Hunermend Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
Hevpeyvîn: Bîlal Guldem / MA
Hunermend Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî. Tîhna xwe û civakê bi afirîneriya muzîkek xweþik diþkîne. Berazî ji bo karê xwe wiha got: "Vejîna ku vê þoreþê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê. Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."
Mehmûd Berazî diafirîne, lê dide, li ser tevna civakî belav dike, lê ew bi xwe xuya nake. Gelek kes vî hunermendî meraq dikin û dibêjin "ew kî ye?" Dema mirov li ser kanala YouTube an jî wekî din li muzîka ew diafirîne guhdar dike mirovan ber bi gelek warên jiyanê ve dibe. Awaz ango muzîkek wisa li ser têlên estrûmanan dijenîne ku mirovan mest dike. Hema bêje di bin hemû muzîkên wî de deng xweþiyek awaziyek ku awirên mirovan dibe ser newayên muzîkê heye. Her çiqas ew demek li Amedê xebatên xwe hunerê kir jî lê niha li Rojavayê Kurdistanê karê xwe yên hunerî dike. Wî bi tembûrê dest bi karê hunerê kiriye lê niha ew li gelek amûrên muzîkê dide.
Berazî bi muzîk û þêwaza xwe dikare berxwedana kurdan estetîze bike, wexta vê jî dike xwe dispêre folklora kurdî. Ji ava kurmancî vedixwe, tîhna xwe jî ya guhdarîn xwe jî bi vê diþkîne. Mirov dikare ji bo wî bibêje di muzîka kurdî de hosteyekî "lihevanînê", "lihevanîn" a melodiyên folklorîk a kurdî û form û rîtmên aktuel, lihevanîna destanên kurdî û qewimînên polîtîk û her wekî din. Berazî jî ji bo wan lihevanînan dibêje "Vejîna ku vê þoreþê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê." Û ji bo danîna wê "lihevanînan" jî rojavayê Kurdistanê û þoreþa lê wekî bingeh nîþan dide. Her wiha ji bo karê kirî jî dibêje: "Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."
Heta niha me guh dabûn stranên wî bes vê carê jî em ê guh bidin peyvên wî, peyvên ku ji me re qala hunera wî bike. Berazî pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin.
Mirov gava karê te kirî mêze dike, jê fêhm dike ku haya te ji melodiyên muzîka klasîk a Kurdî heye û tu wan melodiyan bi form û naverokeke pêþkeþî me dikî. Li cem te çawa çêdibe ew lihevanîna melodîyên folklorîk a Kurdî û form/ritmên aktuel?
Her dem di muzîka kurdî de melodî li pêþ bû, lê atmosfera giþtî û hewaya hawirdorê ne li pêþ bû, ji bo wê, karê guncav hatiye dîtin ew e ku mirov ser harmonîya wê bixebite, wekî ku tu derbasî baxçeyekî bibî û tu nikaribî gulekê ji derveyî gîya, çîmen û sîya darên hawirdorê bibînî. Hemû bûnewerên jîyana wê gulê ava dikin, an ku mirov -bi derfetên nûjen-hawê dengbêjekî kurd ê resen bike. Bi gumana me, çêkirina berhemên bi vî rengî xwe dispêre sê alîyan, ew sê alî jî ev in: Melodî, bikaranîna deng, wêje û naverok.
Tu dikarî van xalên ku cihê xwe di kevneþopîyê de digirin bi þêweyekî hûnandî di asteke zanistî de binirxînî, ji ber ku xweristî ne û bûne jêdereke mayînde û afirîner a îroroj û siberojê û di heman demê de ji resenîya muzîka cîhanê ya klasîk jî ne cuda ne.
Em dêhna xwe didin filmên kurdî çi fîktîv çi dokemanter, muzîkeke ku tu bêjî di bîra mirov de bimîne hema em nebêjin tune, lê em bêjin hindik e. Bes soundtrackên ku te ji bo çend filman çêkirine, kêfa gelekan jê re hatiye. Di bîra mirov de li gel filman çêjek dihêle…
Di qonaxa reþ û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêþketina teknîk û þêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giþtî û taybet.
Di pêþketina reng û þêweyên sînemayê de, di temama dîroka vê hunerê, rola muzîkê her dem hatiye guhertin û di qonaxên cuda de derbas bûye. Di qonaxa reþ û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêþketina teknîk û þêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giþtî û taybet. Ji ber ku dezgehên çêkirina sînemaya kurdî pir dereng mane û pêvajoyeke fireh ji bo çêkirina filmên kurdî peyda nebûye, muzîsîyenên ku dûrî vî rengê muzîkê mane, muzîsîyenên kurd, nikarîbû zû ji pergala çêkirina muzîka stranê dûr bikevin. Lê dîsa jî hindek hunermendan hewl da vî þêweyê muzîkê di nav stranên xwe bi cî bike, lê pêdivîya vî karî bi xwe jî bi asteke sazîbûyînê û kanalên têkilîdanînê heye. Niha li Rojavayê Kurdistanê ev bingeh ava dibe
Lê çêjeke teknîk û rîtmên te bi xwe jî hene, ew çêjên hanê ji ku tên?
