Helbestvanê ‘Ay Lê Gulê’ û geleke din: Emerê Lalê
Evîn ÞIKAKÎ
"Ay lê gulê gula minê þêrîna li ber dilê minê
Gulê nadim malê dinê ez liser gulê têm kuþtinê."
Dibe ku kurdek nemabe û guhdariya vê stirana hunemendê kurd Mihemed Þêxo nekiribe yan jî nebihîstibe, ji ber ku ev stiran di nav hemû kurdên cîhanê de hem xweþ e û hem jî navdar e, lê kêm xelk xwediyê nivîsa vê helbesta xweþ û bi wate nas dikin. Ev helbest ligel 7 helbestên din mîna xem û xeyalê te ez revenadin, yarek min heye bi navê jînê, kedera min çendî ciwane rengê gulê û perwîn keça nû gihiþtî û hin helbestên din ên helbestvanên kurd Emerê Lalê ne ku, bi nave (Rêncber) jî dihat nakirin.
Kêlîkên herî xweþ, bi tam û bi lezet li ber dilê Emerê Lalê dema helbesteka xwe ji dostekî yan jî ji mêvanê xwe re dixwend. Dema mirovekî jê xwestiba helbesta xwe bixwîne heço malê dinyayê te dayê, lê kerba dilê wî bi xwedina helbestekê bi tenê nedikir, lewma jî rûpelên pirtûka xwe mîna rojên temenê xwe rûpel bi rûpel diqulipand û helbestên xwe dixwendin. Wî ji xem xeyalê te ez revandin dest pê dikir û pêde diçû kul û derd û keserên xwe jî bi helbesta Ax Kurdistan ax Kurdistan tu cîhana me kurdanî bi dawî dikir. Hezkirina helbestvanê kurd Emerê Lalê ji helbestên wî re hema bibêje ne kêmî ya zarokên wî bû, xem û xeyalê wî jî her kurd û Kurdistan bû.
Ez þanazim û xwe gelekî þanazim bi þans dibînim ku, bi dehê caran pêre rûniþtime û helbestê xwe ji min re xwendine ji bilî ku, ez wî wekî helbestvan û kesek rewþenbîr nas bikim Emerê Lalê zavayê me bû, meta min Gewrê xwiþka bavê min hevjîna wî bû, lewma gelek caran serdana me dikir. Ji bilî vê yekê jî pir ji civat, gotin û sohbeta bavê min hez dikir, cara yekemîn dema min serdana baþûrê Kurdistanê kir di sala 2005’an ez û mam Emer bi hev re çûne Kurdistanê.
Helbestvanê kurd Emerê Lalê (Rêncber) di sala 1938’an de li gundê Qeser Dela ku dikeve rojhilatê Cizîra Botan li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî Hesenê Îsmaîl e û jêre digotin Sofî Hesen ji eþîra Dêrþewane, dayîka wî jî Lalê keça Necimê Hesen e. Piþtî mehekê ji dayîkbûna Emerê Lalê malbata wî mîna gelek malbatên kurdan ji û zordariya dewleta Tirkiyê ji serxetê direvin û berê xwe didin binxetê û li gundê Endîwerê bi cih dibin. Di wê demê de sînor di navbera Fransayê û Tirkiyê de hatibûn danîn û welatê Sûriyê bi giþtî ketibû bin desthilat û çavdêriya Fransayê de.
Berî malbata Emerê Lalê koçberî binxetê bibin taybet jî di payîza sala 1929’an de Serokê malbata Emerê Lalê ji bo baþkirina rewþa xwe jiyana xwe ji gundê Endêwerê diçin gundê Mezrê û ji wir jî diçin çend gundên din û li gundê Til Xenzîr bicih dibin.
