Ji Rojnûskê: Rojek
Xweda! evdên te ne em li tevî xêr û gunehan…
Cîhana Te fere, ezmanê Te fere. Balindeyên Te bi xwe li lûsekê digerin da veniþin.
Wahda milkekî Te neda kê li tevî Mûsa?
Em ji heft bavan de li vir in, li ser vê axê.
Kêlê kalên me li teniþta me, gornên bapîran cîranên me. Me ji vê axê bêpahr neke. Ji vê roja bi tîhn, ji vî welatê bi berke!
Amîn!