Nancy: Pandemî cudatî û qelþên civakî ji nû ve hildiberîne
Hevpeyvîn: Nicolas Dutent*
Marianne: Di nav mijarên we yên felsefî da temas jî heye. Fîlozof çawa nêzî vê serdemê dibe ku temasa “yê din” -heger hêj ramanbar be- hema bêje ne mumkin e? Ma ev metelî û þaþîtîya me hinek jî ji vê bêparîyê nayê?
Jean-Luc Nancy: Bi ya min ne wisa ye. Sifteh, ji hêlekê ve em þaþ mane û heyirî ne, lê em arîyane jî, hiþyar bûne, di alarmê da ne, bi liv û libatê ketine ji teref gelek tiþtên din ve. Û ev hal ji ber çi be, ne ji ber temasê ye, lewre berevajî vê, ji ber zêdebûneke yekcar vîral ya têkilîyan, peyaman, telefonkirin û lêgerînan, îcadan e... Ji cîranan bigire heya hevalan an jî heya bîyanîyên ji welatên herî dûr ev tiþtên vîral berbelav dibin... an jî bi gotineke din wek kewara mêþan azirî ne.
Helbet bêparî û tunebûn heye, lê wekî her carî ev bêparî taybetmendîyên ya em jê bêpar in derdixe holê. Em nikarin temasî hevdu bikin lê hêj zêdetir û çêtir temasî vê cudatî, qelþ û qetînê dikin. Lê bê guman, tenê qedexekirina silava bi destgirtinê derheqê maneya vê hereketê da gelek tiþtan dibêje; destgirtin ne þidandina destê yekî ye ne jî pêþî girtina wî ye bi lepikan. Ev bi xwe ramanek e.
Marianne: Di kitêbên cihê da cenabê te bi kurtasî ji bo laþ dibêje (cihê ku em gav diavêjin laþ e). Gelo ev cihên hebûnê ku di heman demê da wek qadên giþtî tên binavkirin, divê vê karantînayê li dijî xwe wek gefekê bibînin?
Jean-Luc Nancy: Ez bi bersiva xwe ya berê ve girê bidim, cudabûn û qelþ ne bi tenê ew tiþt e ku em her tim temas dikinê lê ew tiþt e ku bi rêya wê re em temas dikin. Temas mesafeya herî kin e, ne hilweþandina mesafeyê ye. Xemxwarina li ber karantînayê bêþik hesteke xwezayî ye û divê mirov hêvîya wê yekê bike ku têkilî û hizûra mirovan li me vegere. Lê hebûna yekî ne bi tenê ew e ku bi besîdî ji mêtrekê kêmtir nêzîkî min bisekine. Hebûna yekî, berî her tiþtî, di fikr û boçûnê (nêzîkatî) da, di kiryarê da xwe dide der. Hereketek e ew, li-pêþ an li-hafê-bûn e (praes-entia).
Marianne: Wisa dixuye ku nexweþîn newekhevîyên civakî beloqtir dike.
Jean-Luc Nancy: Belê, karantîna di heman demê da newekhevîyên civakî cardin derxistin holê. Heger hûn li sîteyekê bin ku çend hezar kes ji heman market û dikanê tiþtên xwe dikirin, hingê çûn-û-hatin an danûstandin gelek zehmet e ji cihekî ku li goþeyê her sikakê market û firinek hebe. Hege hûn di xanîyekî mezin da gedeyekî þeþ salî an xamayeke 15 salî bin, rewþa we dûrî ciwanekî ye ku di daîreyên sosyal da dijî. Li gor tax, dibistan, perwerdehîya mamoste û derfeta kompîtera li malê, perwerdehîya we ya jidûrve an dê baþ organîze be an jî dê yekcar nebe. Û helbet mirov diþê van mînakan zêde bike.
Ev tê wê wateyê ku pandemîya hanê cudatî û qelþên civakî, aborî û netewî ji nû ve hildiberîne. Maneya karantînayê, ji bo mirovên ku hînî jîyana di navbera çar dîwaran da bûye û yên ku hînî jîyana komî an jîyana li derve, li kuçe û sikakan, li qad û caféyan bûye, cuda ye.
