Belgefîlmê Maradona temam e
Diyarname
Derhênerê xwediyê Oscarê Asif Kapadia belgefîlmê lîstikvanê fûtbolê yê efsanewî Diego Maradona kiþand. Ji belgefîlm parçeyek hat weþandin.
Derhêner Asif Kapadia li ser hunermend Amy Winehouse bi navê "Amy" belgefîlmekî kiþandibû û bi vê yekê Xelata Oscarê girtibû. Niha wî dest bi kiþandina belgefîlmê Maradona kiriye. Ji bo danasîna pêþi ji belgefîlm parçeyek hat weþandin.
Maradona wekî yek ji lîstikvanên fûtbolê yê herî serketî yê her demê hatibû hilbijartin. Liel Pele wî ji FIFA'yê Xelata Lîstikvanê Serketî yê Sedsala 20'an girtibû. Niha li ser wî belgefîlm tê kiþandin. Di belgefîlm de jiyana wî ya taybet û salên wî yên serketî yên 1980'yan ku li tîma Napolî derbas kirin dê derkeve pêþberî temaþevanan. Di belgefîlm de dîmenên arþîvî ku heta niha qet nehatine weþandin jî dê hebin.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin belgefîlm di 72'yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê de di beþa derveyî pêþbaziyê de dê bê nîþandayîn. Hat gotin ku di galaya li Cannesê de dê Maradona jî amade be.
Vaye parçeyek ji belgefîlmê Maradona:
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...