• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Rêveberên HDP'ê texmînek çawa kirin?

Dîrok : 31 10 2015 | Beþ :

Diyarname

Berî hilbijartina 1'ê sermawezê dest pê bike DemîrtaÅŸ jî di nav de rêveberên HDP'ê texmînên xwe li ser hilbijartinê kirin. Vane ew texmîn:

- Hevserokê HDP'ê Selahattin DemîrtaÅŸ: 

Ji bo me bendava hilbijartinê êdî sedî 13 ye. Emê di 1'ê sermawezê de mehcûb nebin. 

- Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag: 

Hedefa me sedî 20 e. Em dikin bigihîn astege dengan ku li Tirkiyeyê rewÅŸê biguherîne.

- Cigirê Hevserokên GiÅŸtî Îdrîs Baluken:

Ji bo em sedî 20 dengan bigirin ku ev hedefa me ye tu sedem nîn e. Dema em AKP'ê li herêmê daxin sifirê wê çaxê dê ji gelek aliyan ve xitimînî çareser bibe.

- Mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar:  

Di vê hilbijartinê de sedî 17 emê bigirin. Sedî 10 jî rasteqîn nedihat dîtin. Kes nedifikirî ku sedî 13 emê bigirin. Belê sedî 17 emê bigirin, belkî jê zêdetir jî."

- Mebûsê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder:

Li Enqereyê hejmara mebûsan emê derxin 2'yan, li Stenbolê jî derxin 13'yan. Li MûÅŸ û Batmanê jî emê hemû mebûsan bigirin.

- Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ridvan Yavuz: 

Di vê hilbijartinê de hedefa me ew e li Rihayê em 400 hezar dengan bigirin û 8 mebûsan  derxin. (di hilbijartina 7'ê pûÅŸperê de HDP'ê bi 319 hezarî 5 mebûs derxistibû, Diyarname)

 

Têbinî: Ev agahî ji axaftinên wan ên ku li cihên cur bi cur hatine kirin hatine berhevkirin.

Hûn dikarin li van jî binêrin