• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Covit-19

Rewþa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

Dîrok : 01 05 2020 | Beþ :

Covit-19

Murat BORAN

Ka kî ji me dizanibû an jî kî ji me texmîna nexweþiyeke wisa dijwar, vîruseke wiha ecêb dikir, a ku jiyana me tevan serobino kir û hîn jî dike… 

Belê, ez behsa Covîd-19’ê, an ku behsa vîrusa koronayê dikim. Dema me ev vîrus seh kir, piraniya me got, ev jî wekî SARS û MERS’ê, nexweþiyeke demkî ye û jixwe ew çînî, her sal hingî tiþtên xerîb dixwin û vedixwin, vîrûs li welatê wan peyda dibin û ma ne eyb e lo; ew vîrûs heta welatê me ve were…! Bi rastî di serî de, ez jî wisa fikirîm lê mixabin ne wekî min bû… Di qedera me tevan de, jiyîna serdemeke wisa dîrokî hebû, mîna Þewba Spanîan, mîna webaya serdema navîn…

Heta, nûçe belav bûn û me dît ku, êdî em jî xetereyê de ne, me jî hêdî hêdî haziriya “þerê li dijî koronayê” kir. Li navçeya me, ya ku navçeyeke ne  pir zengîn e û rewþa debara xelkê wê kêm e, jin û mêr û kal û ciwan tev bi hev re dest bi amadehî kirin. Jixwe, þikir ji Xwedê re, Deþta Xerzan li ber me ye û qût û zad heye. Ya te tune be jî, ya cînar, mirov û pismamên te hene… Cara ewil tiþtê min dît ev bû; 

Li ber aþ û aþvanan, ez bêjim 50, hûn bêjin 100 ton genim hatibû topkirin. Li ser cadê û li ber deriyê aþvanan, te digot hemî genimên misirciyan hatibû civandin. Navbera serê torbeyên genim û binê wan de herî kêm 30-40 gav hebû. Û ne li ber yekî tenê, li ber hemû aþan ev rewþ peyda bibû. Wê demê ez jî fikirîm (derûniya keriyî) û min ji xwe re got; “Xelkê me dizane, serwext û haydar e… Hema bila ar û av hebe, û bi wan jî nan çêbibe, bes e…” . Ji lew re, kal û pîrên navçeyê xela dîtibûn û þîret li ciwanan kiribûn ku demên wisa de, teqez arê xwe hazir bikin, pê re jî genimê xwe…. Û dema mirov wê heytehol û lez û bezê dibîne, dibêje; “Lawo, divê em jî tiþtek bikin, ma herkes dike, dêmek tiþtek heye, ma dê zaro birçî bimînin…”

Û ez… Li Xerzan (heçî ez jî Xerzî me), bostek axa min nîn e… Ya bavê min jî tune… Û ya bapîrê min jî tune bû jixwe… Gundê Me (Bêkendê), gundekî çiyayî ye û erd û axa gundiyên me jî nîn e. Hebe jî, li ser wan teht û zinaran de heye û em jî nizanin ka li ku ye… Ji ber wê, genimê me jî tune ye, em bi pereyan ji firinan dikirin, carnan em jî nan lê didin lê kêm… 

Hûn sax, li malê ligel hevala min, pênc zar û zêç hene…  Me got; “Hema torbeyek genim hebe, heta çend rojan em ê jî îdara xwe pê bikin… Û ez rabûm çûm ba hilafan da ku ez jî hinek genim bikirim û bibim aþê û bidin hêrandin… Lê na, ma genim maye…! Roja qiyametê ye, dê weledê xwe diavêje…! Bi pere jî genim nemaye, arvan (ar) jî heta çend rojan dê were…. Heger were…!

Ez çûme malê, ji maliyan re min got “genim nemaye gidî, tu dibêjî  xela ye…” Hevala min got; “Xem nake, ma firûn vekirî ne, dê çi bibe…” Min jî got temam lê divê genim hebe… Ez jî wekî herkesî… Min ji xwe re got, ma genim li navçeyê tune, ba dost û hevalan jî bi pereyê xwe tune?… Þûn de gundê Hemdûna kete bîra min, gundê kurdên me yên êzdî. Ji xwe li Deþta Xerzan an ku li Welatê Xaltan du-sê gundên kurdên êzdî mane û Hemdûna yek ji wan e. Musafir ê hevalê min, îsal genim çandibû û helbet li balê genim hebû, jixwe torbeyek têra me dikir… Min telefonê Musafir kir û min got, ka genimê firotinê li ba we heye an na? Ewî got: “Xêr e mamosta, tu yê çi bikî ji genim?” Min rewþa navçeyê jê re got. Musafir li min zivirand; “Çawa tune mamosta, hema siwar be were çi lazim be ji xwe re hilde. Û kerema xwe behsa peran neke, tu dilê min dihêlî…” Ez li ser van gotinan, hestiyar bûm… Hestyariya min, ji ber vê dilsozî, henûnî û hevaltiyê bû. Eiz û hevala xwe siwar bûn, çûne Hemdûna. Dayka Musafir, du torbe genim da me û Musafir li ser piþta xwe anî û li erebê bar kir. Nehiþt ku ez alîkariya wî jî bikim… Piþtî em bi hev re çûne kaniya gund û me têra xwe tûzik jî dan hev. Û em vegerîyan malê… Ev mesele, ji bo hevaltîya rojên teng, ji bo min pir girîng e û dê her wisa bimîne… Mala Musafir û malbata wî her ava be…

Û vêga… Ew tirsa berê 45 rojan, êdî nema… Genim jî, ar jî, nan jî pir e û tu kes êdî nakire, venaþêre… Tirsa xelayê nema lê pîr û kalên me yên heta êvarê li sûka Misircê “piyase” dikirin, li malê “asê” ne… Qehwe û çayxane jî girtî ne, tam nîn e. Kes kesî nabîne, kolan tev de vala ne. Ya baþ ew e; fesadî û gotegot jî xelas bû, çû… Kes behsa kesî nake, ji lew re hevûdinê nabînin…  Xurbetçiyên me yên ji bo nanê zarên xwe li Anadolê bûn, ew jî asê mane. Ez pir li ber wan dikevim. Jin û zarok jî asê ne, bi taybetî serê jinan bi mêran re ketiye belayê… Mêr ji mal dernakevin, jin aciz dibin û her roj dengê þer û kirênan li sikakan bilind dibe… Rewþ ne baþ, ne jî xerab e… Heta vêga tu kes ji ber Koronayê li navçeyê rehmet nekiriye, ya baþ ew e… Û hûn sax…  

Misirc dilê Xerzan e...
Li Misircê jî wekî cihên din cafe hatin girtin.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

10 05 2021

Gotinên Bi Rûdank

Gotinên Bi Rûdank

30 06 2020

Pandemî û kulekên nû

Pandemî û kulekên nû

11 06 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

30 04 2020

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname