Ji berê ve ez ne zerdeþtî me!
“du çîrokên dîroka mirovahiyê:
du çîrokên ‘mirovahî çawa afirî’ hene;
yek mîtolojî ye, nivîskarê wê Nûh, bavê ol’an kurê Lamek Îbn Matûþlah e
ya din arkeolojî ye, nivîseke li ser kevirekî li dera hanê ye
vê gavê ez a duyemîn dixwînim, ji heqîqetbûna wê dibêjim; ‘xwezî min ew nivîsandibûya”.
Camêrekî digo: ‘em di hepsê de bûn, hevalekî me li ser dîrokê serê xwe diêþandiye. Rojekê gotiye werin ez xebata xwe ji we re bixwînim: go, pê de çû, pê de çû, pê de çû Med û Mîtanî jî derbas kirin em birin li Huriyan pêt kirin!..
Go me got, ‘hop stop, te xêr e, armanca te çi ye heval? Ma tu nizanî ‘partî’ dîroka me dibe heta Medan, çi hedê te ye tu ji wê bihorî dîroka me bigihînî Huriyan’!...
Wekî vê meseleyê, cerekê min ji maqûlekî re go; dikim nakim nakeve serê min, ku Ehmedê Xanî dewleta wekî ya em niha dixwazin xwestibe!
Min jê re behsa meseleyekê kir(!) piþtî mesele qediya camêr go, dibe gotina te rast be, lê li derekê din nebêje!
Divê min ji bîr nekira ‘rojhilat warê dogmatîzmê ye’.
GELO XANÎ DEWLET NEXWEST?
Yanê dibêm ew dewleta Xanî qest kiriye û ya îro em dixwazin ne heman dewlet e…
Gelo mesele, ne meseleyeke fînansorî-sponsoriyê (sahîb) be; yanê temamen ekonomîk be!..
Belkî Xanî dilê xwe bijandibe Mele Husên-Meleyê Batê ku ji mîrê xwe mehane-destmiz werdigirtiye, ku wî jî ji mîrê xwe dewletek-dewlemendiyek, ango destmizek xwestibe da mîna Bateyî karibe bi profosyonelî, di nav þertên baþ de helbestkariya xwe bidomîne.
Çimkî wî negotiye, ku dewletek hebûya kurdan dê karên wiha wiha mezin bikirana…
Xêr, gotiye ku hebûya, min ê: ‘alema kelamê mewzûn bikira li banê gerdûn’
Loma bi þik im, ku Xanî dewletek wekî ya em fam dikin xwestibe..?
Rojekê bi camêrekî re em li cihekî rûniþtibûn; gotin çerx bû dor bû hat ser mijara dîrokê, go: ‘li rojhilat þaristaniya farsan pir pêþketiye, dîroka wan jî zêde zêde tije ye’
Min got lê ya me kurdan? Nikaribû bê tiþtekî me tune, lê tiþtekî mîna wê got..!
Ji gotinên wî, min go qey ji Hurî, Mîtanî, Med, Ahamenî, Part û heta Sasaniyan bav û kalên me bes çûne ber mirîþkan…
Diyar bû Þahnameya Fîrdewsî xitim kiribû û herhal Avestaya zerdeþtiyan jî xwendibû!
Dema bi kelecan behsa efsaneya Newrozê kir min newêribû bêjim, êdî ji wê çîrokê bawer nakim…
GELO EFSANEYA NEWROZÊ DEREW E?
Dixwînin, lê þîrovekirin…! Ji Mîtaniyan heya Medan, Ahameniyan, Partiyan û Sasaniyan navê hemî navdarên wan keyseriyan di nivîsarên magiyên Zedeþtî de hene lê ji ber çi sedemê navê Rustem tune ye!?
Dema bo nivîsandina Þahnameyê bi hezaran nivîsarên magiyan, þahnameyên wekî Hûdayname digihînin ber destê Fîrdews, Fîrdews hem her tiþtê Pîþdadî û Keyaniyan ku yên kurdan in jî dike farsî û malê farsan hem jî dibêje ew mêrxasê ‘xirab’ Azî Dehaq e! Bila be; her du jî, Azî Dehaq jî Rustem jî hêja ne, nirx in, Newroz jî cejna min a biharê ye; lê ne bi wê çîrokê!!!
