Kevirê Reþ Li Ser Kevirê Spî
César VALLEJO*
Di rojeke rêjnebaranê de ez ê li Parîsê bimirim,
rojek ku wa ji vêga ve bûye bîranîn!
Ez ê bimirim li Parîsê, -ez li ber vê nakevim!-
Belkî wek îro, pêncþemeke payizê.
Pêncþemekê, erê; lew îro, pêncþem e, û li wê
hinga ez van risteyan lêtînim, diazire jana lûleyên milê min,
nola îro min qe tahm nekir, ebed!
û li serê rê û dirban, li tenahiya xwe nehesilîm!
César Vallejo mir, bi derbên hûr û giran
digel bela xwe di kesî nedabû jî;
lê hatin xezebê bi kevir û daran,
dan ber kindiran;
þahid e temamê pêncþeman, û lûleyên hestiyan,
rê, tenêtî, û baranan...
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Yeqîn H. ji niha û pêde dê du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo wergerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike.