Charlie Chaplînî heta niha 'Tenê Ez'
Recep Îçen
7’emîn Festîvala Þanoyê ya Amedê di navbera 26’ê Avrêl û 5’ê Gulanê pêk hat. Bi diruþma “Heqîqet Azad Dike” festîvala þanoyê diyarî þanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya hat kirin.
Ji ber karê xwe min hemû bername neþopand, lê heta ji min hat li Amedê mam, piþt re vegerîyam Bedlîsê. Bi ekonomî-polîtîkê em bibêjin: Debar berî hunerê ye mixabin.
Festîvalê îsal bi eleqayek mezin dest pê kir. Ez jî di vê geremola kar û barên xwe, derbasî nav qelebalixa temaþevanên kurdî bûm. Ewil min li lîstika “Tene Ez” temaþe kir. Di nav vê tunebûnê de min ew mereq dikir, yek jê “Tenê Ez” û a din jî “Zargotin Zêrgotin e” bû.
Festîval, piþtî merasimê bi lîstika “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû dest pê kir. Lîstik, adaptasyona filmê Charlie Chaplînî yê bi navê “Diktatorê Mezin” e. Fîlm keneweriyek reþ e û her çiqas di sala 1940’î de hatibe kiþandin jî mijar hê aktuel e. Charlie Chaplîn berî ku Þerê Cihanê yê Duyemîn dest pê bike ev fîlm kiþandiye û bi fîlmê xwe den dane bêdengiya cihanê.
Fîlm, di welatê Tomaniayê de derbas dibe. Karakterê sereke Adenoid Heynkel û Berberek Cihû ye. Her du karakter diþibin hev. Berberê Cihû ji bo welatê Tomaniayê þer dike û di þer de balafirê wî xera dibe. Berber ji xwe re jiyana Efser (Schultz) jî xelas dike lê piþt re Berber aqil berdide û demek dirêj di nexweþxaneyê de dimîne. Di vê navboriyê de Adenoid Heynkel dibe Serokwezirê Tomaniayê û li hemberî cihûyan þerê navxweyî derdixe. Berber ji nexweþxanê direve û tê kolana xwe ya berê. Mîna ku sal û zeman neguherîbe dixwaze jiyana xwe ya berê berdewam bike. Berber hay ji guherînên siyasî nîn e. Gava dibîne ku dikana wî ji aliyê leþkeran ve hatiye îþaretkirin, dixwaze li dijî wan derkeve. Tam di vê gavê de Schultz tê wir û Berber nas dike û wî ji destê leþkeran xelas dike. Piþt re Berber, jinikeke (Hannah) nas dike û bi xêra wê rastiyê hîn dibe û piþt re jî ji hev hez dikin helbet.
Adenoid Heynkel dixwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike, di wan deman de Serokwezîrê Îtalyayê (Bacteria) jî diwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike. Shultz li hemberî polîtîkayên Heynkelê disekine û ji ber vê yekê tê binçavkirin û piþt re jî Berber tê binçavkirin. Hannah û kesên din jî koç dikin ji welatê Tomaniayê û diçin Avûstûryayê. Heynkel berî Serokwezîrê Îtalyayê tevdigere û dest bi seferê Avûstûryayê dike. Berber û Schultz jî ji wargeha civandinê direvin û tên sînorê Avûstûryayê û li wir rastî leþkerên Tomaniayê tên. Leþkerên Tomaniayê dibêjin ku Shultz hatiye berdan û Berber jî dixin þûna Adenoid Heynkelê. Berber, bi Shultz û leþkerên Tomaniayê ve Avûstûryayê fetih dike û di axaftina xwe de ji bo hemû cihanê aþtî dixwaze.
Ji vê çîrokê em vegerin adaptasyona þanoyê, dîsa heman bingeh e. Çîrok ji aliyê Tiyatra Jiyana Nû ve li þanoyê hatiye adaptekirin. Tomania di lîstikê de dibe Turmanya û Avûstûrya jî dibe Ofrenya. Adenoîd Heynkel dibe Dîko. Schutz dibe Þûrtuj. Hannah jî dibe Hîva.
Di lîstikê de Mehmet Musaoðlu, di rola “Dîko” û “Berber” de; Rûgeþ Kirici, di rola “Hîva” û “Fermandara Sixuran” de dilîze. Omer Þahin, di rola “Gurê Harîng”, “Leþker”, “Kartolfiroþ” û wekî “Çirokbêj” de rol digire. Cihad Ekinci, di rola “Xezebîþ”, “Þûrtûj” û di “Leþker” de. Baran Yilmaz jî di rola “Milko” û “Leþker” de dilîze.
Teksta fîlmê Charlie Chaplîn ji aliyê Cihad Ekincî ve hatiye derxistin. Piþt re bi komxebata rejî û adaptasyona Rûgeþ Kirici, Omer Þahin û Cihad Ekincî re hatiye amadekirin. Tevgera sehneyê ji aliyê Mehmet Selin Sagdiç, dekor û anîmasyon Xebat Bayram, teknîk jî Ronî Ekinci û Xebat Bayram e. Lîstik, bi perdeyekê ye û 80 xulekan berdewam dike.
