New York Timesê ji bo 100 sal paþê manþetek saz kir
Diyarname
Rojnameya navdar The New York (NYT) Timeê îro navê kesên ji ber vîrusa koronayê li DYA'yê mirine di manþeta xwe de nivîsandin û hemû rûpela pêþî ji bo wan veqetand. Vê yekê li dinyayê nav da.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirine digihîje 100 hezar kesî. Rojnameya amerîkî ya navdar NYT ji bo bolê bikiþîne ser vê yekê rûpela xwe ya peþî ji navên kesên mirine çêkir. Di rûpela yekemîn de karîn nêzî hezar navî bi cih bikin û yên din jî di rûpelên din de bi cih kirin.
Ji edîtorên rojnameyê Simone Landon ku nûçe çêkiriye gotiye ku wan bi hefteyan hemû rojname þopandine, li îlanên mirinan mêze kirine û ev yek lê zêde kiriye: "Her mirov taybet û tekane bû. Ji bo em wan bibîr bînin me ev yek kir."
Edîtorê nûçeyên neteweyî Marc Lacey jî wisa gotiye: "Min xwest em tiþtek çêbikin dema 100 sal paþê kesek li niha binêre bibîne ku çi bi ser me de hatiye, em çi jiyan."