Helbest: ya her kesî
Erê; min navê wî bihîstibû, lê min li Duhokê nas kir Ferhad Ýçmo!
Ýçmo, bo bernameya helbestxwendinê mêvanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê bû. Wî jî mîna min dabû nava salan. Yanî mîna min ew jî navsere bû. Çavên wî yên di nîvê serî de reþik ên hûrik, bi dilsozî li meriv dinerîn. Bi qasî ku tayelibên spî li zeviya rûyê wî þîn hatibûn, Ýçmoyê þa’ir esmerekî xwînþîrîn bû! Vê xwînþîrîniyê dikir ku meriv “û hogirî wî bibe. Jixwe wiha jî bû:
Li hewþa Yekîtiya Nivîskaran, destê wê êvara havîna ber bi payîzê de hênik, Ýçmo bi dengê xwe yê ‘xeneqotkî’ û newaya ‘xweþxwan’ a helbestên li dû hev, mîna dilê min dilê gelek beþdarên li qaê(hewþ) amede, þa û hênik kir. Helbestxwendina Ýçmo-Seyda Cegerxwîn di gelek ristan de navê helbestê wekî ‘xweþxwan’ê hildide- ne diþibiya ya çi helbestkarên ku heta niha min helbesta wan xwendibû, an guh dabû dengê helbesta wan: Ýçmo ne dixwend; distira.
Vê helbeststirînê, wê kelîkê xiste bîra min, ku li Amedê, di sohbeteke li ser piyan Abdulla Peþêw gotibû, ‘Bakurî ji þi’irê re dibêjin helbest,em dibêjin xundrewa’.
Yanî? Yanî ravekirina bi xwendinê/xwendina rave kirî.
Xwendina ravekirî ji serdema rîtuelên kevnekone ta bigihe ayînên îro miqambarkirina li peyvê ye.
Sêhra peyvê bi sêhra deng re bi sêhrtir bûye, ku li tevî Quranê xwendina hemû pirtûkên pîroz, diayên ku tên kirin, lavayî û berzûrî, li tevî bangdanê bi miqam in. Gelek mela ji dengê xwe yên xweþ bêhtir, bi miqamê bangê balê dikiþînin bi ser selayê de. Jixwe ji cureyên helbesta klasîk qesîde û xazel jî bi miqamekî xweser têne xwendin.
Ji xwendina qesîdeyên derwêþên kurd em tê derdixin, ku qesîde li gel amûreke muzîkê –defê/erbaneyê- hatine xwendin.
Bi baweriya min, qesideya Mele Þexmûs ‘Can… can… can…’ îro jî têrî dike ku merivê ne sofî û ne mirîd jî bi surr û cizbê bikeve…
Pêwendiya muzîk û helbestê ne hewceyî destnîþankirin û ravekirên Cudwell be jî; bi her helbestkarî re her helbesthez dizane, ku di navbera helbest û newayê de pevgirêdaneke xurt, têkiliyeke zexm heye.
Ew têkilî bi sê þeweyên ji hev cuda derdikeve pêþberî me:
1. Xwendina helbestê a helbestkar
2. Xwendina helbestê a teatrel
3. Xwendina xwînerî/ê a helbestê.
Xendina helbestê a helbestkar bi du þêweyan e:
1. Xwendina bi dengê kêlîkê
2. Xwendina bi dengê lêbarkirî
Xwendina bi ‘dengê kêlîkê’ lêvegarina dema/kêlîka nivîsîna helbestê ye. Ev þêwexwendin xwedînewa û miqameke xwe ya xweser e, ku helbestkar her helbesta xwe bi yek miqam-newayê dihoyîne. Ji vê þêwexwendinê re meriv dikare bibêje xwendina bi dengê dil jî. Ji bo; di kêlîka xwendinê de, dil dibe mîna amûrekê muzîkê, û dijene. Ev jenîn mîna mizreba di destê sazbend de, peyv li têlên dilê helbeskar dide, û dike ku peyvên helbestê nola notayên stiranekê miqamdiyar ji gewriyê derbikeve…
Ev þêwe resentirîn þewêxwendin e û bo her helbestkarî/ê derbasbar e.
Ji bo vê mînakê meriv dikare du helbeskarên tirkî wekî mînak bide: Ahmed Arîf û Nazim Hikmet.
Li aliyê din, rexnegirin wekî qelsesistiyeke di navbera helbestê û helbestkar de þîrove bikin jî; xwendina bi dengê lêbarkirî ew xwendin e, ku helbestkar ne bi dengê kêlîkê, bi newayeke din, bi dengekî bi dû re hatî peydakirin, helbestê bixwîne.
Wekî ku me li jorê jî got hemû kitêbên pîroz bi dengekî pîrozwer hatine/têne xwendin. Heman ‘pîrozweriyê’ bi þêweyeke ji þêweyan xwe hilgirtiye xwendina helbesta klasîk…Ji ber hindê, li Îranê helbest hê jî li ber newaya þîmþalê/bilûrê, an jî neyê têne xwendin.Û jixwe
miqamekî her xazelê, yê qasîdeyê, yê çarînê heye, ku ra û rîþalên wê ji serkaniya berî hezarên salan avê vedixwin.
Ji bo vê þêwexendinê, ji helbesta kurdî du navdartirîn navdaran wekî mînak meriv dikare hilgire dest: Ehmed Huseynî, Þêrko Bêkes.
Her du xweþhelbestkar jî- bi qasî ku helbesta serbixwe û bendazad lêdikin, dema ku dixwînin, helbesta xwe ya xweser û serbixwe diþikînin û mîna ku beyte-ristên qasîdeyêkê bixwînin, helbesta xwe wisa bi dengçêjî, sermestî û konenewayî dixwînin. Li hêla din, bi qasî ku ji heman ekolê tê, Abdula Peþêw berevajî Bêkes bi ‘dengê kêlîkê’ helbesta xwe pêþkêþ dike.
Xwendina teatrel: Meriv dikare navekî din jî li vê þêwexwendinê bike: Xwendina demrîtûelî. Ji ber ku xwendevan- ew dikare lîstikvanê þanoyê an jî kesekî dengraveker be-di kêlîka xwendina helbestê de li gel deng bi dest û pê, çav û awir û hemû mîmikên pêdivî, helbestê raberî temaþevanan dike. Ev þêwe, li gorî têgihîþtina kes a ku ji temayê/naverokê werdigire dikare cuda û veguherîner be.
Xwendina xwîner: Em dikarin bibêjin þêwexwendina herî azad e ev þêwe. Ji ber ku her xwendevan di seqaya kêlîka ku tê de dijî,- bi ser dengê hundirîn ê ku helbest vedihewîne vebûbe venebûbe- bi dengê xwe yê hundirîn (bêhiska) an jî derkirî dikare bixwîne. Û ew, ji bo her xwînerî tê guhertin. Bi qasî ku tê guhertin, ev yek bi biservebûna dengê helbestê ê hundirîn û lêguhdarîkirina þêwexwendina helbestkar re- dikare veguhere, bibe dengê helbestkar bi xwe…
Û, jixwe helbest bi qasî ku ya helbestkarê/a xwe ye, ew ya her kesî ye!
Têbinî: 1.Bi boneya salyada 26’emîn a koçkirana ji nêva me roja 22’ê heyvê li Nisêbînê li avahiya Mîtanî a Þaredariya Navçeyê ez dê beþdarî bernameya salyada Cegerxwînê nemir bibim li gel Lal Laleþ. Ez xwîneran, hezkiriyên helbesta kurdî û ya Cegerxwîn vedixwînim bernameyê, û di keseyata gewre a Cegerxwînê peyvnemir de dibêjim, Xweda her du kedkarê nivîsê: Torî û Îsmail Goldaþ bi rehma xwe þa bike.
20/10/2010/Arjen Arî
Axaftina di Festivala Duhokê a 1.emîn de25/08/2010