Metnên adaptasyonê bi her awahî bi rîsk in. Ji ber ku þanoyê wê tiþtekî bi nas re derdikeve hemberî temaþevan. Ji ber vê yekê jî mecbûr e ku mirov serê xwe bi “çimayên wê” re biêþînê. Ev sedem û encam bi çi ve tê girêdan? Îtîraza þanoyê li ser çi hatiye kirin an kîjan aliyê metnê ji nû ve hatiye sazkirin… Bi gotineke din, derdê lîstikê li ser çi hatiye avakirin an guhertin? Berî ku biçim lîstikê, wekî þanogerekî di hiþê min de pirsên wiha hebûn.
Di destpêka lîstikê de sehne bi sînevîzyonê ronî dibe. Ser sehneyê vala ye, di dawiya sehneyê de bo anîmasyonên tevger (3d mapping) re du perde tenê hene. Di ber dîmenên reþ û spî dengê tifingan, teyareyan tê... Yeko yek leþker tên li ser sehnê, di rûye wan de makyajek spî û di destê wan de mîna ku sîlah hene tev digerin. Dest bi pandomîma þer dikin. Di dawiya sahneyê anîmasyonan de, lîstikvan derbasî nav "kesên lîstikê" dibin. Yanî Tiyatra Jiyana Nû, hemû disîplînên hunerê di sahneya pêþî de bû.
Di destpêkê de têkiliya temaþevan bi lîstikê re xweþ hatiye amadekirin. Tempoya lîstikê ji destpêkê heta dawî xweþ herikî. Derdê lîstikê her ku diçû eþkere bûbû û çîrok bi peyamên xwe ve hatibû girêdan.
Lîstikvanên Tiyatra Jiyana Nû bi vê þanoyê, komxebata rêjî û dramtûrjiyê li gora daxwazên xwe bi cî anîne. Bikaranîna þêwe û hunerên sehneyî, di navbera sînema û sehneya þanoyê de encameke serkeftî derxistine. Sehneyên nû çêkirine, afirandine, xebitîne, ceribandine, jêbirine. Kesên lîstikê têra xwe kirine grotesk. Bi xêra vê groteskbûyînê, absurdî rewþa giþtî, bi ken re li hev kiribû. Di “sahneya wergêr” de, wergerî kenê lîstikê bilind dikiribû. “Dîko” bi qareqar tiþtin digot lê wergera wî tiþtekî din digot.
Di “sehneyên pêþkeþvan” de sînevîzyon lêhatibû, teknîkên sînêmayê hatibû bikaranîn. Ev tiþt ji bo lîstikvanan jî wekî navbera bêhnberdanê bû. Hemû disîplînên hunerê bi awayekî lihevhatî li ser sehneya þanoyê di lîstika “Tenê Ez” de cihê xwe girtiye.
Di guhertina karakter û sahneyan de þewqe û kursî bi awayekî mînîmal dekor temam dikir. Ji xeynî van sahneyan favorî sahneya min "Orgazma Dîko" bû. Wezîrên Dîko, qala xwînê, þer, kuþtin û talanê dikirin. Pesnê Dîko didan, Dîko jî ji ser xwe diçû û bi awayekî orgazm dibû. Ji destê Tiyatra Jiyana Nû ve komedî û hêmanên grotesk armanca lîstikê berbiçav kirin.
Dora kêmasiyan hatibe, wekî dramatûrgekî dikarim van xalan destnîþan bikim: Di sahneya þibandina Dîko û Berber de, tenê di destpêka lîstikê de bi dengê dervê ve ji temaþevan re tê gotin. Heta vir pirsgirêkek tune ye (Ji xwe her du karakter jî ji aliyê Mehmet Musaoglu ve tê lîstin. Di guherîna van rolan de jî gelekî pir serkeftî ye. Di lîstika “Hebûn An Nebûn" de nîþan dabû, di “Tenê Ez” de bû rola sereke.) Heta dawiya lîstikê jî, kesî qala þibandina wan nekir û di dawiya lîstikê de bi carekê re ev þibandin mezin dibe. Dibe ku ev pirsgirêk bê çareser kirin.
Xwezî Tiyatra Jiyana Nû piçekî din serê xwe bi navê karekteran biêþanda. Bi navên wan ku wekî pênaseyên wan be, ji bo komediyê hatiye bikaranîn. Xwezî ji bo hemûyan ne wiha bûya.
"Tenê Ez" bi peyamekî xurt derdikeve hemberî temaþevanan û dibêje hemû dîktator wekî hev in, çavnebar in, xwînhez in, zordest in. Her çiqas li ser sehnê komediyek hebe jî, di dawiya gotinan da þer, kuþtin, talankirin, koçkirin, faþîzm, zordestî, çavnebariya desthilatdaran radixîne ser sehneyê.
Wekî pêþniyazekê, piþtî þanoyê bi þanoger û temaþevanên eleqeder re hevdîtinên rexneyî çêbibûya, ji bo geþedana þanoya kurdî dikare zemîneke çalak ava bike.
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Çîroka þanogerekî pênaber: Aram Taþtekîn
- Þanoger û pêþmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe