EuroLeague û EuroCup hatin betalkirin
Diyarname
Ji ber vîrusa koronayê ji bilî fûtbolê lîgên basketbolê jî hatibûn rawestandin lê niha biryareke nû girtin: Lîg bi temamî hatin betalkirin.
Di warê basketborê de lîgên EuroLeague (Lîga Ewropa) û EuroCup (Kûpaya Ewropa) de maç hatibûn rawestandin lê niha biryar dan ku serdema her du lîgan a 2019-2020'an bi temamî hatin betalkirin.
Li gorî daxuyaniya di malpera wan de hatiye belavkirin lîg bi temamî hatin betalkirin û serdema 2020-2021'ê a EuroLeage dê roja 1'ê kewçêra 2020'an bi heman tîman dest pê bike. Di nav vê lîgê de ji Tirkiyeyê Fenerbahçe Beko û Anadolu Efes hene.
Her wiha EuroCup jî dê 30'yê rezbera 2020'an dest pê bike.
Her du lîg roja 12'yê adara 2020'an hatibûn rawestandin.