Salih: Serketina min a herî mezin min karî hestên Cizîrî piþtî 500 salan zindî bikim
Hevpeyvîn: CANO ÞAKIR / WILDESHAUSEN
Rojavayê Kurdistanê wekî hemî parçeyên din ên Kurdistanê bi hunera xwe dewlemend e. Hunermend Zûbêr Salih yek ji wan e ku li her çar parçeyan tê naskirin. Ew di sala 1965'an de li gundê Delîkê yê Dirbêsiyê li parêzgeha Hesekê hatiye dinê. Hunermend Zûbêr Salih di malbeteke eleqedarê hunerê de mezin bûye. Bavê wî Osê Salih, dengbêjekî naskirî bû. Heger em baþ guh bidin þêweyê hunera Zubêr Salih, em ê bi awayekî raste rast zanibin ku çavkaniya hunera wî ji çanda dengbêjiyê hatiye û ji wê kaniyê av vexwariye.
Di dawiya salên 1978-1980'yî de wî ji xwe re stîlek, rengek hilbijart û dakete meydana hunerî. Heta salên 1990'î wî gelek berhem çêkirin. Zubêr Salih bi dengê xwe û rengê hunera xwe cihê xwe di nava heskiriyên xwe de çêkiriye. Wî hestên Melayê Cizîrî bi muzîka xwe vejenî û ji wan re bû dengek. Þiîrên Melayê Cizîrî eþq û vîna bi jinê re û suhbetên Cizîrî yên di asoyên xeyala wî a ku her bi peyvên li ser rûpelan sincirî ne, û Zubêr Salih jî ev hemî tevlî çemê û kaniyê hunera xwe kir û niha hemî aþiqên strana kurdî jê avê vedixwin. Em bi Zubêr Salih re li ser huner û jiyana wî peyivîn.
Gelo cenabê te wê êdî derbasî qonaxeke din bibe? Gelo Zubêr Salih giha armanca xwe di geþta hunerê de?
Jixwe, min çavên xwe di malbatekê de vekirin ku hemî bi hunerê re têkildar bûn. Tevî ku di dema me de û nifþên wekî min, em rastî gelek zehmetiyan hatin, ne tenê wilo zehmetî her wiha bi çavekî biçûk û wekî pêkenokekê li hunerê û hunermendan dihat nihêrîn. Heta, dema em biçûk bûn, dê û bavê zarokên hevalên me, nedihiþtin em bi hev re bilîzin, bela ku malbata me bi hunerê re têkildar bû.
Ez li pirsa te vegerim. Piþtî ku min 370 stran û bi dehan album û vîdeo klîp çêkirin, ez jî wekî gelek ji hevalên xwe yên hunermend giham armanca xwe. Bêguman, ev e jî ne tenê ji bo min e, her wiha min karîbû ew qas kedê bikim ta ku ez dewlemendiyekê li arþîva stran û hunera kurdî bikim. Lê tiþta niha herî seyr ku di vê serdemê de yanî her tiþt di rêya medyayên civakî de mirov bi her tiþtî têkildar e; her kes radibe û xwe dike pisporê tiþtekî. Min erka xwe bi cî anî û hîna vê dewam dikim.
Cenabê te van salên xwe yên berhemdar çawa dibîne, mirov dikare bibêje, salên zêrîn?
Heger tu li paþxana min binihêrî û tu ji heskiriyên min bipirsî, tu wê bi awayekî zelal zanibî ku ev sal ji bo min ne tenê zêrîn in, her wiha ew sal in ku min karîbû tevî hemî zehmetî û barûdoxên jiyanê navekî ji xwe re ava bikim û dibistanekê ava bikim. Bi dehan hunermedên ku reng û þêweyê hunera min ji xwe re esas girtine û niha li meydana hunerê bûn hunermend. Bêguman ev salên hanê salên avakirina dîrokekê ne ku min di vê ezmûna xwe de wekî Mihemed Þêxo û Seîd Yûsiv dîrokek bi hunera xwe da afiriandin. Yanî ew her wiha salên avakirina dîrokeke zêrîn in di hunera min de.
