Çûyîna Sûkê
Îhsan BÎRGUL
Piþtî rêwîtiyek dijwar, derengiya þevê xwe malê re gihand. Ji ber ku nexweþiya bi navê Covîd-19 li hemû cîhanê olan dabû û bibû metirsiyeke giran, diviyabû ji malê derneketa. Li ser pêþniyara dixtor çardeh rojan di mal de ma...
Di nava wan çardeh rojan de gelek tiþt kirin. Pirtûk xwend, ders xebitî, helbest nivîsî, bostan çêkir û hwd. Lê çi jî bikira hiþê wî li ser çûyîna sûkê bû. Çimkî berê de ne kesekî ku malê sekiniya bû.
Îro jî mehkûmê malê bû. Çi bikira jî aqilê wî li ser derketina derve û gerê bû. Hetta carna xanima wî tinazê xwe pê dikir û digot:
- Wey mala min ê. Tu mêrê mal de mayînê bûyî?
Piþtî xilasbûna karantînayê bi dilekî coþ berê xwe da sûkê. Ji bo nekeve nava qerebalixê û bi kesan temas neke, maskeyek da ber devê xwe, dezenfektanek xiste bêrîka xwe û peyatî çû sûkê. Bi ketina sûkê re heyirî ma. Çimkî sedî nodê sûkê bê tevdîr bûn. Ne li ber devan maske ne jî lepik û dezenfektan...Te digot qey ev sûk ji dinyayeke din e. Ji ber ku pir baldarî tevdigeriya gelekan tinazê xwe pê kirin. Ka çi nedigotin.. "Îþê Xwedê ye", "Vîrûsa çi heyran", "Ma vîrûsa çi", "Tu jî pir ji xwe ditirsî" û bi dehan gotinên din yên tewþo mewþo...
Pir bêhnteng bû. Ji bo zêdetir aciz nebe û dilê kesî nehêle, dîsa peyatî berê xwe da malê. Wexta li derê hewþê da, meriv bi lêdana derî ve hîs dikir ka çiqas bêhnteng e. Halbûkî hevsera wî jî zen dikir yê bi dilekî þad ji sûkê vegere. Lê ka ku???
Bi vekirina derî re rastî rûyekî tirþ û bêhneke teng hat. Bêyî silavê bide hevsera xwe kete hewþê û wiha got:
- Jinik, eger ez careke din herim sûkê, bila ev qeza hemû di min e...
26.04.2020