• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Li Ewropayê çend deng hatin bikaranîn?

Dîrok : 20 06 2018 | Beþ :

Diyarname

Ji bo hilbijartina 24'ê pûÅŸperê li welatên derveyî Tirkiyeyê dengdan çêbû û herî dawî saet 21'ê de li Kraliyeta Yekbûyî deng hatin dayîn û sindoq hatin girtin. Yên ku li derveyî Tirkiyeyê deng nedabin heta 24'ê mehê li deriyên gumrikê dikarin deng bidin.

Heta niha çend deng hatin dayîn û niha ew deng dê çawa bin? Li ser vê hin not:

- EW dengên hatine dayîn di bin çavdêriya nûnerên partiyên siyasî de dê pêÅŸî bînin herêma hilbijarntina derveyî welat a Stenbolê û paÅŸê dê bibin bigihînin navenda YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) ya Enqereyê.

- Li Belçîka û Swîsreyê zêde deng hatine dayîn. Li gor daneyan li Belçîkayê ji 142 hezar û 463 hilbijêrî 82 hezar û 423 kesî deng daye (Rêje dike sedî 57,86)

- Li Swîsreyê 98 hezar û 929 hilbijêr hene ji van 56 hezar û 96 kesî deng daye (sedî 56,7)

- Li Almanyayê mîlyonek û 443 hezar û 585 hilbijêr hene lê ji van 717 hezar û 992 hilbijêrî deng daye (sedî 49,74)

- Li Fransayê ji 340 hezar û 751 hilbijêrî 170 hezar û 901 kesî deng daye (Sedî 50,15)

- Li Hollandaye ji 260 hezar û 264 hilbijêrî 130 hezar û 383 kesî deng daye.

- Li Avusturyayê ji 106 hezar û 657 hilbijêrî 55 hezar û 273 kesî deng daye (sedî 51,82)

- Li Kraliyeta YekBûyî 99 hezar û 250 hilbijêr hene ji van 47 hezar û 517 kesî deng daye (sedî 47,88)

Luksembûrg balkêÅŸ e

- Li Ewropayê herî zêde Luksembûrgê bal kiÅŸandiye. Li Luksembûrgê 778 hilibijêrên qeydkirî hebûn Lê li wê derê 10 hezar û 240 kes çûne cem sindoqê û deng dane. Li ser vê yekê hê agahiyên zelal nehatine belavkirin.

Li DYA'yê hindik kesî deng daye

- Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 106 hezar û 301 hilbijêr hebûn lê ji van tenê 37 hezar û 75 kesî deng daye; ev yek tê wateya sedî 34,88 ku ev reqem ji Ewropayê jî kêmtir e.


Vê carê beÅŸdarî zêde bûye

- Li derveyî Tİrkiyeyê bi giÅŸtî 3 mîlyon û 47 hezar û 323 hilbijêr hebûn ji van mîyonek û 486 hezar û 408 kesî çûye deng daye. BeÅŸdari dike sedî 48,78. Ev rêje beÅŸdariya hilbijartinên berî vê zêdetir e.


Hûn dikarin li van jî binêrin