Bi hatina salên 1990´î re tecrubeya Melayê Cizîrî xwe berda nav hunera Zubêr Salih; vê pêvajoyê çi guherînên sereke li ba cenabê te peyde kirin?
Min di rêya hinek hevalên wekî Wijdan Dêrkî û Abdilrehman Dêrkî ji xwe re helbestên Melayê Cizîrî nas kirin. Wê çaxê min ji dîwana Meleyê Cizîrî a bi navê Eqd Al Cewherî du heb helbest hilbijartin yek ji wan bi navê "Sebah ul-xêr" ku heta niha ew bûye mîna sirûdekê li ser devê her kurdî. Li aliyê din tu lê binihêrî, min dikarîbû vê pêvajoya xwe bi hunerê re ku helbestên Cizîrî ku di pirtûkxaneya li ser hev toz gortibûn, ji nû ve zindî bikim. Tevî ku gelek ji heval û kesên min ew nas dikirin kenê xwe bi helbestên Cizîrî û stranên min dikirin, digotin wa Zubêr Salih Quran kiriye stran, lê ev niha ji bo min serketina herî mezin e ku min karîbû hestên Cizîrî ji nû ve yanî piþtî 500 salî zindî bikira.
Têkiliyeke çawa dikare di navbera hunermend û helbestvanan ava bibe? Gelo hinek asoyên rewþenbîrî wan digihîjînin hev?
Min helbestên gelek helbestvanan kirine stran. Seydayê Tîrêj, Xemgînê Remo, Seydayê Bêbuhar. Lê min nikarî yên Seydayê Cegerxwîn bistranda, ji ber tiþta ji bo stranê hebû, hatibû gotin.
Ez werim ser pirsa te, ji xwe her du bê hev nabin. Ya din divê têkiliyek di giyan de hebe da ku her duyan bîne ba hev. Lê li vir pireke çawa dikare di navbera her duyan de bê avakirin? Niha gelek helbestvan helbestê dinivîsin ji bo tenê wekî helbest bimîne, lê bêhtir ew helbest nayê naskirin û belav kirin heta ku nebe stran û li ber guhê guhdaran were bihîstin, ji ber ku di nav hemû gelan û miletan de ew dikarin bêne guhdarî kirin. Kurd jî civaka wilo ne ku ji xwendinê zêdetir dikarin guhdarî bikin.
Yanî helbest çiqasî bilind be û bi wate û nirx be jî, ew ê neyê naskirin heta ku hunermend bi dengê xwe wê neke stran. Helbestvan û hunermend wekî lêv û ziman in, yek tîne ser ziman ya din bi lêv dike; bê hev nabin.
20 salên li beyaban û bendergehên xerîbiyê çi ji Zubêr Salih stand û çi da û hunera wî?
Di van 20 salan de tiþta bi min herî bi êþ ew bû ku ez ji hembêza welatê xwe dûr ketim û ji wî cihê ku min xeyala hunera xwe tê de ava kir. Wekî din li xerîbiyê min gelek kesên nêzîkî xwe winda kirin û dûrî wan bûm û min nikarî di wan kêliyan de ku ew hewcedarî min bûn, li cem wan bim. Yek ji wan a herî giranbuha dayika min bû.
Li aliyê din jî derfetên li vir ji yên li welat pirtir bûn. Dema ku ez hatim jî li welat min bi aweyekî zor û zehmetî karê xwe yê hunerê dikir, lê li vir derfet berevajî welatê me ne, her tiþt li ber destên me ye. Yanî min 20 salên li vir têkilî bi gelek hunermendên navdar re danî. Sefer û rêwîtiyên li welatan derxistina album û beþdarbûna konsert û ahengan, ev jî ji bo min qonaxeke girîng bû. Lê dîsa wê hesreta welat û axê bi min re bimîne.
Yenî Ozgur Polîtîka
**
Têbiniya Diyarnameyê: Di orjînala hevpeyvînê de sernavek din hebû, me guhart û ev lê kir.