JI BO EHMED HUSEYNÎ...
Kêleka Xaçirêkên van riyan bê qinêberin þêxê min.
"wê niha hinek min bikin murîd, erê ez muridê Þêxê Peyva me"
Tu wekî keramperkî, li ber bayê xeribiya serxur digindirî, li koka xwe digerî.
Û ez ji saloxên mirinên li pey hev, westiyayî bi dev de çûme erdê.
Vaye, ezê hinekî ji rewa hêsirên xwe, li xemgîniya derengmayî bipêçim û berdim,
ku hat û ba hûn pêrgî hev anîn,
hemû kerba xwe,
hemû peyvê ku te dixwest ji mirinê re bêjî,
li wan bipêçe û ber de.
Em û mirin wekî hev in.
Em her hene.
Van riyên serxur,
Em di zîviranokên xwe de gêjkirine.
Ev welatan girêkistanin þêxê min.
hemû li hustiyên me geriyane.
peyvên me yên di pencereyên reþaya þevan de xilmaþmayî,
tenê di saloxên mirinan de serê xwe radikin.
Em,
yên ku tozê hemû bedena me þûþtiye,
em lê hev baniyan e.
Em nikarin ji berfê hez bikin keko.
Mane berfa me jî me dikuje?
Em û mirin wekî hev in, em her hene.
Me tîpên çend navan bi kefenê ji berfê pêçayî ber bi tozê ve bi rêkirine?
Ezê çi bêjim?
Yan jî ez çi bêjim tê li min biburîne?
Heya xemgîniya min bigihê te, sed cih hene ku li wir bigrî.
Ji miriyan rê tune.
Yan jî derengmayîna xemgîniya min li nav çavên min xe...
"Yê mirî tu yî" bêje
Erê þêxê min,
niha wekî wan "Hemalên berbangê"
Bi piþteke xûz, nanê xwe dicûm.
Ku hat û teyrekî xwend, dê ezê bîr bibim ku ez jî rojekê xwedî heval bûm.
Yeko yeko wan bînim bîra xwe...
loma jî..xemgîniya min, wekî þahiya min dereng dimîne.
Ezê niha bi agirê windakirina bira, ku wê her gur be, hemû bedena xwe biþom.
Tewana derngmayînê her þewat e.