'Kongreya Neteweyî' nabe, ‘Arþîva Neteweyî’ ava bikin
Arþîv bîra netewan e. Gavên miletên bêarþîv herdem li piþt miletên bi arþîv in. Kurdan karîn bi sedsalan bi awayekî devkî serpêhatî, bûyerên dîrokî û hunerê radestî nifþên piþtî xwe bikin. Lê di radestkirina devkî de hem gelek agahdarî winda dibin û hem jî tehrîbat dikeve wan.
Di meseleya parastina kelûpelên dîrokî de ji xwe halê me drama ye. Heta niha li welêt ji bilî muzexaneyên bi þerbikan miþt, min tu muzexane nedîtine. Em hê jî nizanin pêþiyên me cil û bergên çawa werdigirtin. Amûrên wan ên pê xwarin dixwarin çi bûn. Lîste dikare were dirêjkirin lê ez derbasî meselê bibim...
Di meseleya arþîvkirinê de mînakên wekî pirtûkxaneya dîjîtal a Enstîtûya Parîsê, xebatên wekî yên malpera Arsivakurd mirov bi hêvî dikin. Lê belê pêwistiya bi vê yekê ya giþtî gelekî ji mînakên pozîtîf ên heyî derbas dibe.
Em hemfikir in ku þert û zirûfên kurdan ên siyasî rê nedane ku di her waran de arþîvên bi rêk û pêk werin. Lê divê were gotin ku siyaseta kurdan jî ev warê jiyanî herdem piþtguh kiriye.
Heke were bîra we, di 18’ê êlûna/rezbera 1996’an de polîsên Belçîkayê li Denderleeuwê li dijî Med TV operasyonek li dar xistin. Dest danîn ser hemû arþîva wê. Tiþta ji wir û pê de qewimî diviyabû êdî nêrîna hemû kurdan a li ser girîngiya arþîvê biguherta; Di arþîva tv’yê de kasêt nemabûn. Bi rêya reklamên rojnameyan û bi devkî ji temaþavanan dihate xwestin ku kasetên xwe yên vîdeoyê yên ku bernameyên Med TV tomar kirine ji navende tv’yê re rêbikin.
Pirtûkeke lêkolînî ya nivîskar Fîraz Baran a bi navê “Hunerkom Akademî Mîr: 1978-2006” heye. Xebateke lêkolînî ya ser xwe re ye. Berî niha ew pirtûk ji min re lazim bû. Ji ber min li tu deran peyda nekir, min piþtre rasterast pirtûk ji Firaz Baran xwest. Lê li cem wî jî nebû! Ji ber dema salên derbasbûyî polîsên Almanyayê operasyon li dijî Mîr Muzîk û Weþanên Mezopotamyayê pêk anîbûn, dest danîbûn ser wê pirtûka ku nû çap bûbû û hê jî di depoyê de bû.
Berî demekî hunermend Xemgîn Bîrhat li ser hesabekî xwe yê medyaya civakî parvekirinek kiribû. Ji þopînerên xwe dixwest heke kaset û CD’yên wî yên berê bi wan re hebin, ji wî re rêbikin...
We rast bivê, nimûneyên min li banî nivîstine, ji bo min bi xwe drama ne. Dramaya em wekî netew tê de ne baþ nîþan didin.
Wekî encam dixwazim vê bibêjim: Dizanim ku kurd bi xewna “Kongreya Netewî” radibin û rûdinin. Ev xewn wê zû bi zû pêk neyê. Lê belê heke kurd bi siyaseta xwe re hinekî motîvasyona ji bo “Kongreya Neteweyî” xerc dikin, ji bo avakirina “Arþîvên Neteweyî” terxan bikin, wê arþîvên baþ ên rabirdûya me bi dahatuya me ve girê bidin pêk werin. Ji bo vê yekê pêwistî bi yekîtiya partiyan nîn e.
Heke hemû partî rê vekin ku hem saziyên nêzîk û hem jî yên girêdayî wan li hev bicivin, rê û rêbazên avakirina “Arþîva Neteweyî” biaxivin, wê bibe gaveke gelekî mezin. Aliyê teknîkî û aborî, gavên piþtî rêvekirin û diyaloga di navbera saziyan de ye. Dibe ji bo hinekan aliyê zehmet gavên teknîkî û aborî bin lê ji bo min gava herî zehmet diyaloga di navbera saziyan de ye. Ev yek jî barê partiyên siyasî ye.