Bi kayûman dest danîn ser Þaredariyên Culemêrg, Nisêbîn û Geverê
Diyarname
Hevþaredarên Nisêbînê Simire Nêrgiz û Ferhat Kut, Hevþaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaþar duh ji aliyê dadgehan ve bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn tewqîfkirin. Îro Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayyûman dest danî ser her du þaredariyan. Wezaretê Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar ji bo Nisêbînê, Qeymeqamê Geverê Osman Dogramaci ji bo Geverê wekî kayyûm tayîn kir.
Her wiha Wezaretê bi kayûmê dest danî ser Þaredariya Culemêrgê jî. Wezaretê ji dêvla Hevþaredar Cîhan Kahraman Walî Îdrîs Akbiyik wekî kayûm þand wir.
Her sê þaredarî du sal berê jî bi kayûmê hatibûn desteserkirin lê di hilbijartina 31'ê adara îsal de kurdan ew dîsa bi dest xistibûn.
Heta niha Wezaretê bi kayûman dest daniye ser van bajar û navçeyan:
Amed:
- Þaredariya Bajarê Mezin
- Pasûr
Wan:
Þaredariya Bajarê Mezin
Mêrdîn:
- Þaredariya Bajarê Mezin
- Nisêbîn
Erzerom:
- Xinis
Culemêrg:
- Þaredariya Navendî
- Gever