Mele û keþeyên taxa me
Berfîn Dîcle
Taxa me taxa þêx û melan bû, keþe jî jê kêm nedibûn!
Destê min diterikîn, li ser rêya mala me dikaneke kozmetîkê hebû. Gava di ber re derbas bûm, ji bo kremê bistînim, ketimê. Ez çav bi hevala xwe ketim ku waye li wir e û heye bi qandî barê kerekî jî amûrên meqyajê li ber e û hê jî çavên xwe li hinekî din digerîne.
Min got: Xêr e tu û Îsmail çima li hev nakin?
Hema bi her du destên min girt û got: Bi qedrê Xwedê kî, tu ji ku pê hesiyayî, kî ji te re got?
Min got: Ev çend roj in tu ne li ser hemdê xwe yî; te çûyî te porê xwe kur kir, libasên nû kirîn û niha jî van tiþtan dikirî. Gava jin bi vî awayî tevbigerin nexêr e...
Em hêdî hêdî ji dikanê derketin û ber bi kar ve meþiyan.
Got: Çendekiye bi guman im ji Îsmaîl. Qey dibêm xwedî dostike...
Min lê fitiland: De na lê, Îsmaîl tiþtên wisa nake...
Got: Na na, te ji zû de ye ew nedîtiye, li ser tiliyan direqise. Bi ya min nake. Bi dizîka telefonê dike, gava ez ber pê diçim, ji niþke ve telefonê digre...
Hefteyek deh roj bi ser ket, hat cem min. Bihîstiye li kuça me ya kevin, meleyek heye, ji bo bûyerên bi vî awayî niviþtan çêdike û niviþtên wî jî bi carkîne.
Min got: Ez newêrim herim cihên wîsa û ji xwe baweriya min jî pê nayê...
Pir lava kir, gunehê min pê hat...
Em rabûn çûn mala mele. Mele çend niviþt çêkirin û dayê, nizanim ji bo kîjan niviþtî bû, me çû loqim jî kirî. Her yek ji me loqimek avêt devê xwe û xwar. Loqim jî loqim bûn ha, hê jî tehma wê li ser devê min e. Bi dû re, me hêdî hêdî daxwazên mele di sê çar rojan de bi cîh anîn.
Divê niviþtek ji wan niviþtan, bi ava çem de bê berdan, yekî jî bi hespekî bidine xwarin.
Dotira rojê hat ba min û got: Divê ez sibê herim Mêrsînê, gere ez îro van niviþtan ji destê xwe derxim.
Min got: Bi vî halî ez ji þûna xwe naleqim...
Dîsa bi hêvî û rica ez rabûm bi dû wê ketim...
Em her du jî wisa edilandîne, me porê xwe çêkiriye, etekên me li ser çokan in. Ji bo hespê, me da rê û em çûn ber Derîyê Rihayê. Hesp li wan deran hene.
Min got: Vaye me hesp jî dît, îca tu qîza bavê xwe yî loqimê pê bidî xwarin?
Bi lava li min mêze kir.
Min serê xwe li her du alî ve hejand û got: Ne Îsmaîl bavê min ji mezel rabe û li ser diya min bibe xwedî dostik ez newêrim loqimê bidim devê hespî. Û ji xwe bavê min bidîta wê poz û guhê me jêkira.
Hesp jî li erdê mexel daye, geh serê xwe li vî alî ba dide, geh li wî alî. Em nêzî saetek li hev çûn û hatin. De îca li ber jinika eþêfçî milkî nêrgiz hene, wîsa bêhnê dane derdora xwe, mirov pê mest dibe. Min du qevd nêrgiz kirîn û ji dûr ve çavên xwe li alî hespê gerandin.
Axirê hevala min niviþt kir devê hespî. Bê çima tûrîst ne li wir bûn, li ber hespî wêneyê wê jî kiþandin.
Min got: Ger ev rojnameger bin wele çû ji te û ez keniyam.
Em bi lez û bez ji wir dûrketin. Me da rê û em çûn ber devê çem. Ew jî ne hesan bû ha. Li ser riya pirê em ji mînîbusê peya bûn, çem dûrî rê ye, divê em heta nava pirê bimeþin ji bo niviþt bigihîje çem.
De pir jî li ser rêya zanîngehê ye, ez hê nû mezûn bû me, dibe ku mamoste û heval min li ser pir bibînin, îca ez ê çi li ber rûyê xwe bidim. Ez li rawestankê sekinîm û ew çû heta nivê pirê. Axirê kaxiz avêt, lê bûye lepkî û maye... Kîjan otomobîl di ber re derbas bibe disekine û li qornê dixe. Qet derdê van mêran jî nayê kiþandin, lê ji alîkî de jî dibêm ka çi îþê me ye li vir?
Êdî wext dereng e, ne mînîbus tên ne otobus, yên tên jî heta ber dev tije ne. Min destê xwe ji bo otobusa Wanê rakir, li ber me sekinî, me bi zorê xwe avêtê. Ger em biçûna Wanê em ê erzantir biçûna, lê me qet îtîraz nekir...
Do ez çûbûm ser mezelan, min got hemin hatime heta van deran ezê herim taxa me ya nav Sûrê ...
Çavê min bi mala mele ket... Her sê qatên jêr peliþîne, dîwarên qata jor li piya ne...
Rê girtî bûn...
Min ne meydana çêlekan dît ne jî dikana Xana Reþ!!!
Min xwe bixwe got: Ev, ew qas dêr û mizgeftên kevnare û mezin li vê taxê hene, mele û keþe jî jê kêm nedibûn, ew qas tirbe, ziyaret û sehabe lê hene, hema qet yek ji wan, xwe ne dan ber qeda û belayan? Ma qet qedrê wan tune bû? Hema bila Xwedê bida xatirê yekî ji wan, qey nedibû.
Ev qet neket bîra meleyek, þêxek yan jî keþeyek, hema bila; li ser kaxizeke yan jî li ser nalekî du rêzik xêz bikra....
10/09/2017
**
Nivîsên Berfîn Dîcle ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Bandora Mishef û Berheman
- Notên Qarneyê
-