WTO'yê ji bo 2020'an senaryoyeke xirab pêþkêþ kir
Diyarname
World Trade Organization (WTO - Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê) li ser aboriya sala 2020'an eþkere kir ku tenbûna aboriyê dê sedî 30'yî derbas bike.
WTO'yê li ser bazîrganiya dinyayê texmîna xwe ya li ser sala 2020'an eþker kir. Rêxistinê got ku îsal li gor par dê sedî 30 daketin di warê bazirganî de çêbibe. Rêxistinê ev jî bibîr xist: Ger îhtîmaleke baþ çêbe, îhtîmala herî bþa ew e ku ev tengbûna bazirganiyê dê sedî 13 be, îhtîmala herî xirab jî sedî 32 ye.
Rêxistinê ev guharîn li gor serdema covid-19 diyar kir û got ku ger pêla 2'yemîn bê dê senaryoya xirab, pêl neyî senaryoya din dê derkeve pêþ.
WTO'yê diyar kir ku di çarîka yekemîn a salê de bazirganî sedî 3, lê di çarîka duyemîn de sedî 18 kêmbûn çêbûye. Her wiha rêxistinê got ku ji ber vîrusê di navbera 5'ê rêbendanê û 18'ê avrêlê de karê kargoyê ya hewayî sedî 74 kêm bûye.