Elîfba hîmê literatûrayê ye
Ereb Þamîlov
(Ji tîpên krîlî: Rohat Alakom)
Niha cmaeta ermeniya bi hub û hezkirineke mezin pêþhaziriya derbaskirina eyda 1600-salîya bûyîna efrandarê herfêd ermenî Mesrop Maþtos dibîne. Îdarêd xwendina blind û ulmîda bona wê sersalîya eyan konfêrans têne derbaskirinê, gelek cîya temaþegehêd hewaskar hatine teþkîlkirinê.
Ev, eyda hemû xebatkarêd respûblîkaêye. Tevî brêd xweye ermenî xebatkarêd respûblîkaêye ûris, adrbêcan, kurd, hemû-hemû xebatkar bona vê sersalîê nava þaynetîêdane. Kurdêd Piþkavkazê bi herfêd Maþtosbûn, ku cara pêþin pey altindariya qeydê sovêtîêra bi zmanê xwe xwendin, hîmê elîfba kurdî hate danînê.
Sala 1921-a bû gava bajarê Êrêvanêda bi spartina hukumetê Lazo (Hakob Gazaryan) destbi þuxilê sazkirina elîfba kurdî kir. Ewî hema wê salê herfêd Mesropê dinêeyan anegorî zmanê kurdî kir û elîfba kurdî sazkir. Bi wê elîfbaê ktêba wîye “Þems” bona dersxana yekê neþir bû. Partîa Komûnîstîêye Êrmenîstanê û hukumeta respûblîkaî gundêd kurdada mekteb vekirin, wekîlêd întelîgênsîa ermenîaye pêþ çûne wan gunda û hîmê hînkirina zarêd kurda danîn.
Kurdêd xebatkar bi herfêd Mesrop cara ewlin bi zmanê xwe ktêb xwendin.
Bi herfêd Mesropbû, ku cara pêþin kurdên Piþkavkazê nasîya xwe dane lîteratûra û terîqa cmaeta ermenîaye bra. Bi saya seyasetîa partîaêye lênînêye mletîê hemû mecal hatine sazkirinê, wekî kurdêd Ermenîstanê kûltûra xweye bi form mletî bi serecem sosyalîstî pêþta bibin.
Cêribandina mektebêd kurdaye wan sala da kivþê, wekî elîfba ku bi herfêd ermenî hatibû çêkirinê, zarara hinekî çetin bû, çimkî ew herfêd ku elîfbaêda dewsa herfêd w, e’, q, h’ dihatine xebitandinê, pak uymîþî spêfîka zmanê kurdî nedibûn. Lazimbû elîfbake teze bihata sazkirinê. Partîa Komûnîstîêye Êrmenîstanê kete tefekûrîya vê pirsê. Sala 1925-a Kommerkazîye PK Ermenîstanê sparte Komîsarîata ronayêye cmaetê û xudanê van rêza, wekî pirsa sazkirina elîfba kurdîye tezeva mijûlbin.
Hema xût wê salêda destpêkirî xudanê van rêza û Î. Maragûlov wê pirsêva mjûlbûn û sala 1928-a îdî ser hîmê herfêd latînî elîfba kurdî hate sazkirinê, ya ku îdî sala 1929-a mektebada hate xwendinê. Gerekê bê gotinê vî þuxilîda akademîk Yosîf Abgarovîç Orbelîê rehmetî komekeke gelekî mezin da me.
Pey sazkirina elîfba tezera gelek ktêbêd dersdayînê, pêþekzanîyê, bedewetîê hatine neþirkirinê. Mesele çawa Emrê Lenîn, Kolxoz û kara wê gundîara, Terîqa înglaba Oktyabrê, Kurdêd Elegezê, Folklora cmaeta kurda û êd mayîn. Lîteratûra kurdaye sovêtîê roj bi roj pêþta diçû. Çend ktêb, ku bi zmanê kurdî neþirbûn, bi zmanê ûrisî, ermenî, adrbêcanî û zmanêd mayîn hatibûne tercimekirinê. Gelek nivîskar û þaîrêd cahil pêþta hatin, êd ku lîteratûra me bi efrandinêd hewaskare rindva dewlemend kirin.
Bona cmaeta kurda dha nêzîkva nasya xwe bide lîteratûra û kûltûra cmaetêd sovêdîê û cmaetêd welatêd dereke lazimbû elîfba kurdî, ku ser hîmê herfêd latînî hatibûne sazkirinê, bihata hildanê û ser hîmê herfêd ûrisî elîfba teze bihata sazkirinê. Û aha sala 1944-a Hecîê Cindî, Emînê Evdal û Wezîrê Nadrî elîfba kurdîye teze sazkirin. Eva qewmandineke mezin bû nava emrê kurdêd xebatkarda.
Pey sazkirina vê elîfbaêra lîteratûra me dha pêþta çû. Lîteratûra me bi efrandinêd tezeva dewlemend bû, tevî nivîsara þiêrkî nivîsara vekirî jî pêþta çû.
Nava lîteratûra kurdada cara pêþin Ermenîstana Sovêtîêda pêþta hat qîza kurda - nvîskar Sîma Semend ya ku van axiriya berevoka serhatîêd xwe “Xezal” neþirkir.
Lê pey sazkirina elîfba tezera çiqas û çiqas þaîrêd cahil pêþta hatine, êd ku bi efrandinêd xweva derheqa emrê meyî îroyînî gulvedayî, derheqa Lênînê mezin, derheqa Partîa Komûnîstîêye ezîz, derheqa her pêþaçûyîna welatê meda distrên.
Eyda 1600-salya bûyîna efrandarê herfêd ermenî Mesrop Maþtos eyda me giþkaye ezîze.
Rêya Teze, 1 Gulanê 1962
***
Têbiniya Rohat Alakom: Erebê Þemo di derbarê alfabe, ziman û edebîyata kurdî de nivîseke kurt û balkêþ bi navê “Alfabe hîmê edebîyatê ye” nivîsîye (Rêya Teze, 1/5 1962). Em nivîsê bi tîpên latînî wekî xwe diweþînin. Erebê Þemo zêdetir bi hûralî qala serpêhatiya alfabeyên ku kurdên Sovyetê di nav 70 salan de bi kar anîne (ermenkî, latînî, krîlî) dike. Bi saya vê û çend nivîsên din em fêr dibin ku Erebê Þemo ne tenê roman nivîsîne, her wiha nivîsên cur bi cur di derbarê mijarên cihê de di rojnameya Rêya Teze û organên din de belav kirine, wekî mînak çend nivîsên wî jî di derbarê tevgera jinan û rewþa jinên kurd de dane (Rohat Alakom)
**
1- Kêþe, teolog û zimanzan Mesrop Maþtos (362-440) di sala 405an de hîmê alfebeya ermenkî daniye.
2- Li vir li þuna sala 1921an bi xeletî di rojnameya Rêya Teze de sala 1922an hatiye nivîsîn. Li ser alfabeya Lazo terîxa sala 1921 heye.
Têbiniya Diyarnameyê: Me tu dest nedaye nivîsê.