• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Encamên nû yên li ser hilbijartinê... (blog)

Dîrok : 24 06 2018 | Beþ :

Gav bi gav agahiyên li ser hilbijartinê... 

22.30: Sê girtî dîsa hatin hilbijartin
Hê encam bi temamî nehatine eÅŸkerekirin. Lê li gor agahiyên niha ji girtîgehê kesên berendam hatine nîÅŸandayîn sê kes hatine hilbijartin. Ji van didu ji HDP, yek ji CHP'ê ye. Li gor encamên niha ji HDP'ê Cengîz Çîçek ji Wanê, Leyla Guven ji Culemêrgê hatiye hilbijartin. Ji CHP'ê jî Enis Berberoglu ji Stenbolê dîsa hatiye hilbijartin. 

22.00 Haluk Pekşen: Erdogan 44, İnce di 40'i de ye
Mebûsê CHP'ê Haluk PekÅŸen bi telefonê beÅŸdarî Foks TV bû û got ku agahiyên ku AA niha pêÅŸkêÅŸ dike ÅŸaÅŸ e û wisa got: "Aa dibêje sedî 92 sindoq hatine vekirin lê YSK'yê heta niha sedî 56 sindoq vekirine û agahî pêÅŸkêÅŸ kirine. Li gor vê Erdogan niha di sedî 44, Înce sedî 40'î de ye. Û agahiyên îzmîr, Stenbol hin bajarên mezin nehatine dayîn."
 

20.30: HDP: Me bendav derbas kir
Cîgirê Hevserokên HDP'ê Saruhan Uluç li Navenda HDP'ê agahî da û got: "Li gor agahiyên hatine ber destên me me benda hilbijartinê derbas kiriye. Heta agahî ji navenda HDP'ê neyê dê kes dest ji sindoqan bernede. Em niha nikarin bibêjin saet çendan de dê hilbijartin bi dawî bibe. Dengên ji bajarên kurdan tên AA nîÅŸan nade. Encam ji encamên ku AA nîÅŸan dide gelek cudatir e."
Di vê navberê de berendamê HDP'ê yê Kocaelî O.Faruk Gergerlîoglu jî ji ser twitterê re got ku me bend derbas kir, wisa dixuye ji Koceaelî ezê bêm hilbijartin xeman nexwin. 

20.00: Seroka CHP'ya Stenbolê: Encam 43,55-44,95 e
Seroka CHP'ya Stenbolê Canan Kaftancioglu encamên ku hatine destên wan ragihand çapemeniyê. Li gor Kaftancioglu Erdogan di sedî 44.95, Înce jî di sedî 43.55'an de ye. Kaftancioglu wisa got: "Guh nedin AA'yê. Ev encamên 20 deqe berê ne. Tê zanîn ku encaman Stenbolê bi yek du pûanan diguhere lê piraniya Tirkiyeyê nîÅŸan dide."

19.30: Li Qersê elektrîk hat birîn
Mebûsê HDP'ê Ayhan Bilgen ku li Qersê ye ragihand ku li Qersê elektrîk hatine birîn. Her wiha Bilgen dibêje agahiyên ku AA dide pê bawer nebin.
Li hin cihên din jî qala çûyîna elektrîkan tê kirin.

19.10: Agahiyên AA û PHA'yê li hev nakin
AA ku agahî belav kirine û televîzyon diweÅŸînin û agahiyên ku PHA'yê (Platforma Hilbijartina Adil) li hev nakin. AA'yê ragihand ku Erdogan di sedî 58 de ye, PHA'yê got ku Erdogan serî 48'an de ye.
Cîgirê Serokê GiÅŸtî yê CHP'ê Bulent Tezcan derket pêÅŸberî kamerayan û got ku xwedî li sindoqan derên, AA agahiyên manîpulatîf belav dike. Tezcan got ku Erdogan heta niha qet derneketiye sedî 48'î.  

19.00: ÊrîÅŸê temaeÅŸvanên HDP'ê dikin
Li Hin dibistanên Stenbolê (aliyê ÅžîÅŸlî) di dema jimartina dengan de gel hatiye lê temaÅŸe bikin (ku bi zagonî ev maf e) polîs êrîÅŸ dike. Li dibistanek jî alîgirên AKP'ê êrîÅŸê alîgirên HDP û CHP'ê kirin. Polîsan mudexele kir.
Li gor agahiyên ku ji aliyê Eyupê jî tên bi taybetî serokên sindoqan ên AKP'yî jimartinê bi paÅŸ ve dixin, yan hêdî hêdî dijmêrin. 

18.45: Agahiyên AA'yê têne parvekirin
Li hemû televîzyonên Tirkiyeyê agahiyên li ser hilbijartinê têne parvekirin, lê hemû agahî ji AA'yê (Ajansa Anadolûyê) hatine girtin. AA ku di hilbijartinên berê de deng manîpule kiribûn niha heman karî dike. HDP'ê ragihand ku guh nedin van agahiyan û dest ji sindoqan bernedin.

18.45: Qedexe rabû
YSK'ê biryara qedexeya weÅŸandina li sen encaman rakir.

17.30: PHA: MuÅŸahidan nagirin avahiyan
Platforma Hilbija Adil (PHA) bi vebûna sindoqan re ragihand ku agahiyên ku muÅŸahidan nagirin avahiyan ji wan re tên.

17.00 Înce:  Ez nêzî YSK'ê me
Berendamê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce bi dawîbûna dengdanê re cih de daxuyanî da û got: "Encamê dê Ajansa Anadoluyê diyarçneke. Dîsa ji sedî 68'an dê dakevin 50'yan. Hûnê bibînin dê encamek baÅŸ derkeve. Encam çi dibe bila bibe ez pevçûnê naxwazim. Teslîmê tirsê nebin. Ez li cihek nêzî YSK'ê encaman diÅŸopînim. Bi nûçeyên moralê we xira dikin bawer nekin. Ez dixwazim hemwelatiyên me "tûtanak"ên îmzekirî bigirin û herin cem lijneyên hilbijartinê yên anvçeyan. Min bangî parêzeran kiribû bila ew jî li benda peyama min bin."

17.00: Dengdan bi dawî bû
Dengdayîn bi dawî bû. Niha dê dest bi jimartina dengan bê kirin. PêÅŸî dengên ji bo serokomarî hatine dayîn dê bêne jimartin û paÅŸê yên ji bo mebûsî. 
Li Edeneyê muÅŸahidên HDP'ê hatin tehdîdkirin
Li Edeneyê di dema ku jimartina dengan dest pê kir polîsan li bexçeyên hin dibistanan muÅŸahidên HDP'ê tehdîd kirin û xwestin ew d erkevin derve. Polîsan gotin: "Em dizanin hûn nûnerên kî ne."

16.40 Serokê Îyî Partî yê Qereçobanê hat kuÅŸtin
Li Rêxistina Navçeya Îyî Partî yê Qereçobana Erzeromê Mehmet Siddik Durmaz ji bo dengê xwe bide çû Dibistana Navîn a ÎMKB ya li Taxa Kopal; li vir pevçûna bi çekdarî çêbû û Durmaz hat kuÅŸtin. Tê gotin ligel wî kesek din jî miriye. 

15.50: Li Culemêrgê 10 kîlomte meÅŸiyan
Li hin gundên girêdayî Culemêrgê 1200 hilbijêr 10 kîlometre meçiyan û çûn deng dan. Li Culemêrgê sindoqên li 134 gund û taxan li 38 gundan kiribûn yek. Hemwelatî bi meÅŸê çûn dengên xwe dan.

15.40: HDP'ê serî li YSK'ê da
HDP'ê ji bo binpêkirinên li Sirûcê bêne lêkolînkirin û tevdîr bê girtin serî li YSK'ê da. 

15.10: TUSÎAD: Xwedî li dendan derên
Serokê TUSÎAD'ê Erol Bîlecîk ji ber hesabê xwe yê twitterê re wisa nivîsî: "Ji bo pêÅŸerojek demokratîk û xurt ez hêvî dikim dê her kes here dengê xwe bide. Bila ji bo welatê me bixêr be. Dengdayîn û xwedîlêderketina ev dengê xwe peywira me hemwelatiyan a herî girîng e.Ji ber ku îro ji sindoqê ne tenê deng, dê pêÅŸeroja Tirkiyeyê derkeve."

15.00 Ahmet Åžik hilbijêrek hilda bir dibistanê
Li NîÅŸantaÅŸiya Stenbolê hilbijêrek ku nikare derenceyê derkeve here dengê xwe bide berendamê Mebûsiyê yê HDP'ê Ahmet Åžik ligel kesekî din ew hil da û bir dibistanê degnê xwe da. 

13.30
- Li Kagıthaneya Stenbolê li hin dibistanan ligel ku ji YSK'ê belgeya ku di destê wan de bû hebû jî nehiÅŸtin endamên HDP'ê li cem sindoqan cih bigirin. Bi mudexeleya parêzerên HDP'ê re li hin cihan qebûl kirin, lê li hin deran dîsa nebû. 

