• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

'Emê konê li darxin'

Dîrok : 18 04 2020 | Beþ :

DilÅŸêr Bêwar

Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan ÅŸemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûÅŸe xûÅŸek xweÅŸ bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, ÅŸaneÅŸîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piÅŸtî nîvroyê ÅŸaneÅŸînê diÅŸom. Xaliyê li ÅŸaneÅŸînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarÅŸevê tînin, dibên “emê konê li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê ÅŸaneÅŸînê  eferimek bexÅŸî wan dike.
Li ser banê avahiya hember du mêr rûniÅŸtîne. Mîna celewê qerqaÅŸ kevokan dor li wan girtiye. Kevok qasî çend deqeyan ji ber çavan winda dibin dîsa vedigerin ser koxika xwe. Bi darê çend ÅŸaneÅŸînan ve  xalî dardakirîne. Çîpe çipa avê ye, dinuqute... Dengê cîranê kêlekê bi ser min dikeve. Radibim dikevim temaÅŸeya wî a xalî ÅŸûÅŸtinê. Jina wî wexta min dibîne dibiÅŸire. Deng li mêrik dikim bi ken:

- Ka ÅŸixulê malê karê jinan bû? Çi hat bi serê beradên te da? 

Bi ken dibê:

- Kar tune aciz dibim ji aciziyan e...
Ji xanima wî re dibêm ka xwe bide alî vê roja pîroz bigrim bin qeydê...

Wekî tê zanîn tevî Stenbolê li sî û yek bajarî ji ber koronayê derketina derve du rojan qedexe ye. Bermayiyan ji xwe re dikim bahane bi qutiya bermayiyan re berê xwe didim derve.
Darên mêweyan li çîçegan rûniÅŸtîne. Ji bo ekrana têlefona xwe çend wêneyan dikiÅŸînim. Mozek tê li çîçegê rûdine bi tikandina wêne kiÅŸandinê re tu nabê filaÅŸa têlefonê vêxistiye moz bi firê dikeve. 

Wexta dikim vegerim malê sîperikek li ber çavê min dikeve. Ji bo wêneya wê jî bikiÅŸînim qederek bi çavan perperokê diÅŸopînim. Xwedê jê ne razî di nava ewqas giya, gul û çîçegan de tere li ser xweliya rût datîne. Çend gava ber bi wê ve diçim dîsa bi firê dikeve. Ji neçarî para stûyê xwe dixurinim.

Destê xwe diÅŸom. Têlefona xwe "dezenfekte" dikim berî didim ÅŸaneÅŸînê. Xirminiya ava çaya semawerê ye. Çayê dem dikim. Cixareya xwe dipêçim... 

Lê hay dibim ji mijara esli a min dixwest binivîsînim ra cî nemaye.
Dilê min hebû qîra xwe li Cemil Oguz bida. Ser û goyê camêr hero ÅŸûÅŸtiye. Min hê rojek tayek bi rûyê wî ve neditiye. Rûyê wî tim kurkiriye û porê wî yê qasî guniyan gur ÅŸekiriye. Malûm ji ber koronayê kuafor jî girtîne. Çareya rû û por em bibên dî, gelo niha mûyê bi guhê xwe çer hil dike? Deriyê me, hîç nebe ê min ji pêÅŸniyaran re vekiriye. Nebên ÅŸewitandina mûyan her mêr wê dizane. TiÅŸtek orjînal bibînin û bêjin.

 


Hûn dikarin li van jî binêrin