Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye
"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?
Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan haye
Ma kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"
Bertolt Bredt (ji almanî min wergerand)
Min di meha borî de çar romanên kurdî yên du nivîskarên kurd bi dû hev de xwendin. Ji Fawaz Husên “Parîsaband” û “Barê Sevê”, ji Baxtiyar Elî “Þeva Pervanê” û “Apê min Cemsîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir”. Bi coþ û kêfxwesî ez dikarim bêjim êdî romana kurdî heye û di payeya romana cîhanê de ye. Dema ez van gotinên xwe bi lêv dikim, ez nexwazim bêjim berî van nivîskaran romana kurdî tune bû. Romanivîsa kurdî ya ku bi Þivanê Kurmancî ya Erebê Þemo dest pê kiribû û bi Jana Gel a Îbrahîm Ehmed û bi þêweyek hemdemî bi Mahmut Baksî, Memed Uzun, Helîm Yûsiv, Jan Dost û yên din berdewambûyî bi Fawaz Husên û Bextiyar Elî gihîstiye payeyek nû. Ya ku ez bi coþ û kêfxweþ kirim, bi þewêyek hemdem, bi navarokeka bi war û demê ve girêdayî ya tijî û bi zimanekî dijî romana kurdî bêrawêst tê afirandin.
Di riya netewebûyînê de qestê dîroka xwe bi destî xwe nivîsandin, romana xwe jî bi dest û zimanê xwe nivîsandin tistek pir girîng e. Çimkî ku dîrok hiþyariya bûyarên civakê ye, roman jî binhiþyarî an jî kûrhiþyariya civakê ye. Dîroknivîs qala guherînên civakê yên girîng ên di dem û warekî de dike, lê qala jiyana kesên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîrokê de dijî û di bin bandora van guherînan de daguherî û bandorê li van guherînan dike, neke. Romannivîs qala van kesên “hêsan” û “biçûk” dike.
Bi gelemperî dikarim bêjim roman hunera netewebûyînê ye, bi neteweyan ve derket holê. Ji bo ku roman ji hemû huneran bêhtir bi dîrokê ve girêdayiye û di herikîna dîrokê de jiyana mîrovên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîroknivîsê de qet qalê nakin yan jî bi hejmaran –ew qas mirî, ew qas barkirî, ew qas malwêrankirî û hwd- tên navkirin, nîþanî me dide. Romannivîs mirov hebûneka/î dîrokî û civakî dibîne, ji her alî dinirxîne. Dema me li dîroka romanê nêrî, li jor jî min got, roman hunera netewebûnê ye û bi derketina neteweyan ve derket holê, ev jî realizmê, li jiyanê bi piralî nêrînê girdêayî ye. Dîsa em di dîroka romanê de dibînin ku romanên serketî di demên serûbinbûna civakan a dîrokî de jiyana mirovên ku di dîrokê de tu car neyê qalkirin ên “hêsan” û “bicûk”, vedibêje.
Min li jor jî gotibû, roman bi çêbûna neteweyan ve derket holê. Romana kurdî bi tevgerên neteweya kurdan ve girêdayî ye, dema tevgera neteweyî bilind bû rorman jî derket holê, dema tevgera neteweyî ket roman jî kêm bû. Þivanê Kurmancî û berhemên Erebê Þemo yên din di dema serhildanên Þêx Seîd, Seyîd Riza û Koçgiriyê de derketin holê. Dîsa Jana Gel û berhemên din ên Îbrahîm Ehmed bi têkosîna neteweya kurd ku li basûr destpêkiribû û di berdewamiya têkosînan ve hebûn. Berhemên Mahmut Baksî û Mehmet Uzun bi têkosîna bakurê Kurdistanê ve hatin afirandin. Paþê ji wê hêla û vê hêla Kurdistanê her ku têkosîn, berxwedan, tevgera neteweyî bilind bû romana kurdî jî pêþ de çû û hat afirandin. Îro tevgera kurd û Kurdistanê di kîjan bilindiyê de ye romana kurdî jî li wê bilindiyê de dibînin. Êdî dinya kurd û Kurdistanê dibîne û dê ziman û romana kurdî jî bibîne.
A niha romanên ku min ji Fawaz Husên û Bextiyar Elî xwendin ew roman in ku divê dinya bixwîne. Bi rastî ez nizanim wergerên van romanan bi zimanên din hatin kirin an na, bi nêrîna min ev her du nivîskar bi van romanên xwe “Nobel”a dilê min ji min sitandin û mafê wan e.