Di sedsala 21'ê de lêkolînek balkêþ: Ji 10 malbatan 9 jê goþt nabînin!
Diyarname
Þaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser 1228 malbatên ku dahatuya wan hindik e lêkolînek kir û rewþa civakî-aborî ya malbatan diyar kir. Li gor lêkolînê ji 10 malbatan 9 jê dikarin goþt bikirin bixwin, yan jî herin kincan bistînin.
Di lêkolînê de bi malbatên di bin 2500 TL'yî de mehane pere dikevin re hevdîtin hat kirin.
Vane hin xalên ji wê lêkolînê:
- Ji 10 kesên bê sîgorte dixebitin 4 jê tu pîþeya wan nîn e, yê 7'an deynên wan bo barkeyan ye.e
- Ji 1228 malbatên beþdarî vê lêkolînê bûne sedî 30.3 malbatên ji 4 kesî pêk tê, sedî 5.6 jî li mal tenê kesek dijî.
- Ji van malbatan sedî 81 zarok li mal hene. Ji van sedî 31.5 yan 3, yan jê zêdetir zarokên wan hene. Malbatên du zarokên wan hene sedî 44.4 in. Sedî 62.5 ji van zarokên wan diçin dibistanê. Sedî 26.4 temen bi ser 65'an re ye.
Ji 10'an 4 jê pîþeya wan nîn e
- Sedî 53.5 ji wan ne xwedî sîgorte ne, sedî 47.3 jî qet hatineke wan a herdaîmî nîn e.
- Ji malbatan sedî 37.2 tu pîþeye wan tune ye, sedî 23.5 karker in, sedî 11.5 li tesktîlan dixebitin.
- Ji malbatan sedî 89.3 li mal tenê kesek dixebite, di malbatên xwedî zarok de jî sedî 9.7 wekî 'zarokên karker' zarokên wan dixebitin.
Deyndarên gelek cihan in
- Ji malbatan sedî 35.2 karta wan a krediyê heye û sedî 57 ji wan deynên karta krediyê gihîþtine ser hev.
- Ji malbatan herî zêdî ew deyndarên bankeyan in û paþê deyndarê esnafan. Sedî 33.7 jî deyndarên gelek cihan in.
- Li ser pirsa "Malbata wan herî hindik hefteyê du caran goþtê sor, goþtê mirîþkan an masiya dixwe yan na?" sedî 91.8 gotiye na.
- Ji 10 malbatan 9 jê nikarin mobîlyayên li nav malê ku kevn bûne nû bikin, nikarin bi dilê xwe kincên nû bikirin, her wiha nikarin li gor dilê xwe ard û pêxin û nav malê germ jî bikin.
- Sedî 92.6 nikare hezar TL'yî bigihîne hev.
Li mal makîneya kincþûþtinê nîn e
- Di nav malbatan de sedî 40.1 li mal makîneya firaqþûþtinê, sedî 11.6 jî makîneya cilþûþtinê nîn e.
- Tenê di sedî 1.1'ê de li mala wan klîma heye.
- Li sedî 49.3 li mala wan xeta telefonê yan jî abonetiya mobîl înternetê nîn e.