Hejmara kesên li derveyî Tirkiyeyê deng dane diyar bû
Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Sadi Guven hejmara hilbijêrên ku li derveyî Tirkiyeyê deng dane eÅŸkere kir. Li gor Guven heta duh êvarê mîlyonek û 227 hezar û 931 kesî deng daye. Dengdayîn îro (duÅŸem) û sibê (sêÅŸem) didome û bi dawî dibe. Bi van her du rojên dawî re jî hejmar bi temamî dê zelal bibe.
Li 18 bajaran biryar hatibû girtin ku "ji ber ewlehiyê" hilbijêr herin cihek din deng bidin. Li ser vê jî Guven eÅŸkere kir ku 120 hezar û 724 hilbijêr bi vî biryar hatiye girtin ku dê li cihên din deng bidin.
Ev cihên ku wisa biryara dane hemû li bajarên kurdan in.





