Ciwan Tengezar: Mixabin li ba kurdan girîngiya zarokan di asteke nizm de ye
Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Niha albumeke stranên zarokan bi navê “Çar” li pêþberî me ye ku ji bo zarokan xebatek gelek bi qîmet e. Stran jî ji aliyê zarokek ve hatine strîn. Dengek xweþ, muzîkek xweþ. Hêja ye ku hemû zarokên kurd qet nebe demek lê guhdarî bikin. Album ji aliyê hunermend Ciwan Tengezar ve hatiye amadekirin û derxistin. Fikra wî ew e ku dibêje “Paþeroja neteweyeke bindest bi xurtkirina kesayetiya zarokan xweþ û geþ dibe” û vê lê zêde dike: “Bila zarokên me bê av û nan, bê evîn û welat, bê stran û çîrokan nemîne.” Li ser albumê me pirsî, wî bersiv dan. De fermo…
Em kurd her ji bo mezinan pirtûkan dinivîsin, stranan çêdikin lê em zarokan paþguh dikin. Te berê xwe daye xebatek ji bo zarokan. Di vê meseleyê de fikra te çi ye, li gor dinyayê em di kîjan astî de ne?
Ger armanca neteweyeke bindest/dagirkirî ji bo azadî û rizgariyê hebe, divê avakar, afirîner be.
Îro bi duh û sibehê ve girêdayî ye. Îro zarok e, pêþeroj ji bo zarokan e. Pêþeroja neteweyeke bindest bi xurtkirina kesayetiya zarokan ronî, xweþ û geþ dibe.
Bi her gotin û awazeke me, ew ê baxçeyekî rengîn ê bêhnxweþ ava bikin. Ew ê xwe nas bikin û nasnameya xwe bi dest bixin. Mixabin civaka kurdan hê ya mezinan e. Zarên me zû mezin dibin. Em zarên xwe zû mezin dikin. Nebûna bernameyên demdirêj û armanca þêlû dibe sedema paþguhkirina zarokan. Mixabin cîhana zarokan ji aliyê malbat û saziyên kurdan ve hê baþ nayê zanîn. Mixabin li ba kurdan girîngiya zarokan di asteke nizm de ye. Hê jî zarokên kurd bi potansiyela qurbanên þer ji dayik dibin.
Kengê hat bîra te ku tu xebatek wisa bikî? Piþtî vê bîrbirinê te çi, heta ku kir?
Berê ku ez bibim bav, ez têgihîþtim ku ji bo xeyala mezin a kurdan mal û malbat prototîp e; dê-bav roleke girîng dilîze. Tevî ku me li gel gelek dijwarî û astengiyan zimanê malê kiribû kurdî, dîsa jî perwerdeya bi kurdî ya zarokan ne di asta cîhanê de bû, loma jî min hewl da zarokan nas bikim û bibim þagirtê zarokan. Ez bi awayekî zelal dikarim bêjim, ku zanîna xwe ya li ser zarokan ez ji zarokan hîn bûm. Ku hê jî hîn dibim. Herdem þêwirmendên gotin û stranên zarokan, zarokên min (Zarokên min ên li malê her wiha zarokên ku beþdarî kurs û projeyên min dibin) in.
Ne tenê stran û çîrok, gelek tiþtên din hene, ku bibe alîkar ji bo gihîþtina asta hewcedar.
Loma min ferhenga mijaran a kurdî-almanî a berfireh bi beþeke taybet a ji bo zarok û dê-bavan amade kir. Ez ê di derfeta herî nêz de wekî wê hin berhemên xwe biweþînim.
Di albumên hunermendan de piranî em dibînin hin gotinên stranan ên wan in, hin jî stranên gelêrî ne. Di vê de hemû gotinên stranan te nivîsandine. Ev tercihek bû, yan te gotinên stranên zarokan ên gelêrî peyda nekirin... Tu dikarî çi bibêjî?
Ez her li stranên zarokan ên gelêrî digerim. Mixabin heta niha min li gor cîhana zarokan stran nedîtin. Ez ê du stranên gelêrî wekî mizgînî ji bo albuma duyem tomar bikim.
Derûniya kurdan ne sax e, ku stranên zaran jî avakar û hêzdar be. Bo nimûne, gava zarok bi strana “De lorî lorî lorî/ kurê min lorî/ bavê te kuþtin dayik bi gorî“ mezin bibin, wê derûniya wan çawa be?
Neteweya kurd bi van gotinan mezin dibe: “Kurê min xulamê te be!”, “Ez xulam!”, “Xwarin pêþî ji bo mêvanan dûre ji bo endamên malbatê.”
Zarok bi perwerdeya dîn a tirsê mezin dibe. Zarok wekî mirîd mezin dibe. Zarok potansiyela mirîdên partiyan mezin dibin.
Nivîsandina gotinên stranan ji bo zarokan hêsan dixuye lê dema ji aliyê pedagojîk û derûniya zarokan ve lê binêre zehmet e. Di dema nivîsandinê de te çi da ber çavan, te çi ji xwe re esas girt û ji aliyê pisporiya meseleyê ve te alîkarî ji cihek/kesek girt?
Rast e. Nivîsandin û awazdanîna stranên zarokan ne hêsan e. Divê mirov bibe zarok. Jixwe yên zarê hinava xwe winda kirine, nikarin bibin berdevkê/a zaran. Min alîkarî ji kesek negirt, lê jidil destekê didim perwerdekar û dê-bavan. Her wiha divê ez bêjim, ku bi qasî 10 sal in, ez tekane projeya ji bo zarên hûr ên 0-5 salî bi rê ve dibim bi navê “Li ber destan”. Albuma min a sêyem bi taybetî dê ji bo zarên hûr be. Giyanê bedena min ez kirim perwerdekar.