13.00
AkÅŸener: Em ji nêz ve Rihayê diÅŸopînin

Seroka Îyî Partî Meral AkÅŸener li ser binpêkirinên li Rihayê daxuyanî da: "Em ji nêz ve Rihayê diÅŸopînin. Namûsa dewletê ew e ku gel bi awayekî azad û bi ewlehî dengê xwe bikar bîne. Ez bang li peywirdarên dewletê dikim ku namûsa dewletê biparêzin."

12.45 YSK: Xebat hatine kirin
Serokê YSK'ê Sadî Guven li ser binpêkirinên li Sirûca Rihayê daxuyanî da û got: "Li Sirûcê li ser hin sindoqan derbarê asayîÅŸa ku çêbûye de hewldanên edlî û îdarî hatine destpêkirin."
 

12.30
Gundiyên Ozalpê ji bo dengdanê  8 kîlometre meÅŸiyan
Li Ozalpa Wanê gundiyên ReÅŸika bi meÅŸê 8 kîlometre meÅŸiyan û heta gundê Axruk çûn, deng bikar anîn. Ji ber ku YSK'ê biryar dabû ku sindoqa ReÅŸika li Axrukê bê danîn gel ji serê sibê de ket ser rê û heta Axrukê meÅŸiya. 

12.00
Li PaÅŸûrê binpêkirin.
Li gundê Zeyrek ê Pasûra Amedê pisûlayên ku deng dane AKP'ê derketin holê. Li ser nerazîbûna berpirsên sindoqan tevlihevî derket. Hat dîtin ku yek ji peywirdarê sindoqê çekdar e. Dîsa hat gotin ku leÅŸker û cerdevan bi çekan li dibistanê digerin.

11.40:
'Erebeyên bêplake digerin,haydar bin'
Berendame Mebûsiyê yê HDP'ê Omer Farik Gergerlîoglu li ser twittera xwe re nivîsî: "Agahî ji bo me tên ku li hin dibistanan erebeyên bêplake yên ÅŸikbar digerin. Haydar bin û wêneyên wan bikiÅŸînin."

11.30
CHP'ê ji bo Rihayê serî li YSK'ê da
Li Rihayê di serî de li Sirûcê li gelek cihan bikaranîna dengan bi awayekî giÅŸtî hat kirin. Li ser vê yekê CHP'ê 4 serîlêdanên cuda li YSK'ê da û xwest tevdîrê bigire.
Bi taybetî li Sirûcê, li gelek cihên Rihayê alîgerên AKP'ê bi çekan digerin... 

10.30
Li Amedê hinên zerfên bi mohr anîn hatin qufaltin
Li Dibistana Seretayî ya Mesut Yilmaz a li Baglara Amedê 3 kesên ku hezar heb pisûla û zerfên mohrkirî li cem wan bûn hatin xwestin bikevin dibistanê lê hatin qufaltin.
Li ser vê yekê Mebûsê HDP'ê Garo Paylan hat dibistanê. (PaÅŸê hat îdîakirin ku ew endamên YSK'ê ye û peywira xwe aniye cih. Lê ev yek bi temamî nehat zelalkirin)

10.10
Hay ji anketên piÅŸtî hilbijartinê bibin

Li dinyayê rêgezek e hin kompanî piÅŸtî dengdan çêdibe li ber avahiyên dengdanê anketan çêdikin û vê yekê wekî "anketên li ber sindoqan" bi nav dikin û diweÅŸînin. Li Tirkiyeyê ev yek nebûye kevneÅŸopî lê di vê hilbijartinê de du kompaniyên ku her du jî nêzî hikumeta AKP'ê ne eÅŸkere kirin ku dê vê anketa xwe biweÅŸînin. Ji van Xwediyê Kompaniya Genar Îhsan AktaÅŸ û Serokê A&G'yê Adil Gur ji ser twittera xwe re ragihandin ku dê anketan çêkin û biweÅŸînin. Lê derdorên muxalif hiÅŸyarî didin endamên xwe ku dibe ew agahiyên berevajî biweÅŸînin ku we xeyalÅŸikestî bikin, dest ji sindoqan bernedin.

10.00
Emîne ÅženyaÅŸar hat deng da
Emîne ÅženyaÅŸar ku mêrê wê Esvet û kurên wê Adil û Celal ÅžeryaÅŸar ji aliyê AKP'yiyan ve hatibûn kuÅŸtin hat dengê xwe bikar anîn. Emîn ÅženyaÅŸar gelek xemgîn lê bi pers bû hat deng da. Dayik ÅženyaÅŸar wisa got: "Xwedê tu vê zilmê qebûl nekî. Bila ev dengê min bereketê bîne. ÎnÅŸela dê têk herin. Bila heqê min li wan nemîne. Deng nedin wan. Deng nedin. Malbata min li ber çavên min kuÅŸtin, hûn bêdeng man."

Li bajarên kurdan eleqeyek mezin heye
Li bajarên kurdan heta niha eleqeyek mezin dixuye. Li navçeyên wekî Cizîr, Silopî û Îdilê gel li ber dibistanan rêzên dû dirêj dom çêkirin û çûn deng didin. Li Amedê jî gel ber bi sindoqan ve diherike. 

09.30
Înce deng da û berê xwe da Enqereyê
Berendamê CHP'ê Muharrem Înce li cemsindoqa 1118 ya li Dibistana Seretayî ya Saffet Çam a li Yalovayê deng da û got: "Bila ji bo welat û milet bixêr be. Ya herî baÅŸ çi ye bila ew be. Ez niha diçim Enqereyê. Êvarê ezê li ber deriyê YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) bim."

09.10
DemîrtaÅŸ li girtîgehê deng da

Berendamê Serokomariyê yê li ser navê HDP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê ku li wir girtiye serê sibê dengê xwe da û got: "Me dengê xwe li girtîgehê da. Ez bawer dikim dê encam pir baÅŸ be."
BaÅŸak DemîrtaÅŸ deng da
Xanima Selahattin DemîrtaÅŸ BaÅŸak DemîrtaÅŸ li Dibistana Seretayî ya Kayapinara Amedê dengê xwe da û got "Bila bixêr be. Bila hemû gelê me bê dengê xwe bida. em gavek zûtir bigihên aÅŸtî, wekhevî, biratî ûazadiyê. Dengen gelek girîng e. Bila her kesê dengê xwe bide." 

09.00:
Li Sirûcê AKP'yiyan hemû deng bo xwe bikar anîn

Li Sirûcê Mebûsê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halil Yildiz ku ligel hevalên xwe berî cejnê êrîÅŸê bav Esvet ÅžeryaÅŸar û zarokên wî Celal û Adil kiribû û ew kuÅŸtin îro dîsa nesekinî, êrîÅŸ kir. Vê carê Yildiz ligel zilamên xwe hat Dibistanên Seretayî yên Ataturk, Cumhuriyet û Lîseya Anadolu GAP'ê, pêÅŸî dest danî ser hemû telefonên her kesî, paÅŸê êrîÅŸî endamên HDP'yê yên peywirdarê sindoqan kir û paÅŸê dengên heyî hemû ji bo AKP'ê bikar anîn.
Li Dibistana Îmam Hatîp a li Taxa Haliliye jî hinan êrîÅŸê endamên sindoqê yên CHP'ê kir û ew derxistin derve. Ew jî çûn qereqolê û gilî kirin.
Li sindoqa bi nimreya 1043 jî heman tiÅŸt çêbû û hemû deng li ser navê AKP'ê hatin dayîn. Hinan ev dîmen li ser tora civakî weÅŸandin. Di vîdyoyê hatiye weÅŸandin de kesê vîdyo kiÅŸandiye ji bo seroka berpirsa sindoqê dibêje "Birêz serok tu dibînî hemû deng blok bikar anîn."

08.00
Dest pê kir

Ji bo dengdana Serokomariya Tirkiyeyê û hilbijartina mebûsiyê saet 08'an de dengdan dest pê kir. Hilbijêr heta saet 17.00 dê bikaribin dengê xwe bidin.
Li Tirkiyeyê 56 mîlyon û 322 hezar û 632 hilbijêr hene. Ew dê li  cem180 hezar û  65 sindoqan deng bidin.
Li derveyî Tirkiyeyê dengdan 7'ê mehê dest pê kiribû û 19'ê mehê bi dawî bûbû.

Berendanên Serokomariyê
Ji bo Serokomarî 6 berendam hene:
HDP: Selahattin DemîrtaÅŸ
CHP: Muharrem Înce
AKP/MHP: Recep Tayyip Endogan
Îyî Partî: Meral AkÅŸener
Saadet: Temel Karamolaoglu
Vatan: Dogu Perinçek


Her wiha ji bo mebûsiyê jî deng tên dayîn û dê 600 mebûs bêne hilbijartin. 

Hûn dikarin li van jî binêrin