikeft yan jî odeyê wek mehzen hatiye bikaranîn heye, lê kes rewþa hundirê wê nizane. Her wiha ne zelal e ku, tunêla veþartî ya hetanî çemoka ava Newala Hirçê diçe heye, yan na. Lê kaniyeke bi aveke têr û sar di zinarê kelehê de heye. Dibe ku wan ev av jî bi alîkariya kezinan ji çiyayê Kurê anîbin.
Belê reþa kavîlên me yên dîrokî ev in. Ev cigeha dîrokî di destê ewropiyan de ba, dikanîbû biba çavkaniya aboriyeke xurt ya tûrîzmê. Lê mixabin, bêxwedî ye. Di gund de rewþenbîrên hêja hene. Em hêvî dikin ku ew însiyatîfeke parastin û lêkolîna çarþîkelta (Bajarê nav kelehê) xwe ava bikin, agahiyên zanistî biçivinin û ragîhînin bala giþtî. Hetanî keleh yan jî çarþîkeltakî din bimînin di nava xweþiyê de.
26.06.2020, Yenî Ozgur Polîtîka