Piþtî romanê filma bêcezamanê
Luqman Guldivê
Bêcezaman ji peyvên ceza û cezanekirina sûcdaran û wêde xwedî maneyên giran ên civakî ye. Di vir de meseleya edaletê û mîsogeriya baweriya pê, bi fonksiyoneke cidî ya civakî radibe û heger bêcezaman sîstematîk be, hingê jî derbeke giran dixwe. Sala 1968'an li Almanyaya piþtî þer qanûnek hat derxistin ku pê efserên Nazî yên ku sûcên þer kiribûn ne ji ber qetlê, lê ji ber derba kuþtinê bên dadgehkirin. Gava mirov wiha lê dinihêre, dibêje qey ne meseleyeke muhîm e. Berevajî, mesele muhîm û giran e ku îro jî dibe mijara huner. Qetl ji ber ku plankirî û bi armanca kuþtinê haziriyê pê dibîne, hem cezayê herî giran jê re tê xwestin, hem jî nakeve ber qanûnên “kevinbûnê” herçî derba kuþtinê ye, wê kêliyê ne hesabkirî qewimiye, dibe ku sedemên sivikkirina sûcî jî pêre bin û ya ji hemûyan jî girîngtir dikeve ber qanûnên “kevinbûnê”. Ev qanûn gava ku sala 1968'an li Almanyayê derket, bi hezaran sûcên þer û yên li dijî mirovahiyê yên efserên Naziyan ketin ber.
Berî 3 hefteyan fîlmekî alman kete vîzyonê bi navê Der Fall Collini (Doza Collini). Regisseur Kreuzpaintner filma xwe ji ber romana 2011´an derketî ya Ferdinand von Schirach a bi heman navî girtiye. Hin guhertin jî tê de kirine, çawa ku parêzer Caspar Leinen di romanê de ji derdorên elîter tê, lê di filmê de nîv Tirk e. Mijara romanê û vê filmê ev qanûna li jor me behsê kir û yek ji efserên SS ên Nazî ye; yek ji wan efserên ku bi vê qanûnê bê ceza mane. Film bi vê yekê li ser jihevcihêbûna mefhûmên hiqûq û edaletê radiweste. Heta bi fînala filmê jî ev hewldana jihevkirina edalet û hiqûqê her darîçav e. Serlîstikvanê filmê Elyas M´Barek, di filmê de di rola parêzer de performanseke ku kes jê hêvî neke nîþan dide; ew bêhtir berê bi rolên komediyên “sivik” de dihat nasîn. Jixwe, rola wî ya di film û rêzefilma Tuerkisch fuer Anfaenger (Tirkî ji bo yên nû dest pê dikin) û di Fack ju Gohte de ji bo yên ku ev filmên hanê dîtine, pirr zehmet e ku fêm bike, ka ew bi rola parêzer Caspar Leinen çawa evqasî serketî bûye.
Mesele ji bo parêzer girift e. Kesekî ku dikeve þûna bapîrê wî tê kuþtin. Li seranserê filmê em dibînin çawa vî kesê hanê ku yek ji pîþesazên muhim ên Elman e (di filmê de bi navê Hans Meyer) çawa bavtî yan jî bapîrtiyê ji vî parêzerî re dike ku dawiya dawî dikare bibe parêzer. Yanî parêzer heta bi qedandina lîseyê jî di nava mala wî pîþesazî de mezin bûye.
Di filmê de roleke din a serketî ya kujerê bi navê Fabrizio Collini (Franco Nero) ye. Piþtî ku Hans Meyer dikuje, teslîmî polîs dibe û hiþ dibe li ser sedemên kuþtinê. Ango di destpêkê de dema ev pîþesazê hanê yê Elman tê kuþtin, li gorî her kesî ti sedemeke diyar nîne. Hasilî, parêzerê me bela xwe ji dozê venake û dide dûv þopan heta ku diçe gundekî Îtalî yê ku Collini jê tê û li wir bi ser þopa meseleyê ve dibe.
Elaqeya kuþtinê yekser bi sûcên þer ên Naziyan – di vê filmê de kuþtina 20 sivîlên bêguneh li gundekî Îtalyayê – re heye; ne tenê ev jî, qanûna 1968´an derketî ku bi navê Qanûna Dreher tê nasîn, bi hezaran sûcdarên þer û li dijî mirovahiyê bêceza man. Gava ku kovara Elman die Zeit Îlona 2011´an ji Ferdinand von Schirach pirsa qanûnê kir, wî got, “Qanûn Hespekî Troya bû, besît û dûrîçav, û ew parçeyek ji paketeke qanûnan bû. Ne îdareyên eyaletan ên hiqûqê. Ne parlamenterên federal, ne Konseya Federal a Elmanyayê, ne jî Komisyonên Hiqûqê tesîra wî ya mezin a texrîbkar nedîtin, nas nekirin.”
Yê li piþt vê qanûnê, Eduard Dreher bû. Di serdema Naziyan de dozger bû û tê zanîn ku wî li dijî diziya xwarinê jî bi doza îdamê doz vekirine. Piþtî þikestina Naziyan di demeke kurt de weke memûr wî kariyer çêkir û gava mir jî hemû rûmeta dewletê ji bo wî hat nîþandan. Ya ku nivîskar Ferdinand von Schirach ber bi nivîsandina vê romanê ve birî jî jixwe hem ev rêza ji vî dozgerê Naziyan re hatî girtin û hem jî êþa bêcezamanê ya li ser mexdûr, û nas û xwediyên mexdûran bû.
Herçî film e, bi ya min serketî bû, nexasim bi performansa Elyas M´Barek û ji filmê bi rastî jî tê ku texrîbatên bêcezamanê li ser civakê nîþan bide.
13.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka