Helbesta Alman
Cano Þakir
Dîroka nûjen a Antolojiya Helbestên Alman ji destpêka sala 1984ʼan vir ve di nav klasîkên bernameya weþanxaneya Reclam de cih digire. Ew 100 helbestvanên herî girîng ên alman ji serdemek 12 sedsalan ve hilbijartineke zindî ya nûjen û nûner helbestê pêþkêþ dike.
Nivîskarê pirtûkê ya li ser helbesta nûjen helbestvan û wergêrê wergera almanî ye: Michael Hoffman ku ew di 25.08.1957'an de li bajarê Freiburg ê Rojavayê Almanyayê hatiye dinê.
Ew li Îngilistanê mezin bû. Wî li zanîngeha navdar û mezin Oksford û Cambridge beþa edebiyata îngilîz xwendiye. Piþtre wekî nivîskarekî serbixwe û wergêr xebitiye. Berî ku bibe profesorekî zanyarî li hin zanîngehên amerîkî kar dike. Lê niha ew li Londonê dinivîse û dijî, û gelek xelat ji bo wergera xwe ya edebiyata almanî li Îngilistanê girtiye, her wiha xelata Bertield Brent, Kafka û gelekên din jî wergirtiye.
Di vê pirtûka nû de ew hilbijartinek ji helbesta almanî ya sedsala 20'an pêþkêþî hezkiriyê helbestê dike. Helbestvanên din ên demên berê ji bilî wekî George Trakel, Paul Ceylon û gelekên din. Derbarê Rainer Maria Rilke de, nivîskar dibêje:
“Ew di sala 1875ʼan de li Pragê hatiye dinê û gelek zû dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Lê wî berê helbestên xwe yên pêþî neweþand. Ew li welatên din geriya di lêgerîna xwe de li Almanyayê, bi taybetî li bajarê Munchen bi cih bû û bi Andrea Salome re çû Rusyayê, li wir ligel wî di pêþbirkan de bi Tolstoy re hevdîtin pêkanî. Di sala 1902'yan de, Rilke çû paytexta huner û wêjeyê Parîsê. Li wir wî bi peykertraþê naskirî Rodin re dostanî danî û bû sekreterê wî û duwanzdeh salan li Parîs ma.
Li wir, Rilke dest bi nivîsandina pîroz û karên xwe yên mezin kir, di nav de berhema xwe ya bi sernavê “Malt of Lords Berg” (1910) ku ev her du nîþanên rasteqîn û xeyalî ne, li pirtûka xwe kir. Di sala 1912ʼan de, wî dest bi nivîsandina nivîsên navdar ên helbestî kir û heya 1922ʼyan ew gihîþtî asta nivîskariya helbestvanî û rewþenbîrî.
Ji ber vê yekê rexnegirê alman Kasner wiha digot: “Ew helbestvanê herî mezin ê paþîn, yê herî paþîn ê helbestvanên nemir di nav demê de ye.’’
Helbestvan George Trakl di sala 1887'an de hate dinê û di 1914ʼan de, di 27 saliya xwe de, mir. Lê belê, wî navê xwe li ser rûpela edebiyata alman hiþt. Ew yek ji wan helbestvanên mezin e. Ew li Salzburgê tê dinê û xwendina xwe ya navîn diqedîne. Piþtra ew fêrî pîþeya bijîþkî û dermanxaneyê dibe. Piþtî ku koçberî Viyana paytexta Avusturya bû, ew di sala 1912'yan de wekî alîkarê nexweþxaneyê tevlî artêþê bû. Li wir, li ser tiþtên di wê dema kurt de jiyaye helbestên xwe nivîsand. Bi vî rengî jiyana wî ya edebî pir kurt bû. Di helbestên wî de mijarên wekî xweserî, tenêtî û mirinê derdikevin pêþ. Di payîza 1914'an de wî gelek hebên tiryak û derman hiþbir bikartanî, bi awayeke xwekujiyê dimire. Bi mirina wî re, li Almanya yek ji stûn û helbestvanên mezin winda dibe. Dibe ku ew di helbestê de doktrîna praempirîst be ku di wê demê de di hunera rengbêjiyê de bi pêþxistiye. Di heman demê de jî xwezalîstek e. Nûnerên vê beþê yên herî navdar ev in: Manet, Monet, Degas, Van Gogh, Courbet.
Helbestvan Josef Weinheber di sala 1892'yan de ji malbateke resen e û li Viyana ji dayik bûye. Wî di sala 1945'an de jî xwe kuþt. Roja ku leþkerên rusî ketin Viyanayê da ku wan ji Nazîzmê rizgar bikin. Vî helbestvanê hesas ji bûyera welatê xwe re ku pêþî ji dagîrkirina Hîtler û piþt re jî ji hêla rusan ve ew gihîþt wê xalê ku wê hemî êþ û birîna þer karlêkek nerênî li wî dike. Di vê rewþa dagirkeriyê de ew di nava jiyaneke neçarî, bêpergal û xizaniyê de jiya û neçar ma ku ji bo jiyanê di kar û barên qirêj de bixebite. Gava wî dest bi weþana pirtûka xwe ya yekem kir, kesî ew cidî negirt. Ew hema hema gihîþtibû keviya têkçûna jiyanê, lê ew ji bo xwe ji vê rewþê rizgar bike bi awayekî bêtirs dest avêtibû nivîsandina helbestê. Zanîngeha Viyana di sala 1933ʼyan de girîng dît û Xelata Mozart pêþkêþî wî kir. Ev payedayîna Zanîngeha Vîyanayê jiyana wî guherî, lewre paytexta navdar a Avusturyayê di nirxdayîna hunerê de ji Parîsê ne kêmtir bû.
Josef Weinheber ji ber çarenusa xwe ya li keviya jiyanê, ji paytextê derket û çû gundekî biçûk ê ne dûrê Viyanayê. Wî xwe nêzî cewherê xwezayê kir ku ew ji her aliyî ve bêsûc, dûr bû. Helbestvan dibêje ku bi taybetî xwezaya Avusturyayê yek ji wan tiþtên bedew e ku Xwedê li ser erdê afirand ye. Li wir, hûn tenê dikarin rêyên bejahî, daristan û bexþînek nûjen bibînin.
24.06.2020, Yenî Ozgur Polîtîka