Rêþad Sorgul û keda wî ya salan
Diyarname
Nivîskar Rêþad Sorgul ku ji zarokatiya xwe ve klasîkan dixwîne, bi wan mezin bûye niha wan dinivîse û deng dide wan. Herî dawî bi navê "Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyan" pirtûkek nivîsî lê ew çap nekir, xwend, deng dayê û wekî vîdyo di youtube de par ve kir. Em vê mehê wî di beþa "Portreya Mehê" de dikin mêvan.
Nivîskar Rêþad Sorgul di sala 1968'an de li gundê Qerqatkê ya Çinara Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Amedê xwendiye. Ji zaroktiya xwe heta ji welat derket cotkarî kir.
Sorgul di sala 1991'ê de çû paytexta Misrê Qahîreyê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Bêrûdê þaxê Iskenderiye beþa Huqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Azherê beþa dîrokê xwend. Di rezbera sala 1994'an de ji Qahîreyê derket. Piþtî çar mehan xwe gihand bajarê Hannover yê Almanyayê. Du salan jî di derxistina kovara Baweriyê de xebitî.
Pêvajoya Sorgul a ligel çapemeniyê ku hê ji didome di sala 1997'an de dest pê kir.
Di Gulana sala 1997'an de li MED TV'ê dest bi xebatê kir. Paþê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV dixebite.
Heta niha ligel pêþkaþêvaniya nûçeyan wî hin bername jî amade û pêþkêþ kirin. Sorgul niha berê xwe daye youtube jî. Ew berhemên xwe dixwîne û wekî vîdyo di youtebe de bikar tîne. Li ser vê yekê dibêje, "Pirtûkeke Kurdî dema tê çapkirin herî zêde du hezar tene têne çapkirin û belkî du hezar caran jî nayên xwendin. Îca berhemên min xwendine, bi awayekî ez ne li bendê bûm li wan hatiye guhdarîkirin. Mînak kurteçîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekeriya, min beriya bi salekê xwendiye û niha hejmara yên lê guhdarî kirine, xwe gihandiye þesed hezarî û ya rastî ev hejmar ji bo Kurdî pirr baþ e. Belkî her kesê li vîdeoyê nêriye, guhdarî nekiriye. Dîsa jî ev hejmar gelekî hêja ye. Ji lewra min xwest vê berhema xwe ya nivîskî bi vî rengî li ser tevna înternetê biweþînim û nexasim jî li ser youtubeyê." (Ji hevpeyvîna Yenî Ozgur Polîtîka)
Sorgul berhema xwe ya nû "Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyan" bi vî awayî belav kir. Li ser vê berhemê jî wisa dibêje, "Ez ji zaroktiya xwe ve Feqiyê Teyran dixwînim û gelek tiþtên wî di mejiyê min de bi gewde bûne. Lewma di nava vê çîrokê de ez wekî ava rûbarekî têkilî behrê bûme.”
Nivîskar Rêþad Sorgul li Ewropayê jiyana xwe didomîn e û her wiha berhemdariya xwe jî.
Berhemên wî:
- Veger / Weþanên Rewþen / Almanyayê / 2001 / Ceribandin
- Evdalkovî / Weþanxaneya Mezopotamyayê / Almanyayê / 2004 / Bîranîn
- Seydayê Min / Weþanên Belkî / Amed / 2007 / Çîrok
- Niqutî Dilê Min / Weþanên Welat WW / 2010 / Roman
- Pêjna Feqî / Weþanên Welat WW / 2013 / Çîrok
- Gurxenêq / Weþanên Aram / Stenbol / 2015 / Çîrok
- Çilguliyê / Çîroka dijîtal
- Kurê Pîrê û Sê qismet / Çîroka dijîtal
Ligel ev pirtûkên wî yên bi kurdî wî gfelek pirtûk ji tirkî wergerandine kurdî
Lînka navnîþana wî ya vîdyoyê ev e:
https://www.youtube.com/channel/UCLmanicIfegJmUoR0fzR-jA