• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Demîrtaş: 'Bi qasî dengek canê wan heye'

Dîrok : 17 06 2018 | Beþ :

Diyarname
Berendamê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin DemîrtaÅŸ mafê xwe yê axaftina 10 deqe ya di TRT'ê bikar anî û saet 20.40'ê vê êvarê bi ser ekranê re xwe gihand bi mîlyonan.
Li meydana Bazara Bakirkoya Stenbolê ku mîtinga HDP'ê hebû, li qehwexaneyan, li malan bi mîlyonan kes li benda vê axaftina DemîrtaÅŸ bû. DemîrtaÅŸ bi silav dayînê dest pê kir, qala girtina xwe û 12 mebûsên HDP'ê ku hê girtîne kir û got: "Ji ber ku ji me ditirsin em li vir in. Her derew û buxtanan li me dikin. Bila bizanin, wekî Seyîd Riza gotiye 'Min nikarî bi we ev ji bo min bû derd, lê min li hemberî we serî netewand bila ev jî ji bo we bibe derd', lê ezê bikaribim bi  derewên we jî."
DemîrtaÅŸ got ku biryara ku hûn bigirin, ji bo pêÅŸeroja me, ji bo zarok û nevîyên me muhîm in û got: "Bi qasî mohrek canê wan heye. Hûnê biryarê bidin; hûnê vê firsendê baÅŸ bikar bînin û welat ji ber kendal bi paÅŸ ve vegerînin, hûnê nîÅŸan bidin ku gel kî ye. Hûn dengê xwe bidin, wekî din ji me re bihêlin, paÅŸê binêrin ew qebedayiyê sexte dikeve çi ÅŸiklî. Di vir de bi taybetî ez bi ciwanan û jinan bi hêvî me."
DemîrtaÅŸ ji Hallaci Mansur heta Deniz GezmiÅŸ, ji Mazlum Dogan heta Sêx Seîd, ji Yilmaz Guney heta Ahmet Kaya navê gelek berxwedên di dîrokê de anî ziman û paÅŸê got: "Tekane sedema ku min li vir digirin ew e ku AKP ji min ditirse, lê bila bizanin ne 20 meh 20 sal min di hucreyê de bihêlin jî ezê ber xwe bidim."
DemîrtaÅŸ got ku hûn baÅŸ bin ez ê jî baÅŸ bim, hûn azad bin ezê jî azad bibim û wisa lê zêde kir: "Em tov in têne çandin û dîsa tên, em genim in bên eciqandin jî dibin ar û tên. Loma em dibêjin dengek ji bo DemîrtaÅŸ, dengen ji bo HDP'ê."
DemîrtaÅŸ di dawî de rexne li TRT'ya ku qet cih nade wî jî kir û ew rexne kir.

 

Hûn dikarin li van jî binêrin