Mijara dîrokê mijareke aloz e, lê ew alozî dikare bi þîrovekirineke bêalî, bi mentên dîtir piçekî were zelalkirin.
SÛDGIRTINA JI DÎNEWERÎ
Ebû Henîfe Dînewerî gelek salan berî Fîrdewsî jiya ye. Tê gotin camêr di sedsala nehan piþtî zayînê de 16 pirtûk nivîsandine. Ji van hin derbarê nebat û stêrnasiyê de (ku mala wî ya raçavkirina stêrkan hebû), hin derbarê dîrokê de, ku jê yek derbarê dîroka kurdan de ye.
Meriv nizane, gelo zanînên wî yên derbarê dîroka me de çi bûn…
Çi ku berevajî Fîrdews, arkeolojî, kelamên olî yên Yarsanan û destnîþankirinên hin dîrokzanan angaþta dîrokeke din dikin; li rojhilat nizanim lê li ser axa Kurdistanê ya din perestgeheke Zerdeþtiyan tune ye, berevajî hebûna gelek perestgeh, pire û kaniyên bi navê Mîtra û Anahîdayê bi angaþta arkeolojiyê, bi kelamên Yarsanan û bi ya dîrokzanan re li hev dikin.
ÇIMA EM ÞOPA DÎROKÊ LI NAV AVESTAYÊ DIGERIN?
Çi ku li Medyayê nivîsê bi zerdeþtiyan re û bi Avestayê re dest pê nekiriye, beriya wê ta serdema Huriyan de jî nivîs hebû di dema Medan de jî…
Bo wê, divê meriv bipirse, çima em þopa dîroka xwe di nav rûpelên Avesteyê de digerin, ku piraniya rûpelên wê piþtî Zerdeþt lêzêdekirinên rehîbên zerdeþt in, balam çima em carê jî berê xwe nadin kevalên bizmarî û xirbeyên dîrokî, qodên di baweriyan de veþartîne û arþîvên biyaniyan...
Tevî ku metnên dîrokî ji derveyî yên xwe dispêrên arkelolojiyê, yên din giþ metnên olî û mîtolojîk in; baweriyên kurdan jî piþtî sedsala dehan metnên xwe yên olî gihandin hev yan nivîsandin; ‘Serencam a Yarsanan, Mishefa Reþ a Êzdiyan û Fermana Îmam Cafer î Sadiq a Elewiyan’.
Bi min, dibêm meseleya zerdeþtiyê jî bi helwestek qompleksî ya bindestiyê re wekî gelek tiþtên mîna erbaneyê ew jî di nava me de bû modeyekê; nîgarkêþan li ser kevalên xwe zerdeþt xêz kirin, muzîkjenan navê zerdeþt li koma xwe kirin, navê malbata wî li romanan hate kirin, li ser wî helbest hatin nivîsandin û hwd…
LI SER DÎROKÊ LIHEVKIRINEKE NETEWEYÎ NÎN E
Mebesta vê nivîsê ne kifþkirina baweriya me ya kevnare ye; xêr, bes balkiþandina ser þika li ser dîroka bi efsane, mîtolojî û bi gotegotan e, ku ta niha ji me re tê vegotin.
Mijara dîrokê bo me mijareke aloz e; em her kes gorî zanîna xwe behsa dîrokekê dikin, mixabin lihevkirineke me ya netewî ya derbarê dîroka me de tune ye û arþîveke me ya neteweyî jî hê tune ye, lê belê êdî bi sedan lêkolîn û pirtûkên li ser dîroka kurdan hatine nivîsandin hene. Heçî lêkolînên arkeolojiyê ne, wan jî hemû zanînên me serobinî kirin; Xirabreþkê bi serê xwe zanîn û teoriyên xwe dispêrin Sûmeriyan avêtin ser sergo.
Bo wê, bo meriv karibe hê bêhtir pê de here û zanînan bide ber hev, divêm ev her pênc pirtûk hêjayî xwendinê ne; ji me re zanîneke din pêþkeþ dikin!
“Bir El Kîtabi Olarak Kurtler” (Mehrdad R. Izady, Weþanên Doz)
“Meleklerîn Kullerinden” (Andrew Collins, Weþanên Avesta)
“Gobeklî Tepe ve Tanrilarin Doguþu” (Andrew Collins, Weþanên Alfa)
“Yarsan-dîrok û mîtolojî” (Shahab Valî, Weþanên Avesta)
“Di Deftera Yarsan De Metnên Jinan Namiq Hawaramî” (Weþanên Wezareta Rewþenbîrî û Lawan, Baþûrê Kurdistanê)
Pirtûka keseke din jî heye, lê hê li ber destê weþanger e, navê wê em ê paþê bibihîsin!
DU DÎROKÊN ME HENE
Zanîneke têkûz a dîrokî qet nabe, lê yeka nêzî rastiyê guncav e; vega li holê du dîrokên me yên xuya hene. Yek xwe dispêre mîtolojiyê, efsane, gotegotan, a din bi arkeolojiyê û bi metnên zanistî yên dîrokî dibê ez jî li vir im…
Xwezî! dibêm xwezî ew xebatên arkeolojiyê bi destûr û di bin çavdêriya kurdan de bihatana birêvebirin. Çimkî li Kurdistanê lêkolînên arkeolojiyê yên heta niha hatine kirin belkî hê ne sedî deh-bîst in, sedî heþtê hê nehatine lêkolandin-kifþkirin; hê di binê axê de ne.
Çi ku ne guncav e, þaristanî û hêzeke ku Asûrî (yeka wekî Amerîkaya îroyîn) têk birî li pey xwe tiþtek nehiþtibe!..
Helbet hiþtine, li ser keviran nivîsên bizmarî, li ser kevalên di kavilên bin axê de, di qodên baweriyên (Elewîtî, Yarsanîtî, Êzdatî) yê de û di arþîvên xelkê de…
Cegerxwîn gotiye: ‘xwendin dengê zanînê ye’! helbet, heke ew xwendin bi metna rast be ew deng dibe dengê xwe nasînê jî, pêþketinê jî, guherînê jî…
Ger bo neteweyekê; ‘dîrok, bixwe bawerî û motîvasyon be’ ev dîroka ku hê nû nû, yek bi yek rûpelên xwe ji me re vedike dê bi rihekî dîtir bi hizirîneke dîtir dê vê sedsalê bo netewa kurd bike sedsala encamên xweþtir…
Heke deh-bîst salên din ronesanseke kurd-î pêk were, dibêm ew ê ne bi pir siyasîbûnê, berovajî dê biservebûna þopa dîrokeke din; helbet a bi zimanê kurdî hatî-tê nivîsandin, bi çand, huner-wêjeyeke orjînal a bi zimanê kurdî pêk were ew heyama ronak.
(helbet, ne ku bo li bazarê eleqeyê bibîne bi tirkî were nivîsandin; þerm e, tewanbariye ku êdî kurdek rabe bo kurd bixwînin dîroka kurdan an metneke wêjeyî bi zimanê asîmlasyonê binivîse, dest bide qirkirinê!)
Mixabin, kîjan mijarê bigirî dest îlam tê ser zimên; ji ber ku ziman, hizir û derûnî sê diyardeyên bi hev heyî ne, li ser hev bandorkir in; ditirs im, dibêm heke kurdê entegrebûyî, yê ku rojane hiþ û mêjûyê xwe bi zimanê tirkî þarj dike û cîhanê bi hizirîna tirkî tehayûl dike serbikeve û pê re jî ku kurdê bi kurdî dijî, dihizire û cîhanê bi zimanê xwe tehayûl dike têk bibe, hêngê ‘me pê girt…’
Êdî xetereya divê were dîtin ev e; dewletê karê xwe yê asîmîlasyonê dewrî kurdê otoasîmîlasyonê-entegrebûyî kiriye. Lewma li pêþiya têkoþîna kurdî ya li dijî asîmîlasyonê êdî otoasîmîlasyoncî û kurdê entegreyî tirkî bûyî, ku xwe ji me pirtir kurd û welatperwer dihesibînin hene û ew êdî ji dewletê zêdetir bûne-dibin kelem û asteng…
Loma, divê têkoþerên zimanê kurdî berê têkoþîna zimên bidin wan kurdên otoasîmîlasyoncî, entegreyî tirkî bûyî… Heke ew werin têkbirin, jixwe lingên asîmlasyonê-entegrasyonê ji qurmik de hatine birîn…