Demîrtaş: Bila kes netirse, em hene
Diyarname
PiÅŸtî hilbijartinê Hevserokên HDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ û Figen Yuksekdag derketin pêÅŸberî kamerayan û axivîn. PêÅŸî Yuksekdag axivî û got ku li her derê li hemberî hemû zehmetiyan me xebata hilbijartinê li dar xist û got: "Di 5 mehên li dû me man de 258 hemwelatiyên me yên sivîl mirin. Li bajarên kurdan jiyana xwe ji dest dan. Di nav van komkujî, kuÅŸtinan, êrîÅŸên li hemberî partiya me de, li hemberî rêveberiyên me êrîÅŸên cidî çêbûn. 190 avahiyên partiya me rastî êrîÅŸê hatin, hatin ÅŸewitandin."
Yuksekdago got kuQesr û desthilatdariya AKP'ê tekane armanca wan ew bû HDP'ê di bin bendê de bihêlin û ji bo vê kampanya dan dest pê kirin.
Dûre DemîrtaÅŸ axivî. Vane ji gotinên DemîrtaÅŸ çend not:
- Li holê hilbijartinek wekhev nîn bû. Bila qes qisûrê nenêre di nav qiyametê de, bêyî kampanya bê kirin me sedî 11 deng girtin. Li hemberî komkujiyan tenê me kir ku ciwanên xwe, gelê xwe biparêzin. Ev sedî 11 di encama kampanyayê de derneket holê.
- Ger ev êrîÅŸ û komkujî li hemberî partiyek din bihata kirin Xwedê nîÅŸan nede, dê ji dika siyasetê bihata paqijkirin.
- Bila kes netirse, emê hemû bi hev re bitêkoÅŸin. Hêza me ji mafdariya me tê. Her kes bila ji vê bawer be, em di warê Zagona Bingehîn a nû û çareserî de emê rawestana xwe ya bi rêgez bidomînin. Emê muxalefetek sazkar li dar bixin. Ji bo her cure çareseriya pirsgirêkan emê hewl bidin, bixebitin.
- Her welatiyek deng dabe me ew deng emanetê me kiriye, emê vîna gel di bin lingan de nedin eciqandin. Bi 22 mebûsan me li parlemenê rawestanek bi biryar nîÅŸan dabû. Îro ÅŸikir li parlemenê bi sêyemîn bûna partiyê emê têkoÅŸîna xwe bidomînin.. Emê nirxandinên berfireh paÅŸê bikin.
- Me mîlyonek deng winda kirin lê li hemberî faÅŸîzmê em partiyek serbilind sekinî ne. Diyar e emê bi pirsgirêkên mezin dest bi kar bikin. Hikumet tiÅŸtek rast bike emê li cem, her zordarî bike emê li hember bin. Gel wekî cejnê pêÅŸwazî li hilbijartinê nake, ji ber ku di nav metirsiyê de ye.
- Hilbijartinek nû neyê di hilbijartina 2019'an de emê hê xurtir werin. Ji bo me her der cihê têkoÅŸînê ye. Bila kes xeyalÅŸikên nebe. Emê sindoq sindoq careke din binirxînin. Ez sipasiya her kesî dikim.
- Li hemberî ahtapotê, li hemberî hêzek mezin me karî ser bendê bimînin. Armanca wan ew bû bi hîleyê me li bin bendê bihêlin. Xwedî ew qas kesên mirin îro bijiyana û em di bin bendê de bimana. Ji bo ew li gora xwe rehet razên emê têkoÅŸîna demokrasiyê bidomînin.
Ji îro Nûçeyên eleqedar:
- Encamên dengên derveyî Tirkiyeyê hatin
- HDP: Berî qedexe rabe qet encaman belav nekin!
- DBP: ÎÅŸev tu pîrozbahî nîn e, xwedî li sindoqan derên
- Heyeta PE'yê: Li dinyayê dîmenek wisa nîn e





