Pisporê alman: DAIÞ dibe tolê ji kurdan hilde
Pisporê alman ê Rojhilata Navîn Guido Steinberg piþtî kuþtina Bexdadî wisa got: "Talûkeya DAIÞ'ê didome. Rêxistin dê bike dû tolgirtinê, serê pêþî dibe ku hedef kurd bin."
Ji Weqfa Polîtîka û Zanist a li Berlînê pispor Steinberg ji bo Dautsche Welle axivî ye. Hevpeyvîna Terry Martin kiriye me wergerand kurdî:
Deutsche Welle: Ebubekir el Bexdadî ji bo DAIÞ'ê çiqas girîng bû û kuþtina wî ji bo rêxistina terorê DAIÞ'ê tê çi wateyê?
Guido Steinberg: El Bexdadî ji bo DAIÞ'ê gelek muhîm bû. Di sala 2010'an de dema bû berpirsê DAIÞ'ê hejmara leþkeran ne hezar kes bû jî. Di çar salan de li Sûriye û Iraqê bi awayek dewletek derxist holê. J ibo DAIÞ'ê dîtina rêberekî nû wekî Bexdadî dê gelek zehmet be.
Mirina El Bexdadî dê DAIÞ'ê lawaz bike?
Di astekê de belê, ji ber ku El Bexdadî ku xwe wekî xelîfe ragihandibû bi wasî wî kesek bê rehm, baþ organîzebûyî û ji aliyê îdeolojîk ve motîvekar tune ye, zehmet e kesek wisa bibînin. Ev yek dê rêxistinê lawaz bike. Lê li aliyê din DAIÞ hebûna xwe didomîne. Ne tenê li Sûriye û Iraqê li hemû cîhana Îslamê.
Piþtî ku hêzên taybet yên Amerîkayê El Bexdadî kuþtin, a rast piþtî ew gihîþtin wî, wî xwe teqand, dixuye ku Serokê DYA'yê Donald Trump bi vê serbilind bûye. Li gor baweriya te, ev operasyon dê bandorê li têkoþîna dijî terorîzmê ya DYA'yê ya li Rojhilata Navîn bike?
Ez ne bawerim. Li aliyek hukumeta heyî ya Amerîka di têkoþîna dijî cîhatparêzan de angaje ye, lê li aliyê din Amerîka dixwaze ji Sûriye û Iraqê vekiþe û bala xwe bide ser Asyayê. Ev rewþ dê têkoþîna terorîzmê ya li Rojhilata Navîn lawaz bike. Ev yek jî ji bo ewropayiyan tê wateya derketina pirsgirêkê, lewre ji aliyê teorîk ve divê cihê Amerîkayê ew bigirin. Her kesê li Sûriye û Tirkiyeyê dijî ji DYA'yê wêdetir zêdetir bandorê li me dikin.
Operasyona dijî El Bexdarî li erdnîgariya ku hêzên gerdûnî û herêmî beþdarî pevçûnan bûne, li bakurê Sûriyeyê hat kirin. Tu bawer dikî ku di demek nêz de li vê herêmê îstîkrarek saz bibe?
Ez ne bawerim. Ligel ku Serokdewletê Sûriyeyê Beþar Esad di þerê navxweyî de ji aliyê fiîlî ve bi ser ketibe jî, heta ku li her derê welat qontrolê bigire bin destê xwe dê hê demek dirêj þer bidome. Her ku þer bidome dê DAIÞ rola xwe bidomîne.
Tu bawer dikî ku dê mîlîtanên DAIÞ'ê ji bo tolhilgirtina rêberê xwe êrîþên terorî li dar bixin?
Ev yek teqez mimkûn e. Lê Jixwe bi salan e talûkeya êrîþên DAIÞ'ê heye û e yek didome. Lê aliyê ku divê bikevin nava metirsiyê kurd in. Ji ber ku em niha dizanin ku operasyona leþkerî ya Amerîkayê ya li dijî El Bexdadî li bajarê Hewlêrê yê li Bakurê Iraqê dest pê kir.