Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in
Her ku agahiyên muhîm tên ev nûçe tê nûkirin:
18.00: Macron, Merkel û Johnson dê ligel Erdogar hevdîtinê çêbikin
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron êrîþa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava wekî dînîtî bi nav kir û got: "Ger DAIÞ carek din zindî bibe berpirs Tirkiyey ye."
Macron got ku em wekî Ewropa ji bo Tirkiyeyê bînin nav pozîsyoneke maqûl bi hev re kar dikin û got: "Li ser Tirkiyeyê me biryareke hevbeþ girt. Em çekfirotina ji bo Tirkiyeyê da rawestandin. Ligel Merkel (Serokwezîra Almanyayê) û Johnson (Serokwezîrê Îngilistanê) me biryar da ku di hefteyên pêþ de ligel Serokomar Erdogan hevdîtinê çêbikin. Îhtîmal e li Londonê emê hevdîtinê çêbikin."
Macron di heman demê de got ku welatên Rojava û NATO'yê ev qeyran xirab bi rê ve bir û kurdên me yên mutefîk nîvê rêde hiþtin ku ev yek dê bibe sedem ku em li qadê þirîkên ligel me þer bidin peyda nekin.
16.00: Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in
Serokomarê Çekyayê Milos Zeman di televîzyonek de axivî got: "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kurdah wekî 'terorîst' bi nav dike lê ez wisa nafikirin. Berevajî vê ez her jixwe dipirsim yên ku êrîþê kurdan dikin, siyasetmedara jin a kurd kuþtin, wekî hovan mirovan dikujin terorîstin an na."
Zeman diyar kir ku DYA û YE'yê li hemberî kurdan îxanet kir û got: "Dema pêdiviya me bi wan ji bo þerê li dijî DAIÞ'ê hebû me ew rûmetdar kirin û niha em piþta xwe didin wan."
15.00: Tusk: Hevdîtina Pence-Erdogan ne li gor ev daxwazên me ye.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk û Serokê Komîsyona YE'yê Jean-Claude Juncker berî peywira wan bi dawî bibe cara dawî ligel rêberên Ewropayê hatin ba hev. Tusk li ser pirsek wisa got: "Li ser Tirkiyeyê ez naxwazim xirecirê zêdetir bikim an jî xirecirên nû derxim holê. Rewþa niha ya di navbera Tirkiye û YE'yê de ne xweþ e. Em bên ser qaþo aþtiyê, ez ne li benda vê bûm. Jixwe ev ne þerawestin e jî, bi vê dixwazin kurd çekan berdin. Divê em bi biryar bin. Em banga xwe ji bo Tirkiyeyê nû dikin ku bila operasyonê bi temamî bide sekinandin, leþkerên xwe bi paþ ve bikiþîne û li gor hiqûqa navneteweyî ya mirovî tevbigere. Hevdîtina Pence-Erdogan ne li gor ev daxwazên me ye."
14.00: Sedî 61'ê amerîkî: Divê em kurdan biparêzin
Rojnameya USA Today û Kompaniya Lêkolînê Ipsosê bi hev re lêkolînek çêkir. Li gor lêkolînê sedî 54'ê gelê li DYA'yê difikirin ku bi biryara Trump a vekiþîna leþkeran ji Sûriyeyê îtîbara DYA'yê xira bûye. Sedî 61'ê gelê DYA'yê baweriya wan e ew e ku divê DYA kurdan biparêze.
Lêkolîn rojên 16-17'ê mehê ligel 380 Demokrat, 413 Koparparêz, 112 Serbixwe bi temamî ligel 1006 hilbijêrî hatiye çêkirin û para xetayê sedî 3.5 hatiye qebûlkirin.
13.00: Rêberên YE'yê: Tirkiye bila operasyonê rawestîne
Rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê hatin ba hev û di dawiya hevdîtinê de danezanek belav kirin. Têde wisa gotin: "YE tevgera leþkerî ya yek alî a Tirkiyeyê ya li hemberî bakurê rojhilatê Sûriyeyê þermezar dike. Ev tevger ewlehiya YE'yê û têkoþîna li hemberî DAIÞ'ê tehdîd dike.
Rêberên YE'yê wisa got: "Em dîsa bang dikin ku Tirkiye dest ji operasyonê berde, leþkerên xwe bi paþ ve bikiþîne û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em biryara rawestandina çekan a Konseyê ku di 14'ê mehê de hatibû girtin bibîr dixin.
09.30: Senator Murphy: Bi vê biryarê kurd bi tenê hatin hiþtinLi ser biryara di navbera Tirkiye û DYA'yê ya li ser Rojava de Senatorê Connecticutê Chris Murphy ji ser twittera xwe re wisa nivîsî: "Bi sernavê nexapin, peymanê bixwînin. Ev teslîmbûn e. Navbera dane þer ji bo kurd ji ser axa xwe veqetinin e. Ma aliyê wê yê muhîm ew e ku dema Trumpî kurd xapandin destûr dide ku 120 saet li kurdan nedin? Vê peymanê kiriye ku Tirkiye demek dirêj axa kurdan dagir bike."
09.15: Þaban: Ev dagirkirin e
Þêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beþar Esad a bi navê Buseyna Þaban ji bo televîzyona al-Mayadeen axiviye û meseleya "herêma bi ewle" wekî "dagirkirin" bi nav kiriye.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek
- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Þampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aþtî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiþtên ku dê bike eþkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Baþûr dest bi çalakiyan dikin