Helbet li gorî pêdivîyên her çîrokê û atmosfera ku ji bo mijarê tê xwestin, bingehek tê çêkirin, lê alavên hestewarî, amûrjenîya pêkan û xalên ku me di destpêkê de anîn ziman ku em pêbawer in û em nameya xwe ya çandî tînin ziman û di asîman û mejîyê xebatê de bi hev re dihûnin, ev nayê wateya ku hemû berhemên ku çêdibin li gorî asta ku ji alîyê me ve tê xwestin in.
Mehmûd Berazî bi Tev-Çand û Komîna Fîlm a Rojava re stranên wekî "Niviþta Gerîla", "Efrîna Tola Salan" "Ji Bo Þengalê" û "Dengbêj Qaso - Me Sefer e Li Ser Botanê" çêkirin û van stranan gelek deng da. Di van stranan de hêmanên destanî jî hebûn. Dîsa em timî ji bo te dibêjîn "lihev tîne" di van stranan de lihevanîna destan û qewimînên polîtîk hebû?
Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneþop bi rihê vê þoreþa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê þoreþê bûye.
Wekî tê zanîn, li seranserî Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê þoreþek tê jîyîn û vê þoreþê deng daye, ne tenê li Kurdistanê deng daye, lê belê li hemû cîhanê guhertinên mezin bi xwe re anîn. Milê sîyasî, leþkerî, civakî û civaka gelên Kurdistanê bi cîhanê da naskirin. Li gorî me, þêweyê herî guncan ê ku bikare çand û hunera vê civakê û liberxwedan û nirxên wê bide nasîn hunereke efsaneyî di pergala destanê de ye. Ev þoreþ hêjayî nameyeke hunerî ya payebilind e. Nabe ku em vê qonaxa awarte û berdêlên giran bispêrin zimanê ragihandinê tenê, me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneþop bi rihê vê þoreþa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê þoreþê bûye. Vejîna ku vê þoreþê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê.
Em li hunera te mêze dikin tenê trajediya Kurdan tune estetîka berxwedanê jî heye…
Bi qasî ku ev þoreþ bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e þoreþeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe.
Ziman û çand û hunera kurdî di qonaxeke demdirêj a qedexekirin û çewsandinê re derbas bûye û vê yekê bandoreke xerab kiriye û li gel hemû hewldanan, di gelek alîyên xwe de þêweyê gazin û lomeyê derbas nekiriye. Ji ber vê yekê, erk û barê hemû hunermendan di peydabûna derfetên guhertinên cuda yên vê þoreþê de giran e. Bi qasî ku ev þoreþ bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e þoreþeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe. Di çarçoveya avakirina sazîyên perwerdehîyê yên vê civakê de ku xwe bispêrin lêkolînên dîrok û kelepûrê, ev e erka hunermend.
Cerebeyên Rojava ya Xweserîya Demokratîk sazîyên xwe yên hemû qadan ava kirin, pêwîst e di hiþmendîya avakeran û birêveberîya rêxistinî de gaveke ber bi pêþ ve li gorî giringîya sazîyên çand û hunerê bê avêtin. Ev tiþtên me anî ziman mebesta me jî jê ew e ku em derîyê pirsan vekin û nîqaþeke avaker ava bikin.
Di nav amûrên muzîkê de bêhtir hûn kîjan amûrên muzîka kurdî bi kar tînin an jî hûn amûrên muzîka rojavayî bi kar tînin? Hûn bi kîjan amûra muzîkê derketin rê û niha hûn li çend amûran didin an jî bi kar tînin?
Li ba min, ew veqetandin û cudakirina amûrên kurdî yan ên gelên din, ên rojhilatî yan rojavayî ne derbasdar e, ji ber ku taybetmendîya amûran heye û taybetmendîya frekansan heye. Hemû amûr hev temam dikin, ez li gorî pêdivîya berhemê wan bi kar tînim, min bi tembûrê dest pê kir û aniha ez li gelek amûran didim lê mebesta min ne ku ez bibim pisporê jenîna her amûrê bi qasî ku ez dixwazim wan fêm bikim, hêz û taybetmendîya wan nas bikim û li gorî wê tev bigerim.
MEHMÛD BERAZÎ KÎ YE?
Di sala 1983'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê. Dayik û bavê wî ji Kobanê ne. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994'an dest pê dike. Dibistana muzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtiye. Ew dibêje piþtî hin tiþt nas kirin û baweriyek di serî wî de ava bû êdî derket asta muzîkjenek asta bilind. Aranjoriya muzîkê dike. Di Orkestra Heskîfê de ya di bin banê Þaredariya Êlihê de hatibû avakirin jî aranjoriyê dikir.