Helbestvanê kurd Emerê Lalê li gundê Til Xenzîr diçe dibistanê. Di wê demê de tenê dibistan bi zimanê erebî hebûn ji ber ku, ên kurdî qedexe bûn. Ew di ber xwendina xwe re jî li ser destê Mela Ebdulkerîmê Sofî fêrî Qurana pîroz bû. Di sala 1947’an bavê wî dimre û diçe ber dilovaniya Xwedê di wê demê de temenê wî 9 sal bû û þagirtê pola sêyem a dibistana seretayî bû, Emer piþtî mirina bavê xwe ji ber feqîrî û hejariyê neçar dibe ku dev ji dibistanê berde û alîkariya diya xwe bike lewma jî dest bi cot û rêncberiyê dike, êdî ew bi navê diya xwe tê naskirin û dibe Emerê Lalê. Diya wî Lalê jî jineke pir jîr, wêrek û bi cesaret bû di heman demê de xwedî karîzmeka cuda hebû. Diya wî her dem piþtgiriya kurê xwe di hemû qonaxên jiyana wî de dikir û bi tena serê xwe karî wan zarokên xwe tevî wê rewþa zehmet û dijwar mezin bike; bi rêya liqata genim, çêkirina tevnan, firotina þîr û mastê nanê zarokên debara jiyana xwe dikir. Emerê Lalê du bira bi navê Xelîl û Mihemed hebûn, Mihemed jî pêþmerge bû û di her du þoreþên gulan û Îlonê de beþdar bûbû, her wiha xwiþkeke wî jî bi navê Mêrem bû, jiyaneke bi zehmet û feqîrî didomîne mîna jiyana hemû kurdên belingaz û perîþan heta ku, temenê wî dibe yê leþkeriyê û diçe ximeta leþkeriyê piþtî xizmeta leþkeriyê bi dawî dike û vedgere bi Gewrê keça Emerê Birahîm re dizewice ku, bi xwe jî êla Þikaka ne.
Helbestvanê kurd Emerê Lalê yekemîn helbesta xwe di sala 1958’an de dinivîsîne û di wê salê de ji Mele Mustefa Barzanî ji Rusyayê (Sovyata berê) vedgere Kurdistanê di helbesta xwe de jî wiha dibêje:
Ax Kurdistan ax Kurdistan
Tu cîhana me Kurdan î
Xwazgîniyê te pir zor in
Ew xortên þeng û ciwan î
Ger tu nekî ji min bawer
Vaye te dixwazê Barzanî
Qelenê te çiqas pir bê
Me da te xwîna xortanî
Heta niha pênc berhemên wî hatine çapkirin û hin bi destxet hene ku hê nehatine çapkirin. Ên ku hatine çapkirin ev in:
1-Xem û Sawêr (dîwana yekemîn, di sala 1993’yan de hatiye çapkirin)
2- Çar Çira (di sala 2002’yan de hatiye çapkirin)
3-Tewafa Yarê (Helbesteke ji 1520 malikan pêktê , ev helbest bêzanîneke li ser cografiya Kurdistanê bi hemû çiya, deþt, newal , gelî û cem û zozan ku di sala 2008’an ji aliyê Yekîtiya Nivîskarê Duhokê ve hatiye çapkirin)
4-Welat Binase (Di sala 2009’an ji alayê Wezareta Rewþenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê ve hatiye çapkirin)
5-Evîn û Welat, (Ev dîwan sala piþtî wefata wî hatiye çapkirin û di çil rojiya wî de hate belavkirin)
Ji bilî van berheman jî dora 3 berhemên wî yên destxet û destnivîsên wî hene ku hê nehatine çapkirin. Her wiha pirtûkek jî li ser serpêhatiyên kurdan di Sedsala/Qirna 20’an de ye.
Helbestvanê kurd Emerê Lalê roja 6.11.2011’an, ku yekemîn roja Cejna Qurbanê bû demjimêr 6:20 þa êvarî de koça dawî kir. Cenazeyê wî roja 7.11.2011’an bi amadebûna rewþenbîr, partiyên siyasî þêx û kesayetiyê deverê bi hezaran kes ji bajarê Qamiþlo, Çil Axa, Girkê Legê, devera Koçera li bajarê Dêrika Hemko bi axê hat spartin.
Têbinî: Ev gotar beþek ji pirtûka ku ez li ser dixebitim.