Erebistanê derî li heciyan girt
Diyarname
Erebistana Siûdî biryar da ku îsal tenê hemwelatiyên wan dê bikaribin wezîfeya xwe ya hecê bînin cih û ew dê ji derveyî welat heciyan negirin nav welat.
Wezareta Umre û Hecê ya Erebistana Siûdî li ser vê yekê daxuyanî belav kir. Di daxuyaniyê de bal kiþand ser vîrusa koronayê ku li 180 welatan belav bûye û diyar kir ku ji bo parastina mirovan ew dê îsal derî li heciyên ku bên bigirin.
Diyaneta Tirkiyeyê li ser vê yekê diyar kir ku heciyên ku di piþkeyê de navên wan derketibûn dê neguherin û li ser vê dê paþê daxuyanî bidin.