'Gere ceza nedin boykotvanan'
Enqere
Rojnameya Referansê li ser YSK, boykotkirin û cezaya vê yekê nûçeyeke weþand.
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) ragihandibû yên ku di referandûmê de neçin deng bikar neynin wê ceza li wan bê birîn.
Di hilbijartinê borî de jî heman tiþt hatibû gotin lê ceza li kesî nehatibû birîn.
Di nûçeya rojnameya Referansê de hiqûqnas wisa dibêjin: "Yên ku deng nedin wê bêne cezakirin biryareke Derbeya 12'yê Rezberê ye. Ger hikumet vê yekê bîne cih wê bi kirinên xwe re bikeve nav nakokiyê"
Li Tirkiyeyê sedî 73.7 kes çûn cem sindoqê û deng bikar anîn û hate gotin ku yên ku deng bikar neatiye wê 22 TL ceza bixwin. Ger Wezareta Maliyeyê cezayê bide wê 301 mîlyon û 23 hezar u 426 TL bikeve bêrîka xezîneyê.
YKS di salên borî de ji ber sedema "pereyê posteyê yên ji bo teblîgê zêdetir diçin" ceza li kesî nebirî bû.
Herî dawî di hilbijartina ji bo serokomarî ya di sala 2007'an de YSK wekî ceza 17 TL diyar kiribû lê ji kesî nexwestibû.
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Bîlgî Prof. Turgut Tarhanli gotiye ku dayîna cezaya pereyan ne kareke demokratîk e û ev yek lê zêde kiriye: "Cezaya birîna pereyan bi Derbeya 12'yê Rezberê re keti nav pergala hilbijartina tirk. Ji ber vê yekê ger hûn ketine rê û hûn dibêjin emê hiqûqa 12'yê Rezberê biguherînin, wê çaxê divê hûn cezaya pereyan a di hilbijartinê de ji holê rakin."