• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Helîm YÛSIV
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

helimyusiv@hotmail.com,,helim.yusiv

Xatirxwestina ji Ronahî TV û ji HRRK’ê

Dîrok : 02 06 2020

Têkiliya min bi dezgeh û saziyên kurdan re, bi derketina min a ji welêt re, dest pê kir. Wekî tê zanîn, ji ber mercên qedexekirinê li hundir welêt ne derfetên avakirina saziyan hebûn, ne jî karkirina di vî warî de. Adara 2000‘î de ez gihîþtim Berlînê. Di wê salê de, mîna tiyekî ku çav li aveke zelal bikeve, min di Medya TV de, dûre jî di Roj TV de, dest bi bernameyeke wêjeyî bi navê “Gava sêyemîn” kir. Ew cara yekê bû ku ez ne di “qebo” û jêrzemînan de, ne di bin erdê de li Amûdê û Qamiþlo, lê di televîzyoneke ezmanî de behsa pirtûkên kurdî û wêjeya kurdî dikim. 

Piþtî yazdeh salan, heman bername bi navê “Deriyê din” di Ronahî TV de berdewamkir û heta îsal. Heta îro bi kêf min ev hemû bername çêkirin. Di van salan de zêdeyî 400 nivîskarî ji her çar parçeyên Kurdistanê bûn mêvanê bernameyên min û bi sedan pirtûk û mijarên wêjeyî, edebî, hatin gotûbêjkirin. Wisa jî têkiliyên min geh bi PEN’a kurd re, geh bi dezgehên din re carinan ji nêzîkayî û carinan jî ji dûrayî her berdewam bûn. 

Bi hatina 2004’an û serhildana 12’yê Adarê re, min û çend hevalên nêzîk, me pêdivî bi avakirina rêxistineke çandî, rewþenbîrî ji bo rojavayê Kurdistanê dît û bi vî awayî li Swêdê HRRK (Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê) hate damezirandin. Bi salan me ji bo vê saziyê ligel hevalên din kar kir. Bi guhertinên nû re û bi çêbûna derfetê re HRRK navenda xwe bir hundir welêt û li wir karê xwe, li gor armancên ku ji bo wê ava bûbû, berdewam dike. Navend li wir bû, lê hem ez, hem jî hevalên me yên li þaxa Ewropa me karê xwe dîsa bi heman hezkirin û baweriyê dom kir, ked dayê.

Ev sazî û dezgehên navborî xwedî dîrokeke dûdirêj û xwedî rol û kedeke mezin in di pêvajoya ziman û çanda kurdî de. Min jî bi vî awayî her gav beþdariya xwe di nav karê komî de berî her tiþtî wekî pêdiviyekê û erkeke wijdanî didît û dikir. Ji bilî vê her hîsa min ew bû, hergav karê min ê sereke nivîskarî bû û ew ji bîra min nediçû, naçe jî. 

Pirê caran xirecira jiyana rojane ligel kar û barê di sazî û dezgehan de, ne dem û ne jî hest û ne jî cih ji karê min ê sereke re dihiþt. Niha dixwazim demê ji bo xwe veqetînim. Ji ber sedemên ku bi giranî takekesane ne, þexsî ne, min biryareke wisa girt, êdî ev çend salên hindik yên di temenê min de mane, ezê hemû dema xwe bidim karê xwe yê sereke. Dixwazim eþkere bêjim ku ev biryar tenê ji bo xwe min girtiye û ne ji ber kesî, ne jî ji ber saziyê hatiye girtin. Tu pirsgirêk di navbera min û kesî yan sazî de çênebûye. Dixwazim hinek zêdetir demê ji bo xwe û nivîsa xwe veqetînim. Bê guman biryareke wiha piþtî 20 salan ne ew qasî hesan bû, lê bi her awayî ji bo min dema wê hatibû. 

Di dawiya vê rêwîtiya dirêj bi karê dezgehî re, ez lêborîna xwe dixwazim, ji hemû hemkarên xwe, wisa jî ji her kesê ku bi awayekî ji awayan, di van salên dirêj de, di riya vî karî re, di heqê wan de þaþ bûbim. 

Di karê dezgehî de herdem wiha bû, kes diçin û tên, lê dezgeh dimînin. Bi dilekî germ, bi xemgînî, her wiha bi hezkirineke mezin, ez xatirê xwe ji Ronahî TV û HRRK û ji karê komî, dezgehî, dixwazim. Hêvî dikim, roj bi roj, ev dezgeh û sazî gav bi gav ber bi pêkanîna armancên xwe ve herin. Bibin alîkarê miletê me, da ku ew jî wekî hemû miletên cîhanê di bin sîwana azadiyê de serbilind û bi rûmet bijî.


Helîm YÛSIV

Hemû Nivîsên Helîm YÛSIV

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Hirça Zêrîn' dan 'Pevþabûna Bêsiûd'

'Hirça Zêrîn' dan 'Pevþabûna Bêsiûd'

06 03 2021

Spanya çekê ETA û GRAPO îmha kerdî

Spanya çekê ETA û GRAPO îmha kerdî

06 03 2021

Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê firotin?

Hevpeyvînek dikare bi çiqas pereyan bê...

06 03 2021

Li Tirkiyeyê qîmeta kurdî ev e!

Li Tirkiyeyê qîmeta kurdî ev e!

06 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname