YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir
Diyarname
HDP'ê ji bo betalkirina hilbijartina 1'ê sermawezê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû û xwestibû hilbijartin bê betalkirin, YSK'ê ev daxwaz red kir.
HDP'ê bi xala 79'an a Zagona Bingehîn, xala 3'yemîn û 4'emîn ên Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820, xalat 2'yemîn a Der barê Kutikên Hilbijêran û Hukmên Bingehîn ên Hilbijartinê ya bi hejmara 298'an serî li YSK'ê da, qala binpêkirina hilbijartinê li gor van xalan kir û xwest YSK hilbijartinê betal bike.
HDP dibêje li gor van xalan meseleya "Serbestî" û "Wekhevî" hatiye binpêkirin, lewra hilbijartin ne meÅŸrû ye, Serokomar û Hikumeta Hilbijartinê karên nelirê ji bo hilbijartinê kirine, ji bo vê yekê jî dixwaze hilbijartin bê betalkirin.
Di nameya serîlêdana ji bo YSK'ê de HDP'ê binpêkirinên ku hatine kirin yek bi yek rêz kiribûn lê YKS'ê ev daxwaz red kir û êdî hilbijartin mîsoger bû. Niha HDP bixwaze dikare here heta AYM yan jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.