• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Arjen Arî / Agirdank
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Xestek û daxwaza niha

Dîrok : 27 08 2010

Gotibin ‘zor gêzarê hildike’ jî; zorbikarêner nikaribin riþma zorê ragirin, zorê nikaribin li sersedekî ranewestînin; rojek tê, zor ji tixûbê zorê derbasî sînorê zordarî û zilmkariyê dibe.
Zorker li tu sersedan nesekinîn, sînorên zilmê nasnekirin.
Mînaka zorkerî û zorkariya di bîra mirovî de hêj germ, þerê li Bosnayê ye.
Li Sirebrenisayê wekî mezelên li Newala Qesaba, li Helebçeyê gorn di ber gornê de, kêl li kêleka kêlê bi hezaran mirovên bêguneh û bêrî di binê axa sar de ne…
Serokwezîrê ku di vî þerê temedirêj de qaþo li ber mirina 40 hezar kesên bêguneh dikeve, ji dêvla ku rahije tacegulekê û deyne ber serê gorneke bêkel a li çiyayekî yan jî li newalekê; di qadên mîtîngan de xemgîniya xwe tîne ziman; ji bîr dike ku li welatê wî hêj jî mirov tênê kuþtin, çiya têne sotin, êþ têne dotin…
Mirovahî, ango ‘serleþkerên mirovahiyê’ dewletên ku hemû dewlemendiya xwe ji çêkirina çekên mirovkuj û siruþtkuj werdigirin, ew jî bêþerm û bêyî ku rûyê wan sor bibe bêvila wan biþewite, li pêþberî mirovên di etra têrkirina zikê xwe de, xemgîniya xwe dilêvînin, zilma bûyî, þerê rûdayî þermezar dikin! 
Ev, ev helwest, wekî gotina pêþiyan, ‘ Bi gur re dikuje, bi þivan re dixwe, bi xwedî re digirî’ ye.
Ev cure dirûtiya ku bi destê rêveber û rayadarên dewletan tên kirin ma ne bêehlaqiya herî mezin e!
Hal ew hal e, ev ganêrên dewletên xwedî artêþên boþ, hebekî biramin dê bê bîra wan ku bêrikên ji devê çekên wan derketî, narincokên ku di febrîqeyên wan de hatine çêkirin in ên li wir û wirê dinyayê bi min mirovî, bi wî mirovî de dipeqin.
Kurmikê pêkarînê, kurmikê ku di nava mirovê herî milayîm de dilive û heta dawiya temenê wî pê re dijî; bi bidestxistana hêzê re, wî bûnewerê kedî yê xwedî hestên herî narîn, ew ê ku di wextê mirovbûna xwe de naxweze pê li gêrikekê bike; dike hûtekî hetf serî!
Jixwe; zilmkar hûtên heft serî ne.
Hinek amerîkayî ne, hinek ewropî, hin jî rojhilatî ne!
Yên ewropî û amerîkî, ango ‘hûtên hûtxwedîker’ piþtgiriyê nedin ‘hûtikên’ hêj nû bi piya ketî; ne li Afganistanê lehî radibe, ne jî her sihar ji ber gûhên vî bajarî teyrên baskhesin hildifirin ber bi çiyayên Kurdistanê ve.
Ev balefir ên þer in, û kesekî nekujin jî ew her roj zeviyekê, daristanekê dikin komir û bi þûn de vedigerin!
Û li vir, vê kêlîkê, di vê bîhnika ku her kesê umîdewar dixwaze milê bispêre biryara bêçalakiya yek alî, li tevî serokwezîr hemû kizîr û wezîr ketine heyra ‘erê-nayê’!
Gotine, ‘agir berdide kayê, xwe dide ber bayê’!
Bayê herî germ û gur ji civîna KCD derket hefteya borî:  Xweseriya Demokratîk! Yanî muxtariyet, yanî otonomî!
Li tevî gelek kurdan, tirk bi xwe jî ne li hêviyê bûn, û bawer nedikirin ku kurd hatine sînorê ‘birîna xwe bi destê xwe derman kirinê.’
Jixwe pêþiyan gotine, ‘nexweþ bi nexweþiya xwe dizane’. Û bi ser ve kirine, ‘tu xura xwe bi destê xwe nexurînî, xur naþike’!
Ez dizanim; piþtî vê ‘xur’ê, xur dê veguhere girê û gir dê cihê xwe bide ‘xura serxwebûnê’, ‘xura federaliyê’.
Yê ku bixure, bila xwe bixurîne.
Gotine, birîna ku bixure, nîþaneya rehetbûna birînê ye!
Ez ne textor im, ne jî noþdar!
Lê ‘neþtergêrên siyasî’ neþter  li ‘birîn’ê dan, û gotin,  derman ‘ Xweseriya Demokratîk e’!
Ji mafê ‘textorin’ din e – ew jî ku hebin û nexweþî nasbin – ku bibijên na; ‘derman serxwebûn e’!
Serxwebûn, bi gotina Mam Celal ‘xewneke xweþ e’!*
Bi gotina Serokê Herêmê rêzdar Mesût Barzanî, ‘her kes xewnê dibîne, lê divê em rastiya xwe bibînin’ e!*
Li gorî kevnesosyalîstên serê wan mîna yê min berfa pûk bi ser de bariyayî, -mîna ku nizanibin qewmê ji vî mafî bêpar ê herî dawî kurd in- dibêjin, ‘daxwazeke ji rêzê, siruþtî û mafê her qewmî ye’.
Her qewm?!
Kîjan qewm?
Qewmê qet qet, pare pare?
Qewmê ku hêj jî sê alfabeyan bikar tîne?
Qewmê ku ‘rewþenbîrên’ wî hêj jî dibêjin bila ne ev; ev zarav be zimanê fermî, an qewmê ku hezar sal e hînî paxila dakirkerê xwe bûye?
Ya herî xweþ û baþ, û daxwaza ne fahþ – qe nebe vê serdemê- bi hev re jîyîn e. Bihevrebûneke bi mafên wekî hev; li tevî perwerdeyê ewleyî û parastin, xwebirevebirin û li gel ala heyî aleke din!
Heta van salên dawî jî -bi taybetî li navçe û herêmên di bin desthelata PDK’ê de- ala Iraqê ango a Sedam li gel ala Kurdistanê nehat daçikandin!
Lê îro?
Îro her du al bi hev re li ber bayê Kurdistanê dihejin, dilerizin…
Xestek û daxwaza niha ne rûxandina sînorên Mîsakî Milî ye, ne jî binpêkirina alê ye.
Ku kurd bi vê xwestekê qanih û qayil bin; birano, tirkno hema vê biryarê ramûsin û deynin ser serê xwe!

*Hevpeyvîna di rojnemaye Welat de-1993
*Axaftina di Festivala Duhokê a 1.emîn de

25/08/2010

arjenari99@yahoo.com

 

Arjen Arî / Agirdank

Hemû Nivîsên Arjen Arî / Agirdank

Hûn dikarin li van jî binêrin

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

17 05 2022

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

17 05 2022

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon...

17 05 2022

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat...

16 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname