Ji bo kampanyayê: Hunermendek 100 hezar TL daye Îmamoglu
Diyarname
Cîgerê Serokê GiÅŸtî yê CHP'ê yê ji Karên Malî û Îdarî Berpirsiyar Erol BektaÅŸ ragihand ku hunermendek* ji bo kampanyaya berendamê Åžaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu 100 hezar TL diyarî kirine. BektaÅŸ got ku ji ber zagonê ku "kesek herî zêde dikare 54 hezar û 566 tele diyarî bike" me ew pere lê vegerand. Lê paÅŸê 54 hezar û 566 TL diyarî kir, pereyên mayî jî bi ser hesabê diya xwe re diyarî kir.
Li gor zagona Tirkiyeyê partiyê li meclisê yên ku komên wan hebin ji bo beÅŸdariya hilbijartinan alîkariya pereyan digirin. Ji ber ku partiyan ji bo 31'ê adarê ev pere girtin lê hilbijartina Stenbolê dubare dibe, ji bo vê hilbijartinê xezîne pere nade. Li ser vê yekê berendamê Îtîfaqa Miletê Îmamoglu kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Heta niha tê gotin ku bi ser 5 mîlyan TL'yi de pere hatiye berhevkirin.
BektaÅŸ jî li ser vê meseleyê ji Independent beÅŸa tirkî ji bo Saime ToktaÅŸ axiviye û qala meseleya diyariya hunermend kiriye.
*Ji ber ku em navê hunermend nizanin û em nizanin ew mêr e yan jin e me qertava zayendê bikar neanî...