Marianne: Em xwe li mirin û nexweþîneke lezgîn, tengezar û çavþikên diceribînin. Proust, di kitêba xwe ya bi navê Le Côté de Guermantesê da (Hêla Guermantesê), wiha dinivîse : “Xwestina dilrehmîyê ji laþê xwe wek axaftina li gel heþtpêyekê ye, ku peyvên me ji bo wê ji dengê avê bêhtir ne xwedî ti maneyê ne.” Felsefe dixwaze “mirinê hînî me bike”. Lê belê gelo cîhana Rojava ji bo derseke wiha amade ye?
Jean-Luc Nancy: Erê, pandemî mirineke jibîrbûyî derdixe meydanê: ne mirina ji nexweþîyên nas, ne ya ji qeza û rûdanan, ne jî ya ji êrîþên terorê. Herwiha mirineke wisa ye ku li her derê xwe vediþêre û diþê ji heqê hemû bergirîyan bê. Em ji þerekî gerîllayî an mayînde, ji xelayê, ji bobelateke nukleer û yên din gelek dûr in. Lê eseh, em nêzî xof û fikara mirinekê ne –bi maneya xwe ya ewil– ku ev demeke dirêj e bi vî çendî li me nas nebû. Lê ew bi rêya dagîrîya vîrûsên cihê jixwe nêz bûbû, bi taybetî jî bi AIDS û þewbên ajalî. Bi awayekî giþtî, em dikarin bibêjin ku her çiqas mirin wisa xuya bû ku dûr ketibû, lê ev demek e ji nû ve li mafên xwe vedigere, wek ku ew bizavên grotesk yên li dor xewna jîyaneke ebeden dirêjkirî jî nîþanî me didin.
Marianne: Nexweþîn êdî ne êþeke þexsî an serpêhatîyeke takekesî ye. Gava ku nexweþîn dibe îþê herkesî an acîlîyeteke sosyal ji bo civatê, çi diqewime? Gelo dibe rastîyeke sîyasî?
Jean-Luc Nancy: Tercîha min bi gotina “civakî” ve ye. Çimkî peyva “sîyasî” îro ji bo her tiþtî tê bikaranîn. Nexweþîn her tim civakî bû û hê jî wisa ye. Heta êpêce civakî ye: çimkî alîkarîya kesên din divê, bi gelek awayî “yên din” dihewîne, bandorê li zerengî û qapasîteya me, têkilîyên me dike. Nexasim di çarçoveya çandeke zêde-teknîkî da, tesîr li endustrîyê, qada lêkolîn û birêvebirinê û yên din dike. Ji ber vê yekê, têgeha “bîopolîtîk”, ya ku ji bo sîyaseteke ku belasebeb midaxaleyî jîyanê dike mohreke bednave, têgeheke pûç û vala ye.
Hemû civak qet nebe ji hin hêlan ve mecbûr man ku bi tenduristî, rêjeya jidayikbûnê û xwedîkirinê ve elaqedar bin - lê bê guman ev yek girêdayî rewþa zanîn û þêwazên jîyanê ye. Di sedsala 15an da, dewletê ji bo tenduristîya gundîyan zêde xem nedixwar, lê belê heger xela an epîdemîyek çêbûya mecbûr dima midaxale bike. Di sedsala 20an da, divîyabû gelek taman û patrome (vaccine) mecburî bûna, yan na gelek nexweþîn dê bûbûna sedemên bela û bobelatên civakî-aborî. Di vê mijarê da, ji “noopolîtîk”ê bêhtir "bîyopolîtîk" tune ye - lê her sîyasetekê awayekî rêvebirina tenduristî û zanyarîyê heye...
Li vir ya dîyarker ew pirs e ka di warê tenduristîyê da çi tê hêvîkirin û çi mumkin e. Gava ku jîyan navînî/rêjeyî 50 sal dom dikir, hêvî ne mîna wê çaxê bû ku jîyan 75 sal dom dikir. Dema ku nevroz (nexweþîya derûnî) bi vî navî nedihate naskirin nedibû mijara tedawî û dermankirinê. Û dema ku molekul nedihate zanîn bê guman endustrîya dermanî jî peyda nedibû. Niha her yek ji van mînakan –û dê hezar hebên din jî hebin– derî li gerdûneke qerase ya teknîkî, pêwendîyên aborî û nirxên hêmayî vedike.
Marianne: Pêwendîya laþ û teknîkê bi berfirehî vejîya. Wek kesekî ji dil emelîyatkirî tu jî wî tiþtî, wî cotî, di laþê xwe da hest dikî. Van heyamên dawî, li ser vê meseleyê dubendîyek di navbera te û hevalê te fîlozofê îtalî Giorgio Agamben da peyda bû. Nakokî li kû bû, hûn li ser çi li hev nedihatin?
Jean-Luc Nancy: Di vê mijarê da bingeh û binemaya Agamben ew e ku tenduristî ne xemeke mezin e lê dilêþîyeke biçûk e. Ez li gel wî me heger qet nebe em bizanin li þûna wê çi pêznîyaz dikin. Lê wî tiþtek nîne li dewsê pêþnîyaz bike, ne jî min heye. Mirovan her tim xwestîye li gor þert û mercên berdest bijîn. Helbet, heger hêvîya jîyaneke bêdawî û tijî bi zewqê hebe, arezû û vîyaneke beramber jî jê peyda dibe.
Ya rast, sekna Agambenî ya þoreþeke wergerandî ye. Her wekî bibêje çunkî þoreþa komunîst tekno-kapîtalîst derhat, de ka em berê xwe ji ruh û gîyanê tirsnak ê vê dinyaya modern bizivirînin. Lê belê wateya “zivirandinê” an jî bi qewlê Agambenî “vemirandin”ê (désactiver) û “xistinê”ê (destituer) çi ye? Ev peyv in, gotin in, tiþtekî dî li ser vê yekê em nikarin bibêjin.
Ya ku ron û eþkere ew e ku em ber bi wergerîyan û xirecireke þaristanîyê ve diçin. Lê em nikarin wê întibayê bidin ku em ji niha ve xwedî sirr û raza wê ne! Û bo niha rewa ye em bixwazin berdewam bin li jîyanê. Em dikarin ji bo dozekê bimirin jî: halê heyî dixtor û hemþîre wisa dikin. Doza wan, jîyana me ye…
Pirsa qehremanîya modern ji mêj ve tê pirsîn, ji wê demê vir ve ku qehremanîya þoreþgerî nemaye û bi tenê ya fanatîk heye. Bê guman em êdî nikarin li dor têgeha qehremanî û ne jî ya “vemirandinê” (désactivation) bifikirin – her wekî em nikarin di nav þertên tekno-kapîtalîzmê da berdewam bin. Madem wisa, qet nebe, em dikarin haydar bin, di halê hiþyarîyê da bin, yanê bi îtalîya kevn di ertayê da bin: li ser bilindahîyê.
Marianne: Tu di karantînayê da çawa dijî an gelo tu xwe lê diguncînî?
Jean-Luc Nancy: Tiþteke taybet nîne bibêjim. Jîyana min zêde neguherî. Çimkî temen û rewþa min a fizîkî têrê dike ku ez li male bimînim. Þikir, ya ku jîyana min parve dike diþê danûstandinê bike. Ji alîyekî din ve, vîrûsa kompîterî û teknolojîyê -ku tu jî neferek î jê, hevalê delal- gelek cih digire. Ez ditirsim ku ew me zêde bide axaftin!
Lê dibe ku ev tiþteke baþ jî be, çimkî zorê dide ku em bi semt û bi tedbîr bin.
Me jixwe derheqê vîrûs û pandemîyê da her tiþt bihîstîye, hemû tiþtên ku nivîsbarî û algorîtmayên me, dersên me, încîlan û vedayan jixwe xistine di hiþê me da. Carinan heta digihe dereceya karîkatûrîzekirinê jî. Yek radibe sûcê dixe ser komployê, yek tilîyê li globalîzasyonê ba dike, li hêlekê em li ber mirinê þaþ û metel mane, li hêleke din hindek soza wê yekê dikin ku nirxên mirovatîyê li hêza xwe vegere, li vir em bawer dikin ku kapîtalîzm dê bicehime, lê li wir dibêjin ku dê cardin were ser hemdê xwe. Li vir em filan hikumetê, li hêla din filan kom û girseya neberpirs tawanbar dikin. Bîyopolîtîk an jeopolîtîk, vîropolîtîk, coronapolîtîk… Qet nebe em ê jêderên jixwe lawaz yên vê konsepta bedbext biqedînin.