Me heta niha baþ dizanî ku ji bo zarokan çîrokxwendin an vegotin gelek muhîm e. Lê niha mijara me ne çîrok, muzîk û stranên zarokan in. Ji aliyê derûniya zarokan ve guhdarîkirina stranan ji bo zarokan tê çi wateyê?
Divê gotinên stranên zarokan hêsan be û divê zarok xwe tê de bibînin. Jixwe pirs ev e: Gelo zarok pê þa dibe, xwe tê de dibîne?
Em bên ser xwendina stranan. Lorîn Hêja stran xwendine. Ew keça te ye. Te wekî hunermendek ligel kar kir, yan wekî keça xwe, hem pêre lîst, hem pêre got û album çêkir... Ev mesele çawa meþiya...
Ji bo ku zimanê malê bibe kurdî min zimanên din li malê asteng kirin. Ev yek jî têrê nekir, min xwendin, nivîsandin û rêzimana kurdî hînî zarên xwe kirin. Berê ku ez projeyê dest pê bibim min keça xwe qane kir û ew hêdî bi hêdî amade kir. Helbet ne hêsan e, ku mirov bi zarokan re bixebite. Jixwe awaz û gotinên stranan me bi hev re, bi kêf û þahî çêkirin.
Mesela qet digot “Bavo bes e” yan “Ez niha naxwazim bistrêm”, filan...
Me gelek caran li studyoyê dengê Lorînê tomar kir. Dema ku sewta wê diçû yan ew aciz dibû, me dihiþt rojên din. Piþtî qedandina albuma yekem got, “êdî ez naxwazim.” Ji bo ya diduyan heta niha hê biryar nedaye.
Ji stranan 6 jê Lorînê gotine, didu jî te. Ev karbeþî li gor kîjan rêbazê te çêkir?
Min xwest ku stranên zarokan ji aliyê zarokan ve bêne gotin ku bandor li zarokan bikin û ew jî pê re bêjin, ku bazara stranên zarokan kesad e.
Yên din jî ji bo xewkirina zarokan in. Min dil kir ku dê-bav jî bi van stranan zarokên xwe bi xew bixin. Ku min ew berê tomarkirina albumê gelek caran ji bo zarên xwe gotin.
Di albumê de surprîzek heye. Ez dil dikim, ku guhdar wê bibîne. Û bersivên pirsên hin stranan bidin.
Du stran bi ya min gelek wê derkevin pêþ. Yek jê "Jimartina hejmaran" e ku hem bi muzîk hem bi naverokê ve dê zarok leztir hîn bibin û jê hez bikin, ya din jî "Ger" e. Li ser vê tu çi dibêjî?
Strana hejmaran, strana min a yekem bû, min ji bo zaran çêkir. Min bi zanistî awazeke govendê hilbijart. Ez dil dikim ku herkes lê guhdarî bike, hem bêje hem jî govendê bigerîne.
Ji nav stranên albumê tu dikarî bibêjî “strana ku herî zêde ez jê hez dikim” ev e?
Her yek ji bo min xweser û taybet e. Ez dil dikim, ku guhdar bi taybetî guhdarên dilzar bersiva vê pirsê bidin.
Kesên ku zarokên wan hene zêdetir qîmetê didin xebatên ji bo zarokan, kesên bê zarok an nezewicandî zêde hay ji meseleyê nîn in. Em bibêjin ne wekî albuma te, albuma kesek din ba, bi ya te divê qîmetek çawa bidîta û divê qîmetek çawa bibîne?
Ger bi riya stranekê zarok yan mezinek ji zimanê kurdî hez bikim, ev yek ji bo min qîmeta herî mezin e.
Bi taybetî jî meseleya ziman, strananên bi kurdî... Ez dixwazim di çarçoveya vê xebatê te çend tiþtan jî tu li ser vê yekê bibêjî...
Min di pêþgotina albumê de wiha gotiye: “Stran û çîrok ne tenê hestên zarokan xurt dike, her wiha ev ji bo zarokan xwendegeh e. Xwendegeha herî mezin ne bi derî û pencere ne bi ban û dîwar e. Alava wê ya sereke zimanê dayikê/malê ye.”
Heta serxwebûna Kurdistanê berpirsiyariya takekesên welatparêzan girîng e.
Rewþa saziyên heyî diyar in, loma ez hêvî dikim, hunermendên navdar û bê nav û deng bibin hilgir.
Her yek ji wan stranekê diyarî zarokan bikin yan jî her yek ji wan bi tecrubeyên xwe destê hunermendê/a zarok û ciwan bigrin û her mamosteyê/a kurdî yê/ya xwedî tecrube destekê bide mamosteyekî/e ciwan, em ê ala ziman bigihin sibê.
Sînorên ziman û çandan hene. Tenê dewletek dikare zimanê kurdî biparêze û bîne asta cîhanê. Heta wê roja mezin divê kurd avakar û afirêner be. Divê seferberiya zimanê kurdî bibe çalakiya sereke ya hemû saziyan.
Miletê ku qedr û qîmeta zarokan nizane jixwe têkçûye. Ew çi dikare bibe xwedî nav û þan, çi dikare bibe xwedî ax û dewlet. Zarok bi evîn û zimanê dê-bav dikemile. Hest û kesayetiya zarokan bi eleqe û piþtevaniya dê-bavan xurt dibe.
Bila zarokên me bê av û nan, bê evîn û welat, bê stran û çîrokan nemîne.
Têbinî: Yên bixwazin dikarin ji ser facebookê re xwe bigihînin hunermend Ciwan Tengezar:
facebook.com/ciwan.tengezar
**
Nûçeya Eleqedar:
- Albuma stranên zarokan "Çar" derket