Fermo e-romaneke nû: 'Armonîkaya Hêþîn
Diyarname
Nivîskarê me Cîhan Roj romaneke nû lê kir û ji bo yên bixwazin bixwînin ew niha wekî e-roman li ber destên we ye. Lîka romanê li bin nûçeyê ye, yên bixwazin dikarin daxin.
Nivîskarê me Cîhan Roj heta di warê helbest, çîrok û romanê de bi ser dehî re pirtûk nivîsandine û weþandine. Roj par ji nivîsên xwe bi navê "Edebiyata Modern a Kurdî" pirtûkek amade kir û ew pirtûk me ji ser Diyarnameyê re wekî e-pirtûk weþand. Niha em romana wî ya nû jî bi vî awayî digihînin ber destên we.
Romana ku bi navê "Armonîkaya HêþîN" nivîsandiye, ji 55 rûpelên A4 pêk tê.
Mijara romanê
Di romanê de karaktera sereke Polîþan e. Polîþan ji malbateke paþazade ya kurd e ku hatîye sirgûnkirin. Malbata wê di heman demê de bi edebîyat û hunerê re eleqedar bûye. Polîþan bi kesekî tirk yê alîgirê laîkiya hiþk e bi wî kesî re zewiciye, pey re dev ji hev beredane.
Fesîh Mûþî ye. Wexta wextê bavê wî Mehdî Zana weke mînak bo wî nîþan daye. Fesîh terzîtî dike. Þîret û hêviyên bavê wî di bîra wî de ne. Ew hewl dide bi xwendin, lêkolînan pêþ ve biçe, vegere welatê xwe û bibe þaredar.
Polîþan bi dansê hewl dide bibe mîna Leîla Bedirxanê, Fesîh jî hewl dide bibe mîna Mehdî Zana. Wexta Fesîh diçe sahafan û tê, li wir jî tabloyên jiyana rojane ya polîtîk ya vî welatî û ya jiyana hin çepgiran ya dema me tê rojevê.
Lêgerînên Polîþan û Fesîh dewam dikin. Heya rêya Polîþanê bi Wanê dikeve. Li Wanê Polîþan rêya xwe dibîne, guherîneke mezin lê diqewime.
Cîhan Roj kî ye?
Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965’an de li gundî Înaqa Gimgima Mûþê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Gimgimê xwendiye. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa kurdî ve eleqedar e.
Roj ji sala 1993'yan heya sala 1997'an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêþniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Roj ji mamostetiyê malniþîn bûye, hê li Îzmîrê dijî.
Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weþandin. Ev demeke dirêj e di malpera "Diyarname.com" de qunciknivîskariyê dike.
Heta niha 14 pirtûkên wî çap bûne û bi romana niha re didu jî wekî e-pirtûk derketin.
Ji pirtûkên wî romana "Perde" bi navê "Mahrum" ji bo tirkî hat wergerandin û weþandin.
Heta niha ev pirtûkên Cîhan Roj hatine weþandin:
- Ratîka (Helbest), Weþanên Sî, 2002, Stenbol
- Meyman, (Çîrok), Weþanên Lîs, 2006, Amed
- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weþanên Do, 2008, Stenbol
- Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weþanên Do, 2008, Stenbol
- Gîtara Bê Têl, (Roman), Weþanên Do, 2009, Stenbol
- Meþa Moriyan, (Roman), Weþanên Evrensel, 2011, Stenbol
- Perde, (Roman), Weþanên Na, 2012, Îzmîr
- Sehne, (Çîrok), Weþanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013, Duhok
- Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weþanên J&J, 2014, Amed
- Serkêþ, (Roman), Weþanên J&J, 2014, Amed
- Hurcahil (Roman), Weþanên J&J, 2015, Amed
- Reþ (Roman), Weþanen J&J ,2015, Amed
- Av Berf (Helbest), Weþanên J&J, 2018, Amed
- Mala Baz (Roman), Weþanên J&J, 2018, Amed
E-pirtûk:
- Edebiyata Modern a Kurdî / Gotar / 2019
- Armonîkaya Hêþîn / Roman / 2020
Ji bo yên bixwazin bixwînin, fermo lînka daxistina romanê: