Dîrok û Çîrok; pêdiviya me bi rastî heye
Çend hevalên ji vî quncikî nivîsên min ên li ser dîrokê xwendin ji min re e-mail þandin ku tê de xuyaye, min wekî dîrokzan dibînin. Divê ez bi zelalî bêjim, ez bi xwe ne dîrokzan û dîroknivîskar im; lê dixwazim û li ber xwe didim ku çi di nav dîroka me de qewimiye bizanim. Ji ber vê yekê her çi cure pirtûk û nivîs li ser dîrokê -bi têybetî dîroka ma- bibînim dixwînim, lê dipirsim û çi gorî xwe girîng dibînim carcarna di vî quncikî parve dikim. Ji vê bêtir tu dîroknivîskariya min nîn e.
Dîrok zanîn û lêkolînê pir girîn dibînim; ji bo ku dagirkaran û pistgirên wan em kurd bi salan înkar kirin û “tune” hesibandin. Ji bilî “tune”bûnê tiþtek tunebû. Ji vê destûrê eger em di dîrokê –boriyê- de “tune” ne emê îro û sibe jî “tune” bibin û wiha bên hesibandin. Ji bo vê yekê dagirkeran xwestine hebûna me jî di dîrokê winda bikin û yên ku neyê windakirin reþbelek bikin. Ji vê, hewceyiya min a dîroka me heye; hewceyiya rasteqîna dîrokê an jî dîrokek rasteqîn. Bi vê dixwazim bizanim em ji ku bi kîjan rastî û þaþiyan hatin îro û dikarin bi ku de biçin.
Ma dîrok bi xwe bûyarên di demê de nîn e, ji van bûyaran çêkiriyek e? Dîrok û çîrok du peyvên ji hev kok der ketine. Çîrok vegotina bûyarên çêkirî ye; dîrok jî vegotina bûyarên di demê de filankesan û filancivatê jiyî ye. Ev dîroka çêkirî an jî çîrok li gorî hewceyî an jî îdeolojiya civatek tê çêkirin. Yên ku van çîrokan bêlav dikin wê civatê bi van çîrokên cihê dîrokê bi rê ve dibin. Dîrokek bêbinyad û ji derewan çêkirî tu armanca xwe ya din nabe.
Bi destpêka avabûna netewedewletan re rêveber û desthilatdarên neteweyan xwestin dîrokê baweriya netewe bi xwe bîne. Di vê gavê de hin dîrokên neteweyan ên ku hatin nivîsandin ji bo nijadên xwe bipesînin ji bûyarên rasteqîn pir bi dûr ketin. Dîrok û çîrok tev li hev kirin û hinan di cihê dîrokê çîrok bi þûn kirin û di demê de lêkolîn û lêpirsîna van bûyarên çîrokî bû tabû. Bi van dîrokên bêbinyad û derew, çêkirî, çîrok di nav netewan de gumanên nijadperestî ava bûn. Piraniya neteweyên dîrokek wiha çêkirin, bawermendên wan çîrokan hê hene.
Yên ku dîroka xwe ya çêkirî neterikandin neteweya herî balkeþ serdestên welatê me tirk in. Lê ew dîroka çêkirî, bêbinyad û derew hildiweþe. Ez nizanim bi têkosîna kurdan têkildar e yan na lê çîroka ku kirin þûna dîroka xwe hidiweþe.
Jiyana Mustafa Kemalê Komara Tirkiyê damezirand bi xwe derewandin. Bi belgeyan der xistin ku Mustafa Kemal ne ji Selanîkê ye û dê û bavê wî ne dê û bavê wî ne. Bi xwe zarokek tecawizkaran e û dê û bavên ku çêkirî Zubeyde xaltî û Ali Riza jî zavayê wî ne. Ev a ku hate îro di pirtûkên dîrokî yên tirkan de nivîsandin ne dîrok berevjkî çîrok bûye.*
Ezê qala Selahatînê Eyûbiyê Kurdî nekim; lê hê di dîroknivîsên tirk de nijad tirk tê nivîsandin. Lê ez dixwazim qala Þah Îsmaîl bikim. Bi salan e li Tirkiyeyê weneyek lêhegekî ji aliye nijadperestên tirk wekî weneyê Yavuz Selîm tê zanîn; li her der tê daliqandin û hemû nijadperestên tirk simbêlên xwe mîna wî ber didan. Dema kesek bi wan simbêlan bê dîtin, tê gotin ev faþîst û nijadperestek e. Niha der ket holê ku ev wene ne yê Yavuz Selîm e, berevijî yê dijminê Yavuz Selîm, Sah Îsmaîl e.**
Mînaka dawî, Serokwezirê Tirkiyeyê lêhengê rêzefilmê “Muhtesem Yuzyil“ Siltan Sulêman nîqaþ kir got ku “ew ejdadê me nîne; em ejdadê xwe wiha nizanin…“ Li ser vê gotina Serokvezîrê Tirkiyeye gelek gotûbêj û gengeþî çêbûn; nizam Siltan Suêyma wiha bû û wiha nebû. Dîroka tirkan a ku Serokwezirê Tirkiyeyê ku dizane pê wî rêzefîlmî rexne dike çêkirî û çîrokek e; ne resteqîn e. Em hez bikin, hez nekin Ahmet Altan bi nivîsek serokwezirê xwe bersivand û pirsî “ma em tirk hevzarokên bîzans, ermenî, rom û kurdan nin in?“ Ev nezîkbûna dîrokê , dûrketina ji çîrokê ye. Bi rastî çend kes ji belgeyan Sultan Sulêman zanîn. Di vî rêzefîlmî de dema fermanek Sultan Sulêyman bi kar anîn ji fermana resan peyva Kurdistan der bas bû hemû rabûn piyan gotin “Kurdistan ji ku derket?”
Niha ez werim li ser gotina xwe ya dawî. Kêm û zêde dîroka kurdan û Kurdistanê bi destê hin kesan tê nivîsandin û bi qasî ku ez diþopînim carnan bê belge hin tiþtinan bi kurdan ve girê didin hane ku ev rê riya netewên ku dixwazin xwe ji yên dîn mêzin dibînin e. Tu hewceyiya me kurdan bi dîrokek wiha nîne. Divê ji bo vê yekê, em xwe ji dîrokek mîna ya tirkan a bêbinyad û derew dûr bixin.
Em, kurd neteweyek berhevkirî, çêkirî nîn in; em bi eslê xwe, li ser axa xwe bi xwezayî jiyan û dijîn. Bi pergelek mîrîtî an jî axatî, rastiya me çi be emê wê bipejirînin û ji vê rastiyê pêsaroja xwe ava bikin. Me kurdan tu hewceyiya dîrokek çekirî yan jî çîrokan nîn e. Em dixwiz xwe di rastaqîna dîrokê de bibînin û ji vê dersan hilgirin. Tu hewceyiya me bi dîrokek leheng û kahraman û cengewaran nîn e.