“TAYEK PORÊ SPΔ Manîfestoyeke ji xwe dirêjtir e
Çîroka bi navê “Tayek Porê Spî” ya Qedrî Can di 03.03.1943’yan de di kovara “Ronahî”yê de hatiye weþandin. Qedrî Can neferekî nifþê “Hawar”ê ye. Wî jî wekî gelek neferên nifþê xwe, huner û siyaset di nava hev de stirandiye. Lewma jî ew nifþ nifþekî piralî, xurt û dewlemend e. Wî jî di hemû nivîsên xwe de, bi rêyeke baþ tê zanîn hewl daye qala tiþtekî dîtir bike; lewma jî berê xwîneran dide gelek aliyan.
“Tayek Porê Spî” jî çîrokeke piralî ye. Her çîrokek, her metnek di nava xwe de gelek tiþtan vedihewînin. Ji gelek pencereyan ve dikare bergeha xwe firehtir bikin. Çîroka “Tayek Porê Spî” jî piþtî xwendineke ne ji rêzê, pencereyên xwe yên dîtir nîþan dide. Mirov dikare ji çend aliyan ve wê ji hev veçirîne… Lê divê em hay ji vê yekê jî hebin ku Qedrî Can di îthafa destpêka çîrokê de Mistefa Lutfî el Menfelotî yê Misrî bibîr tîne û dibêje: “Li ser þopa Menfelotî.” Bila niha ev nav bi þertê lêvegerê li vê derê bimîne...
Di xwendina pêþîn de, wekî çîrokeke asayî û lihevhatî, bala mirov dibe ser herikîna jiyanake asayî. Lê di tehlîla berhemên hunerî de, gelek caran herikîneke asayî têra têgihîþtina metnan an jî têra veçirandina wan nake… Ji ber vê yekê, kesên hewl didin metnên bi vî rengî tehlîl bikin bi çavekî dîtir û di dergehekî dîtir re xwe digihînin asoya firehtir a metnê.
Di “Tayek Porê Spî” de; yek serê sibehekê radibe, di ber neynikê re derbas dibe, di neynikê de tayekî spî bi ber çavên wî dikeve – tayekî cênîka wî spî bûye. Ji wir û þûnde êdî dest pê dike. Tesîra tayê spî ya psîkolojiya wî dibe, çûn û hatina wî ya emrê çûyî û yê niha, þazwazîbûna wî ya gava tayê spî di cênîka xwe de dibîne û hwd, yeko yeko li pey hev hatine rêzkirin. Ciwanî, kalbûn, xweþî, nexweþî, hêvî, bêhêvîbûn û gelek têgihên din di çîrokê de li pey hev di moxila çîrokê re derbas dibin.
Di paragrafa sêyem de bi vê hevokê dest pê dike: “Ey tayê spî! Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reþ... û tu nûr qandî nûra te tarî ne dît. Te, her tiþtê spî li ber çavên min reþ kir; heta roniya hêv û tavê... Heta roniya her du çavan...” Ev bi tena serê xwe zirçîrokek e tijî êþ û têkçûn e. Ji bilî hevoka dawîn a çîrokê, wisa dibêje: “Wey li ser seran û li ser çavan tu hatî, ey tayê spî!..”(jixwe ev hevok bi xwe jî bi gilî û gazind e) -hema bibêjin hemû hevokên vê çîrokê bi vê tîrbûnê û bi vê keserê ne.
Em baþ dizanin Qedrî Can entelektuelek e û bi qasî kesekî mîna Menfelotî biþopîne û “çîroka xwe” îthafî wî bike serwext e. Jaliyekî din ve jî em dizanin bê çawa Qedrî Can ji ber rewþa siyasî derbasî Binxetê bûye (1931) û li wir, bi gelek entelektuelên/rewþenbîrên mîna xwe re tevli gelek kar û barên siyasî û kulturî bûye. Ev çîrok di sala 1943’yan de hatiye nivîsîn. Bi awayekî tarîxî, tarîxa nivîsandina çîrokê jî wekî serboriya nivîskêr gelekî muhîm e. Qedrî Can heta wê demê bûye þahidê gelek tiþtan… Wekî mînak; Serhildana(!) Dêrsim, Sason, Serhildana Þêx Ehmed Berzanî, Þêx Mehmûd Berzencî, Agirî, Oremar, Zîlan, Xoybûn, Serhildana Þêx Seîd û yên beriya wê… Encama van serhildanan hemûyan ji hêlekê ve çîroka/meseleya kurmê darê ye. Qedrî Can piþtî van serhildan û tevgeran “Tayek Porê Spî” nivîsîye. Em baþ bala xwe bidin van hevokên çîroka “Tayek Porê Spî”:
“Ey tayê spî! Ez, dibînim ko tu xwedî dek û rip î; tu, hêdîka, di guhê cîranê xwe de dikî “kur û pist” û tu wan dixapînî, ko ew jî mîna te bibin… Tu dixwazî di nava vî diyare bêdeng û bê gir-gêç de, ceng û cidalekê çêbikî da ko her kes di bin lingan de bipelçiqe. Tu, mîna însanê spî dikevî nav welatê reþikan û wan dixapînî û tu wan rebenan ji xwe re dikî kole û bende…”
Piþtî gelek tecrubeyên jiyanê bi çavên serê xwe dîtîye û jiyaye, Qedrî Can mîna hunermendekî xemxwur û afirîner van hevokan di çîrokekê de saz dike. Bêguman di berhemên kesên bi vî rengî de, psîkolojîya wan gelek caran hevsar ji dest nestîne jî, bi nivîskarê xwe re li hev dike û dide bezê...
