Ji bo tûrîstên ji Tirkiyeyê derî hat girtin
Diyarname
Yewnanistanê ji bo îsal navê 29 welatên ku dê deriyên wan ji bo tûrîstên wan vekirîbe lê ji bo tûrîstên ku ji Tirkiyeyê herin derî girt.
Li Yewnanistanê piþtî 25'ê pûþperê/hezîranê serdema tûrîzmê vedibe. Dewleta Yewnanistanê navê 29 welatên ku dê deriyê wan ji bo tûrîstên wan vekirî be eþkere kir. Di nav van de Almanya, Swîsre, Avusturya, Danîmarka, Norwec, Kibrisê Baþûr, Îsraîl, Japonya, Malta, Bulgaristan, Çîn, Hirvatistan, Avustralya, Zelandaya nû, Makedonya, Albeniya, Estonya, Lîtwanya, Lubnan, Letonya, Macaristan, Koreya Baþûr, Sirbistan, Montenegro, Romanya, Slovenya, Slovakya, Çekya û Finlandiya hene. Yewnanistan ku her sal ji Tirkiyeyê gelek tûrîst diçin wir îsal ji ber vîrusa koronayê Tirkiye negirt nav lîsteyê. Fikra wan ew e ku li Tirkiyeyê hê rewþa nexweþiyê nediyar e loma ew negirtine nav lîsteyê û serê meha tîrmehê dê carek din nirxandinê bikin ku tûrîstên ji Tirkiyeyê bigirin yan negirin.
Yewnanistan sedî 20'ê hebûna xwe ji tûrîzmê bi dest dixe.