KurteCeribîn
Qedrî Sipranî
1)Rewþa Me
Dibêjin rojekê zalimekî mêze kir belengazek wayê bi aliyê wî de tê, canê zalim aciz bûbû, go ezê hinek ezîyetan li vî bikim belkî bi vî awayî pîçek canaziyê ji ser xwe biavêjim. Feqîr girt avêt erdê û bi pîhna ket ser zikê wî. Wexta feqîr pêhn ji defa sing û zikê xwe dixwar diqîriya digot: Haho bavooo piþta min ...
2)Edalet
Edalet ew e ku meriv ne li kesî nêçirvaniyê bike ne jî ji kesî re bibe nêçir !
3) Eþq
"Derdê dilketinê dilê rezîl zor e pir çetin e
Kevankî ji hesin e kirasekî bi agirî sor e"
(Dengbêj Xenî Markî)
4) Dostî -Hevaltî
Çar çêþîd kes hene ji hêla hevaltîyê de
-Hin kes hene tenê ji neyartîyê ra dibin, mesele dostanîyê çiye nizanin. Wek hurrim hovin nayên kedîkirin
- Hin kes hene tenê ji dostanîyê ra dibin nizanin meseleya neyartîyê çiye. Zêde hatine kedîkirin, ji sosyolojîyê fêm nakin. Wek sofîyên saf in
- Hin kes hene ne ji dostanîyê ra dibin ne jî ji neyartîyê ra. Gerek meriv pirr zêde muhafeza xwe ji wan bike.Yanê bidî dû wan çîrtika davêjin, tu bidî pêþ wan bi pêhna tên te.
- Mirov hene hem ji dostanîyê ra dibin hem jî li neyartîyê ra dibin. Pîvanên herduyan jî baþ dizanin. Ji van çar çêþîdan ya herî bi pîvan û mu'tedîl ev e.
Gotinek xwe da Pêxemberê îslamê jî wiha gotîye: "Dema we ji yekî hez kir bi pîvan hez bikin, dibe ku rojekê ew kes bibe neyarê we, dema ji we ji yekî nefret jî kir dîsa bi pîvan û mu'tedîl nefret bikin,dibe ku rojekê ew kes bibe dostê we"
5) Tevlihevîya Durist
Pîvaz jî nî'metek ji nî'metên xwedê yên herî xweþ e. Xagî jî tê xwarin, tu bikelînî jî tê xwarin, tu dikarî tevlî nav pir çêþîd xwarina jî bikî ku tehmek xweþ dide wan, lê dema tu pîvazê tevlî nav avê bikî hem av genî dibe hem jî pîvaz.