Îcar di meseleya îthafê de, dibe ku bala her kesî nekêþe û gelek kes wekî îthafa ji hezkiriyekî/ê re bibîne, lê Mistefa Lutfî el Menfelotî(1876-1924) þexsiyeteke gelekî girîng ê Misrê ye û yek ji wan kesên edebiyata modern a Misrê daye destpêkirin e. Ligel vê jî, aliyê wî yê siyasî jî gelekî xurt e. Ji ber helbesteke wî, desthilatdariya wê demê ew xistiye hefsê. Di sala 1921’ê de, paþayê wê demê yê Misrê wî ji kar diavêje û pirtûka wî ya bi navê “en-Nazarat” dide berhevkirin. Ji bilî serboriya wî ya bi pirsgirêk a bi desthilatdaran re, Menfelotî bi “lêanînên” xwe yên edebî tê zanîn, ku lêanînên wî di bin tesîra ewropiyan û nivîskarên Sûriyeyê de hatine nivîsîn. Gelek berhemên wî ji wergerê wêdetir wekî “lêanîn” tê binavkirin – wekî ji nû ve nivîsandibe.
Qedrî Can di îthafa xwe ya ji bo Menfelotî de wisa dibêje: “Li ser þopa Menfelotî.” Em tê dernaxin bê ev þop þopa edebî ye yan ya siyasî ye. Ev jî hêjayî lêkolînekê ye…
Di encamê de Qedrî Can li ser kîjan þopa Menfelotî be jî, “li ser seran û li ser çavan”… Piþtî çîroka wî; Tayek Porê Spî di sala 1943’yan de di hejmara 13’yan a kovara RONAHÎ’yê de çap dibe, ji dema nivîsîna çîrokê mirov vedigere wê demê, bi bîrbirina Qedrî Can dihese û çendî têkçûn û þikestin derdikevin pêþberî mirov, ku þopên kûr li rihê wî hiþtine. Ji ber van serhildanan, bê hemdê xwe mirov wekî xwîner berê xwe dide Dêrsim, Sason, Serhildana Þêx Ehmed Berzanî, Þêx Mehmûd Berzencî, Agirî, Oremar, Zîlan, Xoybûn û Serhildana Þêx Seîd û yên berîya wê…
Û ber bi dawîya çîrokê ve vê hevokê saz dike: “...Xwedê zane tu mîna wan maran î ko hêlînê her tebayî, kuna xwe dizanin.”
Qedrî Can bi awayekî gelekî zîrek di ser tayekî por re berê mirov dide aliyê neteweperweriya wê demê. Belkî jî xwestibe em hinekî serê xwe bi dîrok û serboriyên xwe re biêþînin. Dibe ku nakokî û neliheviyên wê demê ji me re bi zimanekî hunerî vegotibe. Dibe ku xwestibe em heftê û heft sal paþê bi saya tayek porê spî li têkçûnên wê demê û yên beriya wê demê ho vedin. Lê ho vedin û em careke din li tiþtekî wisa varneqilin...
“Ey tayê spî! Tu kî yî, tu çi yî kê tu þandiye û karê te li ba min çi ye? Heke tu mêvan î, kanî îzin û destûra ko min daye te? Heke tu bi hevalî hatiyî cem min, ez wî hevalê ko min bi xwe re bibe gorinê naxwazim...”
Di her hevokeke vê çîrokê de diyar dibe Qedrî Can gelekî bi zîrekî û þarezayî di ser qewimîn û bûyerên jiyana rojane re, berê xwîneran dide newaleke dîrokî ya kurdan. Nîveka pêþîn a Sedsala Bîstan jî ji bo kurdan gelekî bi êþ e. Li gor mercên wê demê gelekî normal e ku ew êþ û hest bi awayekî ji awayan, mîna tayekî porê spî yê di cênîka mirovekî de xwe bi pênûs û lênûska nivîskaran ve bizeliqîne. Ya Qedrî Can jî di “Tayek Porê Spî” de (heger wekî “lêanîneke” li ser þopa Menfelotî be jî), vebeyîna psîkolojîya wî ya wê serdemê ye... Vegotina psîkolojîya têkçûn û bêçaretîyê ye...
Çavkanî:
-Can, Qedrî, Tayek Porê Spî, Kovara RONAHÎ, hejmar :13, 1943 (Çapa Sêyem, Weþanxaneya Belkî, amadekar Rênas Jiyan, 2010)
-Can, Qedrî, GUNEH, (Çîrok, Weþanxaneya Lîs, 2007, amadekar: Yaqob Tilermenî-Elîxan Loran)
-Doç Dr. Ýþler, Emrullali, NUSHA, YIL: I, SAYI: 3, GUZ 2001 (sayfa 71-85) MODERN ARAP EDEBÝYATINDA BÝR ONCU MUSTAFA LUTFÝ EL-MENFALUTI , Gazi Egitim Fakultesi, Arap Dili Egitimi Anabilim Dali.
- Cemilpaþa, Ekrem, Muhtasar Kurdistan Tarihi, (Avesta Yayýnlari, 2018)
- Hawar, Cild I-II, (Çapa Weþanên NÛDEM, 1998)