Pêþniyara vê hefteyê: 'Gorulmuþtur' li benda we ye
Diyarname
Vê hefteyê 12 fîlm ketine vîzyonê. 6 yên ji derveyî Tirkiyeyê ku ji van 3 anîmasyon in, 6 jî ji Tirkyeyê. Ji nav fîlman em "Gorulmuþtur" derdixin pêþ.
"Gorulmuþtur" (Hat Qontrolkirin) fîlmê derhênerê kurd Serhat Karaaslan e. Fîlm yekem car li 54'emîn Festîvala Fîlman a Karlovy Vary hat nîþandayîn. Paþê îsal li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û dûre li ya Enqereyê bû mêvan. Fîlmî ji Stenbolê Xelata Senaryoya Herî Serketî, ji Enqereyê jî xelatên wekî Senaryo, Vesazkirin, Lîstikvanê Herî Serketî, Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî û Xelata Fîlmê Serketî ya Siyadê girt. Fîlm heftekî berê li Festîvala Duhokê bû jî û ji wir jî bi Xelata Senaryoyê ya Herî Serketî vegeriya.
"Gorulmuþtur" van rojan li "!F Ýstanbul"ê jî di beþa pêþbaziyê de ye îro ket vîzyonê.
Di fîlm Berkay Ateþ, Saadet Iþil Aksoy û Fusun Demirel, Ýpek Turktan, Kaynak, Erdem Þenocak, Mufit Kayacan, Banu Fotocan dilîzin.
Dema girtî nameyan diþînin derve yan jî ji derve ji bo wan name tên li girtîgehê komîsyonek heye ku van nameyan dixwîne, qontrol dike, tiþtek siyasî hebe serê wê xêz dike paþê diþîne. Zakîr (Berkay Ateþ) jî yek ji endamên vê komîsyonê ye û nameyan qontrol dike. Rojek nameyeke tê ku têde wêneyê keçikek heye. Zakir dil ber dide keçikê, nameyê nade xwediyê wê û dikeve dû çîroka vê keçikê.
Bêyî biqîre yan bikeve aliyên wê yên siyasî fîlm çîrokek cihêreng ji ser girtiyan, girtîgehan pêþkêþ dike û hêjayî temaþekirinê ye. Ji ber vê ji nav fîlmên vê hefteyê vê derdixin pêþ û pêþkêþî we dikin.
Wekî notek din, "Gorulmuþtur" di navbera 23-29'ê mehê de jî dê beþdarî Festîvala Fîlman a Kozeya Zêrîn a Edeneyê bibe. KUNYE: "GORULMUÞTUR" Derhêner/Senaryo: Serhat Karaaslan Derhênera Dîmenê: Meryem Yavuz Vesazkirin: Ali Aga Lîstikvan: Berkay Ateþ, Saadet Iþil Aksoy, Fusun Demirel, Ýpek Turktan Kaynak, Erdem Þenocak, Mufit Kayacan, Banu Fotocan Sala Kiþandinê: 2018, 95 deqîqe
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Zoo Wars 2 / Derhêner James Snider
- Rambo: Last Blood / Derhêner Adrian Grunberg
- Ad Astra / Derhêner James Gray
- Manou the Swift / Derhêner Adrea Block, Christian Haas / Anîmasyon
- Zoo Wars 2 / Derhêner Evan Tramel / Anîmasyon
- Farmtastik Fun / Derhêner Pippa Schooler / Anîmasyon
- Gorulmuþtur Derhêner Serhat Karaaslan
- Annem / Derhêner Mustafa Kotan
- Kîn / Derhêner Mohsen Rabiei
- Hur Kole / Derhêner Mehmet Tanrisever
- Siddah / Derhêner Funda Tirpan
- Baglilik Asli / Derhêner Semih Kaplanoglu
**
Nivîsek li ser "Gorulmuþtur":
- Du fîlm, du derhênerên kurd, du gotin