Talî lê qewî girîng, em qet nekevine nav texmînan, hesab û ferazîyeyan, teþxîs û pêþbînîyên li ser paþeroja pandemîyê. Lewre ya eseh li ber me ye: heya kû derê û çawa ew ê belav bibe, heya kîjan astê dê bandora wê çêbe û ev bandor kîjan in… Ya rast, em dest bi serdemekê dikin ku bêtir ji hemû carên pêþtir ne dîyar e ka dê çi bi xwe bîne pêþîya me. Bê guman, ev nedîyarî ye tiþtê herî ecêb û karîger ji bo mirov û gelheyên ku hînî berdewamîyeke bi bername bûne.
Karantînaya mekanî tiþteke ne ewqas mezin e li ber karantînaya zemanî: Ji niha û pê de, paþeroj bi eþkereyî dibe nedîyar û þêlû û tarî. Me ji bîr kiribû ku ev cewher û esasê wê ye.
**
Jean-Luc Nancy Kî ye?
Di sala 1940’î da li bajarê Bordeauxyê (Bordo) ya Fransayê ji dayik bû. Yek ji fîlozofên herî girîng ên serdema nûjen e. Bi salan, li Zanîngeha Strasbourgê di beþa felsefeyê da ders da. Di serî da Descartes, Kant, Hegel û Heidegger, li ser gelek fîlozofan metnên lêkolînî nivîsîne. Ji bilî vê, bo hevçaxên xwe yên Fransî yên sedsala 20'emîn wekî Jacques Lacan, Georges Bataille, Maurice Blanchot û Jacques Derrida çend metnên cur bi cur nivîsîne ku tê da bersiva wan dide.
Mijarên wî yên sereke ku li ser dixebite ev in; kêþeya civatî, xwezaya sîyasetê, romantîzma Almanî, psîkanalîz, edebîyat, teknolojî û hermeneutîk. Nancy, bi xebata xwe ya bi navê La communauté désoeuvrée tê naskirin ku pê pirsgirêka bingeha civat û polîtîkayê ji nû ve anîye rojevê. Blanchot û Agamben bi metnên xwe yên, ji berêvkî ve, bi navê Unavowable Community û The Coming Community bersiva wî dane.
Nancy, di sala 1992’an da ji dilê xwe emelîyat bûye û ev serpêhatîya xwe, di yek ji kitêbên xwe yên herî zêde hatîye xwendin, Corpus’ê da analîz kirîye.
Fîlozofê Fransî, di van demên dawî da, bi nîqaþa li hember Agambenî ku li ser bandor û encamên polîtîk ên pandemîyê bû, cardin ket rojevê. Agamben, bergirîyên li dijî belavbûna pandemîya koronayê ku ji teref hikûmeta Îtalî ve hatine girtin, wek hincetên qaydekirina rewþa awarte (state of exception) dinirxîne. Li hember vê ramanê, Nancy, bi dêrandina bîyolojî û polîtîkayê li dijî vê fikrê derdikeve û dibêje di serdema postmodern da rewþa awarte tevî zêdebûna hereket û têkilîyên têkel jixwe bûye qayde û qûralên ji rêzê. Loma li gor wî, desthilatdara bîyopolîtîk naþê tenasûl û zêdebûna mirovan û xisletên tendûristî yên mirovahîyê bi paradîgmayeke giþtî polîtîze bike.
Têbiniya Diyarnameyê: Ev hevpeyvîn roja 28'ê adara 2020'an di kovara Marianne de bi fransizî hatiye weþandin. Hevpeyvîna ku Nicolas Dutent kiriye ji aliyê Bîlal Ata Aktaþ û Cîhan Baydemîr ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û Ergîn Opengîn sererastkirina wê kiriye. Me ji malpera kurdarastirmalari.com girtiye.